Siyaseta kurd û zimanê kurdî

Siyaseta kurd û zimanê kurdî

Zimanê kurdî dê bi siyaseta kurd rizgar bibe

Şemsettin Işıklı

 

Van rojan li ser zimanê kurdî hestiyariyeke dilxweşker gurr bûye û li ser giringiya zimên şîroveyên baş tên kirin.

Lê mixabin di nav hin şîroveyan de, êrîşên li ser siyaseta kurd, reşkirina siyaseta kurd jî hene. Ez di çend parvekirinan de rast lê hatim ku dibêjin;

”Bila siyaset meseleya zimanê me neke alet ji bo armanca xwe ya siyasî.”

an ”Meseleya zimanê me ewqas giring e ku divê mirov nehêle li hêviya siyasetê.”

Qesta xwediyên van hevokan ”siyaseta kurd” e. Yek jî dibêjin ”zimanê me”.

Ev ziman ne zimanê takekesan an yê hin grûban e, lê zimanê neteweyekî ye. Yê her kurdekî ye.

Siyaseta kurd çawa dikare meseleya ziman bike alet ji bo armanca xwe? Siyaseta kurd mecbûr e zimanê kurdî bike zimanê siyasetê, bike zimanê jiyanê di hemû waran de.

Yê ku meseleya zimanê kurdî dike alet ji bo berjewendiya dewleta xwe û armanca xwe ya bişaftin û helandinê, yê ku dike alet ji bo ”hilbijartinê” da ku miletê kurd bixapîne, dewleta dagirker e. Û partiyên siyasî yên dewletê ne.

Bê guman mirov ji her aliyan de dikare siyaseta kurd rexne bike ji bo ku siyaseta kurd di rewşeke baş de nîn e. Lê reşkirina siyaseta kurd ne di berjewendiyê neteweyê kurd de ye. Reşkirina siyaseta kurd bi awayekî sergirtî meşrûkirina dewleta dagirker e.

Teqez dê siyaseta kurd xwe berhevî hev bike û dê pirsgirêkên xwe bipişkêve. Ji bo vê jî mecbûr e.

Sîstema Serweriya Tirk bi helwêstgirtineke siyasî Kurdistanê dagir kiriye, zimanê kurdî qedexe kiriye û hebûna neteweyê kurd wek netewe înkar kiriye. Pisgirêka zimanê kurdî meseleyeke siyasî ye, hem ji bo dewleta dagirker û hem jî ji bo neteweyê kurd.

Yê ku dê xwedî li zimanê kurdî derkeve siyaset e. Yê ku dê pêşî li asîmîlasyonê bigire siyaset e. Yê ku dê şoreşeke neteweyî pêk bîne siyaset e. Yê ku dê zimanê kurdî bike zimanê dewletê siyaseta kurd e.

Zimanê kurdî dê bi siyaseta kurd rizgar bibe.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev