
Xwedîyê van xetên delal bo kêrî gelê xwe bê, bû rojnamevan, nivîskar, helbestvan
û niha jî serokatî li partîyake Kurdan – HAK-PARê dike.
Sipas bo ked û hewildana te, sipas bo te ev helbest ji malpera me ra şand.
Latif Epözdemir
Carna hela dêna xwe bidê li her der serhildanek bêdeng
Dîsa yeqîn êş û eleman dorpêç kirîye vê Gerdûnê.
Lewraye Gûlşelîl û Leylûper di xewê de mane dereng
Ne dilşa û şadane di xemê melûle dara Zeytûnê.
Teyr û tûr, rûhber û ajal di biharê mehtel mane
Ka gelo çima ewqas maye sitûxwar kûlîlka Beybûnê?
Berfîn û Nêrgiz digel Sosinê wê rojê rabûn pîyane
Di roja xîretê de, bûne piştevan di sengerê hebûnê.
Eger naxwezî li ser sîngê xwe hergîz pî û reşpotînan
Li çar alî di çar werzan ji nû aj bide tu jî hebûnê.
Ma heq, ji te re jî ne heqe, bêpar mayî ji azadîyan?
Ez ezî na, lê, yekîtî vedike derîyê serxwebûnê.
Binêre li ku, erd û axa kî kirine çar perçe bê riza.?
Sazûmanek bê însafe ku berê te daye tûnebûnê ,
Êdî bese, heta kengê serî xwarkî li ber mûariza?
Jîyanek serfiraz mafê te ye, netirse ji zanebûnê.
Bab û kalan bi salan te hiştine bê paytext û bê ala
Mixabin serketî nebûne bo pêkanîna hevrebûnê,
Were tu ey bira, nebeze li dû xeyalên pûç û vala
Mirazek bihêle ji bo zarûkan sedem bi bîrnebûnê.
Beralî bike mafên biçûk, wek Xanî mezin bifikire
Bila bi keda te kuta bibe dewra şer û pevçûnê,
Nav xîreta axa Kurdistanê serê xwe bilind bigire
Ku hergav kef û şadî bistîne dil ji hinav û derûnê.
Wêne: Ji mûzêxaneya birêz Seyda Goyan
Riataza