ŞÛNWARA ZIMANÊ KURDÎ LI SER ETLESA ZIMANÊN CÎHANÊ -3

ŞÛNWARA ZIMANÊ KURDÎ LI SER ETLESA ZIMANÊN CÎHANÊ -3

Em 4 rojan dû hev beşên nivîsa zanyarî ya ronakbîrekî meyî hezkirî,

zimanzan, heyranê dîrok û welatê xwe Omitê Mistefê,

ku hin caran bi navê Umîd Demîrhan jî dinivîse, raberî we dikin.

Me duh û pêr beşên nivîsê yên yekê û duduyan çap kir.

Fermo, îro beşa wê a sisîyan bixwînin.

 

Omitê Mistefê 

2. Ramanên li ser destpêka zimanê kurdî

Derbarê destpêka zimanê kurdî de gelek raman hene; lê ji ber dûrbûna pêkhatina bûyeran û kêmasiya lêkolînên zanistî, rastiya wan nayê piştrastkirin.

                      a. Teoriyên ayînî: Tekstên ayînî yên kurdên êzdî “Mishefa Reş” û “Pirtûka Cilweyan” zimên û qabiliyetên axaftinê dispêrin çavkaniyeke xwedayî; her wiha “Serencamname”ya yarsanî û elewiyan jî zimên û qabliyeta hizirînê wekî diyarî û xelateke xwedayî şîrove dikin. Hêjayî gotinê ye ku kurdên êzidî destpêka zimanê kurdî dispêrin bapîrê xwe yê bi navê “Şehîd b. Cera”yê ku kurek ji kurên Adem Pêxemberî ye. Li gorî vegotinên wan, nijada paqij a Şehîd b. Cerayî hêrsa xwişk û birayên wî yên din rakiriye; dema ku xwestine bi komployekê wî ji holê rakin, Melekê Tawis bi şev hatiye, bi baskê xwe li devên wan xistiye, bi hilatina rojê re her kes bi zimanekî cuda axiviye û kurdiya xwerû tenê ji Şehîdî re maye.[1]

Dîsa tekstên ayînî yên Avestayê zimên û qabiliyetên axaftinê dispêrin çavkaniyeke xwedayî; ji xwe hebûna vî zimanî bi serê xwe bûyerek e û pêwendiya baweriyên xwedayî yên kurd, pars, sindohindûyan û zimanên wan nîşan dide: “Zimanê avestayî, -jê re bi şaşîtî Zend jî tê gotin- bi zimanekî rojhilata îranî hatiye nivîsandin ku pirtûka pîroz a zerdeştiyê ye. Avestayî di du serdeman de hatiye nivîsandin: serdema hera kevn Gata ne ku asteke zimannasiyê (600 BZ) ya nêzîkî zimanê sanskrîtî yê Vedayên Hindistanê nîşan dide. Beşa herî zêde ya Avestayê bi rengekî nûtir ê zimanî hatiye nivîsandin û di şêwazên rêzimanî de gav bi gav sivikbûn û guherandinan nîşan dide. Dema ku tekstên Avestayê hatine sererastkirin (sedsala 4-6an), avestayî zimanekî mirî bûye ku tenê ji hêla muxan (magiyan) ve dihate zanîn. Bi îhtimaleke mezin, derdora salên 400î yên berî zayînê avestayî wekî zimanekî axaftinê yê rojane nemaye; lê gotinên pîroz bi kevneşopiya devkî derbasî nifşên peyrew bûne. Avestayî bi alfabeya pehlewiya dereng hatiye nivîsandin ku ji alfabeya zimanê aramî hatiye wergirtin.”[2] [3] Divê bê gotin ku zimanê avestayî li ser du zaravayan dabeş dibe: zaravayê kevnare yê Gatayan û zaravayê ciwan ê pehlewiyê; her wiha zimanê avestayî û sanskirîtî bi qasî goranî û hewramî nêzikî hev in, lê ji aliyê dengsaziyê ve avestayî ji sanskrîtiyê zengîntir e.[4] Wekî mînak: di her du zimanan de jî 8 cureyên tewangê, 3 mêjer, 3 zayend hene û bikaranîna wan pir dişibihe hev; tewanga rengdêran a li gorî navdêran, kêşa cînavkan, kêşa lêkeran, rader û gerguhêzî-negerguhêzî hema hema mîna hev in.[5]

Li gorî zimanzanê nebetî Ebûbekr Ehmed Ibn Wehşiyeyî (860-935) kurdên pêşîn bi riya zimên gihiştine asteke bajarvaniyê ya bilind, bi neteweyên cîran re ketine pêşbirkê û hemû zanyariyên xwe yên civakî-fermî ji çendek tekstên pîroz wergirtine ku dîroka wan digihêje heyama mirovê pêşîn Adem pêxemberî. Ibn Wehşiyeyê ku sala 241an (a koçî) berhema xwe ya bi navê “Şewq-ul-Musteham Fî Mehrifeti Rumûz-il-Eqlam” berhev kiriye û bexişandiye pirtûkxaneya mîrê emewiyan Evdilmelik b. Merwanî, di vê xebatê de alfabeya hera kevnare ya kurdan vereşandiye, gelê kurd û pergala wan a zimanî wiha daye nasandin: “Heçî ku keldanî ne ew zanatirên heyama xwe bûne. Kurdên pêşîn xwestine ku bi wan re têkevin pêşbaziyê û qayişkêşanê; lê belê ji erdê hetanî esmanê heftan cudahî di navbera her duyan de heye. Pisporiya kurdên pêşîn derheqa zanistên çandiyarî û reheknasiyê (ziraet û botanîkê) de bûye. Li gorî angaşta wan ew neviyên Bînûşad in. Rûpela Pîroz a Ademî ya derheqa çandiyariyê de, Rûpela Safrît û Rûpela Qusamî di destên wan de ne. Her çi hebe li gorî angaşta wan zanistên Heft Rûpelên Pîroz û Mishefa Birêz Danayî gihiştiye ber destên wan. Her çiqas ew bibêjin ku em bi cadûbazî û tilismeyan dizanin jî, rastî ne wisan e; berevajî vê gotina wan çiqas zanyarî û huner di destên wan de hebin gişt ji keldaniyan gihiştine wan. Di vê babetê de keldanî ji kurdan kevntir in. Lewre di navbera her du seriyan de dijminahiyeke aşkera û demdirêj heye.”[6]                       

                      b. Teoriyên mîtolojîk: Bûyera Tofanê û ji nû ve avakirina şaristaniya mirovahiyê hem di pirtûkên pîroz ên ayînî de hem jî di efsaneyên êpêcek gelan de cih girtiye. Çîroka Tofanê ya di Destana Gilgamêşî de pir dişibihe vegotinên ayînî; lê belê di nava çandên hindî (Tofana Manûyî, Tofana Îsî û Îswara), yûnanî (tofanên Kîklopan û Deukaliyon), sabiî, misrî, îrlandayî-keltî, afrîqayî, tirkî (Tofana Namayî), maya û înkayî, endonezya-malezyayî û çînî de jî birek efsaneyên curecureyî hene. Sihvedana vê bûyerê ya li gorî vegotinên tewratî û quranî çanda kurdan jî bi du guhertoyan mijûl kiriye: di bin bandora vegotinên tewratî-incîlî de cihê Keştiya Nûh Pêxemberî li çiyayê Araratê, ango Agiriyê ye; lê Quranê tekez kiriye ku rawestgeha keştiyê ya dawîn li çiyayê Cûdî bûye. Lewre gerok û dîroknasên ereb tu carî qala bûyera Tofanê ya li her du çiyayên Agiriyê nekiriye; wihareng e, wan ev her du çiya wekî çiyayên Haris û Huweyrisî û çiyayê Cûdî jî wekî rawestgeha keştiyê bi nav kirine.[7] Wekî mînak, Qezwînî (605-682) di berhema xwe ya bi navê “Asar’ul-Biladi we Exbar’ul-Ibad” de her du çiyayan wekî Haris û Huweyris bi nav dike; her wisa tu pêwendiyekê bi mijara Tofanê re girênade û ji naverasta Gola Wanê re jî dibêje Dola Kurdan (Wadî’l-Kurd).[8] Piştî belavbûna van zanyariyên erebî kurdên misilman jî heman agehî dubare kirine û ji bo ku bi teksta Quranê re nekevin nakokiyê, tiştekî nû li wan zêde nekiriye.

Hêjayî gotinê ye ku kurdên êzdî xwe bextewar dibînin ku rastî Tofanê nehatine û wekî çîneke bijarte ji wê bobelata xwezayî-xwedayî rizgar bûne; her wiha êzidî sexbêriyê li Cûdî, Cizîr û Şengalê dikin, vê deverê wekî xaka niştimanî ya ayînî û mîtolojîk dihesibînin.[9]

Her çend di vegotinên tewratî-incîlî de rawestgeha keştiyê Ararat be û Quran bi tekezî Cûdiyê wekî rawestgeh nişan bide jî, di hinek hêma û vegotinên kurdan de pîroziyek li her du çiyayên Agiriyê tê bexşandin. Kurdnasê xoresanî Evdilah Haciyanê ku derbarê mîtolojiyên neteweyî yên kurdan de lêkolînan dike, di hevpeyvîneke xwe de ji me re wiha digot: «Gava mirov li perestgeha Lalişê dinêre, tu dibêjî qey peykerê her du çiyayên Agiriyê ye; qubeya mezin Çiyayê Agiriyê yî Mezin û qubeyên biçûk jî Çiyayê Agiriyê yî Biçûk, Tendûrek û Elegezê dinimînin. Gava tu li perestgehên hindûyan ên li Madiya Pradeşê (perestgeha Xacûraho), li Gucaratê (perestgeha Somnatê), li Ûtar Pradeşê (perestgeha Kaşî Wîşwanatê), li Pûriyê (perestgeha Caganatê) û li Kamboçyayê (perestgeha Angkor Watê) dinihêrî, tu vê gotina Bîrûniyî baş fêm dikî: “Berê ji Hindistanê heta Şamê çandeke mîtrayî ya hevpar hebû.” û tu dibêjî qey hevpariyeke ayînî di navbera Laliş û van perestgehan de heye. Ji aliyekî din ve, di çanda xwe ya kevneşopî de hinek êzidî xwe ne wekî kurd, lê wekî koçberên hindistanî dihesibînin. Wisan dixuye ku kurd di vê qada berfireh de (ji Hindistanê heta Şamê, ji Şengalê heta Aranê) hebûne û zimanê wan serdemekê zimanê hevpar (lingua franca) bûye.» 

                      Her çiqas Kurdgalnameka sedsala 16an gelên medoparsî û belûçan pêkhateyên neteweyekê bihesibîne, her wisan cihê kombûn, desthilatdarbûn û berbelavbûna wan rojavayê Deryaya Hezareyê nîşan bide jî, Şehnameya osmanî ya sedsala 15an Pîşdadiyan wekî bav û kalên kurdan destnîşan dike.[10] Bi gotineke din, dîroka efsaneyî ya kurdan vedigere Pîşdadiyan ku paytexta wan Amûla li ber Deryaya Hezareyê bûye. Îcar li gorî efsaneyê, damezrînerê vê xanedanê Keyûmers e ku navê wî tê wateya “mirovê pêşîn” û Cemşîdê Kurd (li gorî Şehnameya osmanî) jî nevîçirkê Keyûmersî ye. Heke beşeke rastiyê di vê efsaneyê de (yan jî di vê çîrok-dîroka devkî de) hebe, destpêka zimanê kurdî û desthilatdarbûna kurdan berî dewleta Medistanê ye û med bi hinceta “mîratgirê mafdar” bûne serwerên welêt.  

                      c. Teoriyên zimannasiyê: G. R. Driver di gotara xwe ya navdar “Navê kurd û girêdankên wî yên zimannasiyê/The Name Kurd And Its Philological Connections” de dibêje ku tevahiyê navên “kurtî, karda, karduk, gord, kord, cardakes, cyrtii” yên ku di belgenameyên dîrokî de derbas dibin îşaretê bal kurdan dikin; her wiha navên dîrokî-zimanî yên ku dengdarên wekî “k-r-t” û “k-r-d”yê dihewînin jî bi kurdan re eleqedar in. Di vê çarçoveyê de peyva “sanskirîtî” gelekî girîng e; ji ber ku xebatên ewropî hertim reh û rîşeyên peyvê wekî “samskarta” (“sams”: di gel hev + “karta”: tiştê kirî/hatî kirin, hevedudanî, paqijkirî, çandî) nîşan didin ku nakokiyek tê de heye. Heke mirov belavbûna gelên hind-ewropayî ji nîvgirava Hindistanê bide destpêkirin, her wiha zimanên sanskirîtî, parsiya kevn û medî zimanên cîran bihesibîne, divê mirov teslîmî şîroveyên ewropayî yên rîşenasiya peyvê bibe. Li gorî hinek zimannasan medî (kurdiya pêşîn), zimanên sanskirîtî û avestayî ji endamên malbatekê ne û peyva “sanskirîtî”yê bêjeyeke hevedudanî ye ku ji peyva “san”, veqetandeka nêrzayê yekjimar “is” û peyva “kirîtî”yê pêk hatiye; îro jî di gelek devok û zaravayên kurdî de peyva “ziman”î wekî “ziwan, zwan, zan”ê tê bilêvkirin. Di çarçoveya hîpoteza G. R. Driverî de bi zaravayê kirmanckî (dimilî) raveka “zwanê kirdî” (zimanê kurdî), bi lurî, şêxbizinî, feylî û kelhurî “zwan kurdî”, bi soranî “zimanî kurdî” û bi kurmancî jî “zimanê/zarê kurdî” hene. Gava mirov li şîroveyên derbarê rîşenasiya (etîmolojî) peyvê de dinêre, hemû şîrovekar ne ewropî ne û wekî nêrîneke “xwemaliya ewropî” (ewrosentrîk) xuya nake;[11] lê gava em guh didin hinek şîroveyên zanyarên hindî yên berê, qinaeta derbarê “xwemaliya ewropî” xurtir dibe û ev hîpotez têk diçe.

Wekî zimanekî serbixwe, sanskirîtiyê bi gelek zimanên neberbelav ên gelên kêmjimar re pêşbazî kiriye ku ji wan re “zimanên prakrîtî” (prākarta-) tê gotin û li gorî Franklin Southworthî têgîna “prakirta”yê tê wateya “esîl, xwezayî, asayî, bêhuner”ê.[12] Têkiliya di navbera prakirîtî û sanskirîtiyê de li nava metnên hindî yên kevnare (hezarsala 1emîn BZ) hatine dîtin. «Patanjalî destnîşan dike ku prakirîtî zimanê yekem e; zimanekî ku ji hêla her zarokî ve di gel hemî kêmasiyên xwe bi awayekî xwezayî dihate bikaranîn. Her çiqas di vî zimanê destpêkî de pirsgirêkên şîrovekirinê û şaştêgihiştinê derdiketin holê jî, avahî û sazûmana paqij a zimanê sanskirîtî ev kêmasî beralî dikirin. Zimannasê sanskirîtiyê yê destpêkê Dandîn dibêje ku di zimanên prakirîtî de pir tişt ji hêla rîşenasiyê ve bi sanskirîtî ve tên girêdan; lê di van zimanan de hinek deng winda dibin û di encama paşguhkirina rêzimanê de çendek şaşî peyda dibin. Li gorî Dandînî di prakirîtî de peyvsazî û hevoksaziyên tevlihev hene ku ji sanskirîtiyê serbixwe bi pêş ve diçin û ev nêrîn ji aliyê Bharata Mûnî (nivîskarê berhema kevnar a bi navê “Natya Şastra”yê) ve jî hatiye pejirandin. Her çend zanyarê heyamên kevnare Namisadhu vê nêrîna Bharata Mûnîyî û cudahiya her du zimanan bipejirîne jî, li gorî wî zimanê prakirîtî di encama  bişaftin û xerabûna sanskirîtiyê de peyda nebûye. Namisadhu diyar dike ku zimanê prakirîtî “pûrvam” (pêşhatî, resen) bûye; lewre zarokan bi awayekî xwezayî ev ziman tercîh kiriye, lê sanskirîtî di encama sererastkirineke rêzimanî de ji prakrîtiya zelal derketiye holê.»[13]                     

                      Bi rastî rewşenbîrên kurd ên sedsala 20an, hê di destpêka sedsalê de zimanê kurdî birayekî zimanê farsî û hindî dihesibandin; heta seyda Seîdê Kurd (Nûrsî) pêşniyar dikir ku kêmasiyên zimanê kurdî li ser bingehê parsiya kevn (avestayî û pehlewî) û zimanê sanskirîtî bên dabînkirin. Wisan e, li gorî wan ronakbîrên ku dîroka zimanê farsî baş dizanîn, zimanê kurdî ji zimanên parsî û sanskirîtî kevntir bû; bi domana demê re ev her du ziman bi pêş ketibûn, lê kurdî rastî bişaftinekê hatibû û divê zimanê kurdî bi alîkariya wan zimanên eqreba yên rêzimanî, fermî, zanistî û wêjeyî (parsiya kevn û sanskirîtî) bihata vejandin.                      

                      d. Teoriyên dîrokî: Şehnameya osmanî ya sedsala 15an Pîşdadiyan wekî bav û kalên kurdan û Kurdgalnameka sedsala 16an jî gelên medoparsî û belûçan pêkhateyên neteweyekê dihesibînin; her wiha farsên îroyîn bi xwe jî destpêka dewleta xwe bi Hexameniyan (Axamendî) didin destpêkirin ku li ser bingehê dewleta Medistanê (Keyanî) ya desthilatdariya hevpar a kurd û parsan hatiye damezrandin. Ji aliyekî din ve, Karnameya Erdeşîrî hevalbendiya kurd û sasaniyan nîşan dide û belgeyên dîrokî jî li ser kurdbûna xanedana Sefewî radiwestin; tiştê balkêş ew e ku dîroknasê kurd ê xoresanî Kelîmullahê Tewehudî xanedana Pehlewî wekî binemaleke kurd dibîne. Bi rastî pêvajoya bişaftina kurdên Aranê qinaetê dide mirovî ku qecerî kurdên bişaftî bin; ji ber ku ferhengên erdnîgariya Incîlê hertim kurd û farsan di gel hev bi bîr tînin û her du gelan wekî “medaî-parsa” didin nasandin. Bêguman zimanê avestayî hem ji aliyê erdnîgariyê ve li ser xaka yekpare ya Kurdistanê derketiye ser dika dîrokê hem jî samaneke hevpar a gelên medoparsî ye; her wiha -wekî zimanekî xwedîzayend- ji farsiyê zêdetir, bingehê zimanê kurdî û zaravayên wî yên navendî û bakurî ye. Wisan e, ji hêla dîrokî ve fars ne xwediyê samaneke çandî ya serbixwe ne; wan hertim di bin siha kurdan de û li kêleka wan hebûna xwe parastiye. Her wisa ji hilweşîna Dewleta Ebasiyan û vir de bi qasî çend serdeman moxolî, selçûqî, aqqoyunî û qereqeyuniyan li xaka medoparsî serwerî kiriye ku li ser nijada hinekan (selçûqî, aqqoyunî û qereqoyuniyan) pirsnîşan hene û hemû jî bi hilkefta sefewiyan têk çûne; piştî sefewî, zendî û qeceriyan, ev cara yekem e ku komeke seyidên erebnijad di bin sernavê “Komara Îslamî ya Îranê” de bi cil û bergên farsî, bi bîrdoziyeke mezhebgir û bi desteka çîna melayan li beşeke xaka dîrokî ya medoparsî bûne desthilatdar.

Mixabin ji ber kêmasiya xebatên kurdnasiyê û nekurdîbûna çavkaniyên dîrokî mirov nikare li gorî van zanyariyan serdema destpêka zimanê kurdî diyar bike; lê belê bi texmîneke xurt ji serdema Pîşdadiyan û pê ve zimanê kurdî yê pêşîn (proto kurdî/kurdiya kevnare) li ser dika dîrokê hebûye. Ji aliyekî din ve Martin Van Bruneisen di gotareke zanistî ya bi sernavê “Di sedsala 17an de kurd û zimanê kurdî: Nişeyên Ewliya Çelebiyî yên di bareya zaravayên zimanê kurdî” de balê dikêşe ser zanyariyên gerokê osmanî yê sedsala 17an Ewliya Çelebiyî; lêkolîner beşeke agehiyên Çelebiyî wiha vediguhêze “ji neviyên Nûh Pêxemberî kesekî bi navê Melik Kurdim zimanê kurdî pîştî Tofanê afirandiye; ev ziman ji ibranî, farsî û derî cudatir e”. Van Bruneisen digihêje wê encamê ku “destpêka zimanê kurdî derdora salên 3000î yên berî zayînê ye û cihê belavbûna wî jî Meyafarqîn e.”[14]  Selîm Temo jî qala desthilatdariyeke kurdan a bi pêşengiya Melik Kurd dike ku di sedsala 13-14an de li devera Efxanistan, Sîstan û Belûçistanê serwer bûye û ji aliyê moxoliyan ve hatiye hilweşandin; Temo agehiyên Çelebiyî û hilkefta dewleta Melik Kurd berawird dike û bûyerê wekî “veguhastina nav û nîşanên bav û kalên mîtolojîk li devereke kurdnişîn” bi nav dike.[15]

                      3. Reh û rîşeyên zimanê kurdî û nirxandina belgeyên nû

Li gorî rêbazeke zanistên dîrokê, “her belgeyeke nû ya derbarê mijarekê de zanyariyên kevn bi nirxandineke rojanekirî re rûbirû dike”; lewre divê hemû ramanên kesane, hîpotez, teorî û zanyariyên heyî li ber ronahiya du belgeyên nû de werin nirxandin. Ev her du belge “Kurdgalnamek”a Mihemed Salihê Belûç û “Şehnameya Osmanî” ne; Kurdgalnameka ku li gorî hinek rêbazên dîroknasiyê hatiye nivîsandin, diyar dike ku “med” (li gorî çavkaniyên farsiya kevn “mad”, erebî “mah”, yûnaniya kevn “mêd”, tewratî “mêday”) kurd in û navê wan ê di dîroka devkî-nivîskî ya farsî û erebî de “keyanî” ye. Her wiha di Şehnameya Osmanî de Cemşîdê Pîşdadî wekî kurd û bavikê pêşîn ê kurdan tê nîşandan; wisan e, zanyariyên hevçerx ên ku zimanê kurdî wekî zimanekî bakur-rojhilatê zimanên îranî dinirxînin şaş in û divê zimanên îranî wekî zimanên başûr û rojhilatî yên zimanê kurdî bên hesibandin ku bi egerên dagirkeriyan bişivîne. Heta mirov dikare bibêje ku ji Şerefxanî heta roja îroyîn polînkirina zimanê kurdî li ser bingehekî pûç hatiye avakirin û piştrastkirina wan vegotinên dîrokî gelekî dijwar e; loma pêwistî bi teoriyeke nû heye ku divê zimanê medî (zimanê kurdî yê kevnare) wekî bingehê tevahiya zimanên aryayî were dîtin, ne ku devokên pişaftî yên medî wekî bingehê zimanên aryayî. Gava mirov li etlesa zimanên medî yên zayendar dinêre derdikeve holê ku di navbera Laçîn-Mûsilê (bi dirêjahî ) û Dêrsim-Erdelanê (bi berahî) de tên dîtin. Ev jî tê wê wateyê ku divê koma zimanên aryayî li ser du beşan bên parevekirin: “zimanên zayendar ên aryayî” (bakur-rojavayî) û “zimanên pişaftî û bêzayend ên aryayî” (başûr-rojhilatî). Divê bê gotin ku çar zaravayên kurdî yên wekî kurmancî, kirmanckî, hewramî û goranî di nava zimanên zayendar ên aryayî de cih digirin; her wiha îro jî di hinek zaravayên zimanê medî de (azeriya kevn-teze û tatî) zayend li ber çavan dikeve. Ji aliyekî din ve heft zaravayên kurdî yên wekî şêxbizinî, soranî, kelhurî, feylî, lekî, lurî û belûçî jî di nava zimanên pişaftî û bêzayend ên aryayî de cih digirin; mixabin heta niha zimanên aryayî ji aliyê zayendarî û nezayendariyê ve nehatine polînkirin û bi bihaneyên siyasî tevahiya mîrateya gelên aryayî li parsîaxêvan hatiye radestkirin.

4. Zimanê kurdî û malbata wî ya zimanî

Lêkolînerê kurd Fuad Heme Xurşîd diyar dike ku hesibandina zimanê kurdî di tofa zimanên hind-ewropî de xwe dispêre sedemine nezanistî û ewropiyan ev zanyariyên xwe sipartine zanyarên xwemalî yên wekî Jarl Charpentier (The Original Home of Indo-Europeans, B.S.O.S., Vol. IC, 1926-28, r. l49) û James Henri Brasted (Tarîx’ul-‘Usûr’il-Qedîmeh, wergera Dawid Qurban, Beyrût, 1926, r. 135).[16] Lê belê bi me, ev navandin xwe dispêre sedemeke siyasî ya dagirker. Ji ber ku piştî Şoreşa Pîşesaziyê û Şoreşa Azadîxwaziyê nexşeya cîhanê bi pêşengiya Ingilistan û Fransayê hate amadekirin û erdnîgariya vê aqara pir fireh li ser navê Ewropa û Hindistana ku mêtingeheke Ingilistanê bû hate tomarkirin. Her wiha di vê serdema parvekirinê de ev aqar di bin desthilatdariya du împaratoriyên misilman de bû ku ewropiyan dixwest her duyan jî ji holê rakin; bêguman hinek sedemên sereke yên din jî hebûn: 1. welatê kurdan di navbera Osmanistan, Qeceristan û Ûrisatê de hatibû parevekirin 2. di vê serdemê de dewleteke aryayî ya ku doza maf û destkeftiyên ariyan biparêze jî tunebû: Qeceristana ku li ser enqaza Dewleta Zendiyan ava bûbû, bi hinceta alîgiriyeke mezhebî doza gelên aryayî nedişopand; carinan beşeke xaka welatê kurdan wekî diyarî dida Qeyserîtiya Rûsyayê. Wekî mînak: Aran û Tirkmenistan bi peymanên Gulistan û Axalê li rûsan hatin xelatkirin. 3. mîrgehên kurdan yeko yeko ji aliyê van dagirkeran ve dihatin hilweşandin; osmanî, qecerî û rûsan rik kutabû mîrên kurdan û bi yekdengî li dijî wan tevdigeriyan.

(beşa 4an, ango ya dawî sibê bixwînin)

Riataza

[1]                         Ahmet Turan, Yezidi Inanç ve Ibadetleri, https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/188778; dema gihiştinê: 14.12.2021; 05:39.

[2]                         https://www.britannica.com/topic/Avestan-language; dema gihiştinê: 09.12.2021; 02:43.

[3]                         https://iranicaonline.org/articles/avestan-language; dema gihiştinê: 09.12.2021; 04:13.

[4]                         A. V. Williams Jackson (1892), An Avestan Grammar In Comparison With Sanskrit (Part 1), W. Kohlhammer: Stutgart, r. V-xxxiii; ji bo nusxeyeke înternetî bnr.: https://ia800909.us.archive.org/23/items/pt1avestagrammar00jackuoft/pt1avestagrammar00jackuoft_bw.pdf; dema gihiştinê: 17.12.2021; 23:12.

[5]                         Pandurang Damodar Gune (1918), An Introduction to the Comparative Philology, The Oriental-Booksupplying Agency: Poona, r. 116-130.

[6]                         Joseph Hammer, Ancient Alphabets And Hieroglyphic Characters of Ahmad Bin Abu Bakr BinWahshih, London, 1806 (Ashmolean Oxford Museum, 8 Jul 1962, barkoda wê: 302079777%, jimareya tomarkirinê: 381.2 Ham), r. 131-135; ji bo nusxeya înternetî binêre: https://archive.org/details/b22039910/page/186/mode/2up; dema gihiştinê: 10.11.2021; 21:36.

                          * Iyad Xalid Et-Tabbaah, Menhecu Tehqîq-il-Mextûtat we me’ehû Kitabu Şewq’ul-Musteham Fî Mehrifeti Rumûz’il-Eqlam li Ibni Wehşiye En-Nebetî, weşana Dar-ul-Fikr, Şam, Sûriye, 2003, ISBN: 1-59239-041-2

       Ji bo zanyariyên berfirehtir bnr.: Umîd Demîrhan, Alfabeya kurdî ya hera kevnare û alfabeyeke alternatîf” https://www.academia.edu/43958192/ALFABEYA_KURDÎ_YA_HERA_KEVNARE_Û_ALFABEYEKE_ALTERNATÎF

[7]     Ibn’ul-Werdî Es-Sadîqî (2014), Xerîdet’ul-Ecaibi we Ferîdet’ul-Xeraib, Dar’ul-Kutub’il-Ilmiyyeh: Beyrût, r. 169.

[8]     Zekeriyya b. Mehmûd b. Muhemmed El-Qezwînî (2013),  Asar’ul-Biladi we Exbar’ul-Ibad, Dar’ul-Kutub’il-Ilmiyyeh: Beyrût, r. 426-427.

[9]     Çakir Seyhan Suvarî, Tufan Mitosu ve Cudî Daginin Yezidi Kimligi Inşasindaki Rolu, http://isamveri.org/pdfdrg/D196755/2010/2010_SUVARUCC.pdf; dema gihiştinê: 14.12.2021; 05:10.

[10]                       Mustafa Kugu (2017), 15. Yüzyıla Ait Şehname Tercümesi (giriş-metin-sözlük), ji bo vê teza doktorayê bnr.: https://tez.yok.gov.tr/UlusalTezMerkezi/tezDetay.jsp?id=KYh7deUPHVHuuEeLcF1E5w&no=7p7Ncp_ZTVHTsFyYKnhChQ; dema gihiştinê: 08.02.2022; 01:26. Her wiha binêre:

                          Nurullah Alkaç (2019), Osmanlı kaynaklarında kadim Kürtler, https://www.indyturk.com/node/61086/türkiyeden-sesler/osmanlı-kaynaklarında-kadim-kürtler; dema gihiştinê: 08.02.2022; 01:33.

[11]                       https://www.etymonline.com/word/Sanskrit, https://en.wikipedia.org/wiki/Sanskrit; dema gihiştinê: 10.12.2021; 03:28.

[12]                       Franklin Southworth (2004), Linguistic Archaeology of South Asia, Routledge, ISBN 978-1-134-31777-6, r. 45.

[13]                       Klein Jared, Joseph Brian & Fritz Matthias (2017), Handbook of Comparative and Historical Indo-European Linguistics: An International Handbook, Walter De Gruyter, ISBN 978-3-11-026128-8, r. 318-320.

[14]                       Martin van Bruinessen, Onyedinci yüzyılda Kürtler ve dilleri: Kürt lehçeleri üzerine Evliya Çelebi’nin notları, https://www.academia.edu/6040476/Onyedinci_yüzyılda_Kürtler_ve_dilleri_Kürt_lehçeleri_üzerine_Evliya_Çelebi_nin_notları; dema gihiştinê: 14.12.2021; 00:32.

[15]                       Selîm Temo, Afganistan’da bir Kürt devleti – III, https://www.gazeteduvar.com.tr/yazarlar/2017/02/22/afganistanda-bir-kurt-devleti-iii; dema gihiştinê: 14.12.2021; 01:26.

[16]                       Fuad Heme Xurşîd (1989), Zimanê kurdî û belavbûna cografî ya zaravayên wî (beşa yekem), kovara Têkoşer a Yekîtiya Karker û Xwendekarên Kurd li Belçîkayê, hejmara 32an, r. 18-22.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev