”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 49

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 49

Malpera me bi rêzenivîseke taybet çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî berdewam dike, ku wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” ne, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî jî çap bûye.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ” Şûrê kurdan di kalên da namîne”. Em îro beşa pêşin çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

Şûrê kurdan di kalên da namîne – 1

 

L. M. Rewandî-Fedaî

 

Çek herdem jî bo kurdan kilîta berxwedanê û xweparastinê bûye. Tevaya dîroka wan bi şerên di navbera eşîretan û bi dewletan ra dagirtî ye. Heta sedsala buhurî jî gelek kurdan çek di ber qayîşa xwe va dikirin, li her deran bi xwe ra digerandin, heta dema razanê û dema duakirinê jî dernedixistin. Kurd zarên xwe di temenê herî biçûk da fêrî bikaranîna çekan dikin.

Gelek lêkolîner destnîşan dikin, ku rewşa kurdan a aborî çi dibe bila bibe, ew gerekê çend tivingan, qirmeyan, mertalan, şûr û qemeyan bikire. Çek û sîleh xênji xweparastinê û şerkirinê, herwiha xwedî nîşanên din bûn jî: ew nîşana statuya kesê xwedî çek e, heta çek wî kesî dixemilîne. Şûr, qeme, mertala gilover, qirme – di nava sedsalan da hatine hesibandin wek beşeke xemila şal û şapikên kurdî, û ne tenê bo mêran, lê herwiha di hinek waran da xemila wergirtina jinan e jî.

Kardûxên çiyayî, ku li herêmên Asîya Biçûk yên dûrî derez û rê û pêge lê nakevin dijîn, li ser axa ku di sedsala V ya berî Zayînê li Farizistana Ahemediyan (îro ew Kurdistana Rojava ye) diman, têne hesabê yek ji pêşîyên kurdan, ku gelek nêzîkî aqilan e. Serleşker û dîrokzanê yûnanî Ksênofon (Xenophon), ku di sala 401ê berî Zayînê di di dema rêwîtîyekê leşkerî rastî wan hatîye, derheqa zîrekîya bêhempa ya şervanên kurd da nivîsîye: ”ewana mêrxas in û hukumê qiral li ser xwe qebûl nakin”1: ”Ne axir çekeke wan a din tunebû, xênji tîr û kevanan. Ewana gelek baş bi tîran li nîşanê dixistin, û mezinaya kevanên wan weke 3 enîşkên heta destan bû û dirêjaya tîran jî weke 2 enîşkên heta destan bûn; wextê tîrberdanê wana tetika wê dikişandin, bi lingê çepê jêra kevanê dixistin. Tîrên wana dikaribûn mertalan û hesinan qul bikin, jê derbaz bin”2.

Tîra ku Ksênofon bi nav kirîye, çeka hesinî ya pêşin e li cihanê. ”ewana ji du zolên çerm yên dirêj qet şirît dihatine çêkirin, her serîkî wê bi têreke taybet va dihate girêdan, ku kevir dikirine navê. Şervan aletê xwe yê hesinî ser sere xwe ba dikir, bona ba bigire, û di dema lazim da yek ji şirîtên ji çerm berdida. Eger şervan hostayê nîşanlêdanê bûya û hewa jî xweş bûye, kevir dikaribû heta 460 mêtra jî bifire”3. Şervanên ku fêrî bikaranîna tîr û kevanan bûne, di nava gelek miletên kevinare da hene, wek mîdîyan, farisan, misirîyan, huruman (yûnanan), romîyan.

Piştî Ksenofon behsa çeka kurdan dike, gelek sedsalan di salnivîsarên dîrokî da em rastî wî çekî nayên, û tenê di nivîsên êtnografî yên çend lêkolînerên sedsalên XVIII-XIX da kêm-zêde behsa çeka kurdan tê kirinê. Lê gerekê bê destnîşankirinê, ku derheqa çekên wî awahî da, ku me li jor behsa wan kir, him di sedsalên navîn da, him jî gelek salan berî wan tê bîranînê.

Derheqa çekên kurdan yên taybet da nivîsa here bi hûrgilî ya A. A. Arakêlyan e, ku wî di dawîya sedsala 19an da nivîsîye, dema li ser jîyana kurdan li gundên Farizistanê lêkolîn dikir. Wî destnîşan kirîye, ku çeka kurdan a here xedar tîra darîn a sê mêtrê ye. Tîr dikaribûn bi çiqil bûna, bi serikên tûj va, wana bi perrên teyran va, bi meftûlên tûnc va, herwiha bi têlên rengoreng va dixemilandin.

Şervanên kurd yên siyarî rima dirêj bi kar dianîn, lê şervanên peya jî ew bi kar dianîn. Ew rim niha wek çekeke bi stirî tê qebûlkirin, lê çend rêwîyan, ku behsa rima kurdan dikirin, ew bi nav dikirin wek çeka dûravêj a kewkîkirinê. Jib o k=li nîşanê xin, mêşindarîyeke mezin lazim bû. Kurd ji dûraya pêncî an şêst gavan li nîşanê dixist û wisa zexm tîra xwe diavêt, ku serikê tûj li bedena mirov diket û ji alîyê din va derdiket. Tîra kurdan a darîn bû û dirêjaya wê çar mêtr bû, bi herdu serikên wê va pîjên hesinî yên tûj yên sêqat qeyd kiribûn. Jinên kurd jî dikaribûn wî çekî bi kar bînin, ku ne çeka bo jinan bû.

Ji çekên darîn li Kurdistana Farizistanê û Pişkavkazê ya here belavbûyî û sereke çeka bi navê şamşîr bû, ku şûrekî bi serikê rast-dûz an jî hinekî kêrr bû. Xwesma cûrê wî çekî yê jehrîkirî bi qîmet bû, dawîya serikê wî çekî jehrî dikirin. Wana tîrên xwe pir caran bi rengên awaz-awazî dixemilandin, lê kalan bi qeytanên sor va. Xwesma sîlehçêkirên kurd yên ji bajarê Îranê Bane bi hunermendîya xwe va berbiçav diketin, şûrên wan dihatine hesibandinê wek yek ji yên herî xas. Em gerekê bedewîya xencerên kurdan jî destnîşan bikin, ew jî hinek caran bi jehrê va dadigirtin. Ji çekan ”Yataxan” jî navdar bû, serniçikên wan ji herdu alîyan va bi ornamentên geometrîk dixemilandin. Femdarî ye, ku haya hostayên kurd rind ji çekên gelên din yên Pişkavkazê û Asîya Pêş hebûn û dema çêkirina çekên xwe nimûneyên çekên cînarên xwe didan ber çavan.

Di nivîsa A. A. Arakêlyan da behsa çekeke kurdan a din a xofkêş jî tê kirinê: balteyê şervanîyê yê bi nave “Necah”. Xwesma “Necah”a bi devikê bi cûrê nîvhîvê navdar bû. Lêkolîner xênji vana çekan, behsa çekên gilover, sêgoşe, çargoşe û carina jî weke birrekê seriktûj dike, ku mînanî tîrikan in, ku ji wan ra “Cax” an “Suniyî” tê gotin. “Bi vî çekî,- A. A. Arakêlyan dinivîse,- kurd zik, situ û hûrê heywanên dijminan jê dike. “Cax”a biçûk jî heye, ku dikine ber qayîşa xwe, herwiha jê ra “Belşîşî” jî tê gotin, ku di ber pişta xwe ra dikin, ku çeka kurdan a here bi xeter e, ji ber ku di her êrîşekê da ew di zik an situyê dijmin da gut dibe”4.

Yek ji çekên giring yên kurdan herwiha “Xêrbacê” ye jî, ku qamçîyek e, ku ji meftûlên hesinî hatîye çêkirin, ku dirêjaya wê ji yekûnîv heta du mertoyan e.

Çekekî kurdan yê ecêb jî heye, ku A. A. Arakêlyan behsa wî dike. Bi gotina wî ew aleteke mînanî ”bombe”yê ye, ku bi fişekên qelakirî va dagirtî ye, giranîya wî ji 4 heta 5 pût e (weke du kîlogram. –Not ya redaktor e), destîyê wê bi meftûlên hesinî va dorpêçkirî ye”5, bi wî çekê giran va dikaribûn derba mirinê li serê dijmin xin. Wisa xuya ye li vir behsa çekeke kafkûkiirnê tê kirinê, ku bi xwe giran e, bi zincîrê va zexm hatîye hûnandin, destîyê wî çekî jî bi qayîşê an şirîtê va va girêdayî ye. Ew çek di sedsalên X-XVII da li her deran wek çekê rêwîtîya peyatî û siyarî bi kar dianîn. Çekekî dine jî wek wê hebû, lê bêy destî bû, weke têrekê bû, ku tê da kevirên çingil û xîz hebûn. Xuya ye qesta Arakêlyan ji gotina bombe ew bû, ku giranîyê bide wî çakî.

Wek ku lêkolînerekî din A. G. Gagarîn destnîşan kirîye, ku li ser jîyana kurdên Farizistanê yên di sedsala XIX da lêkolîn kirîye, kurd “şûrekî sadeyî dirêj û mertaleke biçûkî qalim û di rengê vekirî da bi kar tînin”6. Mertal bo xweparastina li himberî şûr û tîran hatîye îcatkirin. Mertal aleteke gilover a ji dar û hesin e, ku çermê heymanan lê pêçane. Rast e, mertala kurdan berî her tiştî bo parastinê bû, lê bedewî û xemila wê jî gelek giring bû, lema jî pir caran mertal ji rûyê derva bi pereyên hûr, xişirên ciwan va dixemilandin, lê hundurê wê bi qumaş astar dikirin. Destikê mertalê bi zolên çerm va pêçayî bûn û li ser xelekên hesinî hatibûn girêdan. Wek xemileke zêde têlên rengorengî an qeytanên bedew bi mertal va girê didan.

Femdarî ye, ku bi demê ra şervan bûn xwedî çekên nû, ku ji tîran, şûran û mertalan û yên din dihatin cudakirin. Balkêş e, ku hela di nîveka sedsala XIX da kurdan hela çekên wisa bi kar dianîn, ku hinkûfî sedsalên navîn bû. Ji bo nimûne, êtnograf N. Zeydlîs piştî seredana Soucbûlakê (bajarek li Kurdistana Îranê) nivîsî: “Em li vira rastî gelek kurdên siyarî hatin, ku wergirtina wan bedew bû û çekên wan piranî şûrên kêrr û tîrên dirêj bûn, herwiha qeme û damançeyên wan jî hebûn. Yek ji wana ebayekî hesinî avîtibû namila xwe. Ev hemû şervan bi awayekî qedirgirtin bi dilxweşî pêşwazî li rêwî kirin û ber wî panted an…”7. Eynî lêkolîner behsa desteyên kurdan yên şervanîyê dike: ”…ez ji dîdema dewlemend ya desteya şervanan zendegirtî mam, ku bi çek û rihalên xwe yên rengawazî û şal û şapikên bedew, bi bejina şîşmanî xwe li ser tivingên xwe mêl kiribûn, an jî kubar li hespên xwe siyar li çiyê li rex hev sekinîbûn”8.

Ji sedsala XV despêkirî li Împêratorîya Osmanîyê destbi pêvajoya derbazbûna ji artêşa siyarî, ku çekên sar bi kar dianîn, berbi artêşê, ku tê da leşkerên bejayê pirtir bûn û çekên wan yên biçûktir bûn. Ew rê dida desthilata sultan tesîra derebegên kurdan bidine kêmkirinê, ku leşkerên wana piranî siyarî bûn: dewsa wana leşkerên bejayê yên yeniçari hatine sazkirinê, ku di bin hukumê sultan da bûn.

Lê gelek eşîretên kurdan hetanî dawîya sedsala XX dest ji çekên sar û şerê bi siyarîyan nekişandin. Lê ji ber ku bikaranîna çekên nûjen ku her diçû zêde dibû û guhartinên di nava cûrê şerkirinê da berbiçav dibûn, kurd ne tenê çekên nûjen peyda kirin, lê herwiha destbi çêkirina wan çekan kirin.

A. A. Arakêlyan di nivîsa xwe da destnîşan dike, ku di rûyê jîyana koçerîyê da cem kurdan sinetkarî zêde pêş neketibû, lê dîsa jî di nava wan da sîlehçêkirên destemel peyda dibûn, herwiha hostayên çêkirina nalên hespan hebûn. Qeleya gulleyan ya kurdan bi tu tiştî va ne kêmî ya îngilîsan bû. Bi gotina wî, di sedsala XIX di gelek malên kurdan da nebatê bo amadekirina gulleyan hebûn, kurdan bi alîkarîya wan bi xwe gulle çê dikirin. Meriv dikaribû di malên kurdan da derdanên bo çêkirina gulleyan bibîne, wana fişek jî çê dikirin.

Rohilatzan V. P. Nîkîtîn dema behsa jîyana kurdan a di sedsalên XIX-XX dike, destnîşan dike, ku dêmê kurdan yê şervanîyê di nava tevaya sedsalekê neguhêrîye, tenê dewsa qirmeyên mezin, damançe û gullereş peyda bûne. Girêdayî bi belabûna çekên nûjen ra ser taximê kurdan, xwesma kurdên koçer, xurcên bona fişekan yên taybet zêde bûn. Ew an bi pişta xwe va girê didan, an jî ew bi xaçkî davîtine ser milên xwe. Ser şervanên siyarî dikaribû çend xurcên bona bicîkirina fişekan hebûya.

Di nimûneyên mûzêyan da koleksyona damançeyên kurdan ”Pîşto” û ”Tapacî” têne parastin. Destikê yek ji wan nimûneyan darîn e, tetika wê bi ornamentên rengorengî hatîye xemilandin. Meriv dikare texmîn bike, ku ew damançe ya jinan bûye.

Dema li welatên Rohilatê çekên zûbikaranînê peyda bûn jî9, kurd dest ji çekên kevinare ne kişandin. Pir caran çekên kurdên Kavkazê ji şûrên kêrr an jî qeme, qirmeyên taybet, tîrên dirêj bûn.

Kurdan dema êrîşa li ser dijmin zêde damançe bi kar dianîn, lê dema cebirxane xilaz dibû, bi destê çepê mertal digirt, bi destê rastê şûr. Kurd wan çekan gelek aqilane bi kar dianîn. Ji bo nimûne, kurdek di destê çepê da mertal û di destê rastê da şûr dikaribû di eynî wextê da himberî sê an çar dijminan şer bikira û bi ser keta jî.

Lêkolînerê sedsala XIX Mela Mehmûd Bayezîdî, dema behsa jîyana kurdên koçer yên li Tirkîyê dike, destnîşan dike, ku her kurdek zarokên xwe ji biçûktîyê da fêr dike bo şer amade be, bo nimûne, bikaribe hespê bajo û bi çekan li nîşanê xe, ango mêşindarekî baş be. Xwesma lîstika bi şûr û mertalan gelekî belavbûyî bû. Bi gotina M. M. Bayezîdî, xort bi saya lîstikên wisa dibûne hostayê bikaranîna mertalan, ku dikaribûn bi şûran derbên xedar wisa li dijmin xin, ku zirar negihîje wan. Lema jî kurd zêdetir bi şûr û qemeyan şer dikirin, lê tenê wê demê damançe bi kar dianîn, gava pir lazim bibûya.

Ji zarotîyê da herwiha fêrî mêşindarîyê jî dikirin, ku bikaribin gulle li nîşanê xin. Ji çekên agirkirinê kurdan zêde qirme bi kar dianîn. Herwiha wan çekan jî bi kar dianîn, ku di artêşa rûsan da hebûn. Em wê jî bêjin, ku çend taxbûrên kurdan di sedsala XIX di şeran da piştgirîya artêşa Rûsîyayê kirine. Rojên wisa di bîra gel da maye û bi zar ji nifşekê derbazî nifşeke din bûye.

Piştî şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê di salên 1977-1878an da cûrê çekan êpêceyî hate guhastin. Dewsa qirmeyên sade damançe û çekên bi navên Pibodi û Snayder (ku fişek ne ji hêla lûleyan va dihatine dagirtin, lê ji alîyê piştê va, ku hêza gullekirinê xurttir dikir) peyda bûn, lê dîsa jî kurdan di şêr da herwiha şûr û mertal jî bi kar dianîn.

Li ser fotoyên dawîya sedsala XIX – destpêka sedsala XX şervanên kurdan pir caran çekên Martini – Hanri hilgirtine. Împêratorîya Osmanîyê ji çekên bi modela bi navê ”Pibodi-Martini” bi jimareke pir ji fîrmayeke Amêrîkî tembe (siparîş) dikir, ji ber ku destûra xwedîya wan çekan – Brîtanîyayê hebû wan çekan tenê bide artêşa Brîtanîyayê. Di dawîya sala 1879an bona leşkerên Osmanîyê 600 hezar çekên wisa hatine çêkirin, lê dîsa jî temam negihîştine xwedî, ji ber ku heqê kirîna wan derengî xistibûn. Ew çek li her deran dihate bikaranîn – pêşî Împêratorîya Osmanîyê ew di şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê di salên 1877-1878an da bi kar anî, dû ra jî şervanên tevgera azadîyê li Împêratorîya Osmanîyê bi xwe da bi kar anîn.

Çeka ”Pibodi-Martini” li tevaya Împêratorîya Osmanîyê bela bûbû, ew bi nav dikirin wek Aynali Martin, ku bi tirkî tê maneya ”Martiniya neynikî”, çimkî tetika çekê wek neynikê biriqandibûn. Eşîretên kurdan yên Împêratorîya Osmanîyê bi daxwezeke mezin va ew çek peyda dikirin, hinek caran ji kesên firar. Navê wê çekê herwiha kete nava zargotinê (folklorê) jî, derheqa wê da kilam sêwirandin. Sala 1906an şêxekî kurdan ji general û dîplomatê Brîtanîyayê Persi Sykes ra behs dike ku wî berî çendekê pêncsed ”martini”10 peyda kirîye.

A.A.Arakêlyan dema behsa du rolên çekê dike – rola ku çawa tê bikaranînê û rola wê a dekoratîv-xemilê – dinivîse, ku çeka kurdan ”bi xemil û xişirên ji hestûyê fîlan va hatine xemilandin: wek serê şêran, kûçikan, pişîkan, heywanên hov û herwiha nîgarên cuda-cuda va”11. Wî destnîşan kirîye, ku kurd çekên bi konstruksyonên kevin bi kar tînin: bi fişekan (ezeli) û yên bi cûrê (çaxmaxli), eynelîyên bi lûleyên fireh û kêmber ku têne binavkirin wek seçmen û çifteli. Cûrên çekan yên nûjen di dawîya sedsala XIX ketine destê tenê wan kurdan, ku rewşa wan a aborî xweş bû, ew jî tenê kurdên Tirkîyê.

Gorî lêkolînên Arakêlyan, kurd heta radizan jî çend damançe û xencer didane ber serên xwe. Lê dema di cîyekî da diçûn, xênji wan çekan, herwiha tiving jî bi xwe ra dibirin, ew davîtine milê xwe, lê di destê çepê da tîr û kevan digirtin.

(dûmayîk heye)

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev