Profêsor Ezîzê Zîyo Bedirxan rûpelên 11 salên mayîna Barzanîyê Mezin li Sovyetê ronî dike

Profêsor Ezîzê Zîyo Bedirxan rûpelên 11 salên mayîna Barzanîyê Mezin li Sovyetê ronî dike

Gotareke delal ji kovara BERBANGê bo bîranîna Rêberê gelê kurd

Têmûrê Xelîl,

sêkrêtarê Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Swed

Bi dehan salan jîyana Rêberê gelê kurd Mela Mustefa Barzanî û weke 600 pêşmergeyên wî ya 11 salan li Yektîya Sovyetê ne ronî bû, ji ber ku wek sura dewletê dihate hesibandin. Hemû malûmatîyên derheqa wan da di arşîvên taybet û yên girtî da bûn, ku destûra hîç kesî tunebû bikeve nava wan arşîvan. Lê profêsorê ji binemala Bedirxanîyên Mezin – Ezîzê Zîyo Bedirxan biryar kir jîyana Rêberê gelê Kurd ya zêdeyî deh salan derxe ronahîyê û bi şerezatîya xwe, bi zanebûnên xwe, bi dostanîya serokan ra, bi welatparêzîya xwe ew hemû arşîv bi awayekî batinî da vekirinê û salên jîyana Barzanîyê Mezin li Sovyetê kir berhemeke delal, bi rûsî çap kir. Min jî bi dilxweşî ew berhema delal wergerande kurdî, li Weşanxaneya DOZê li Stembolê çap bû, dû ra me ew kire kurdîya bi tîpên erebî jî û niha li du cîyan, li Başûrê Kurdistanê çap dibe.

Van dawîyan min bi vîdeoblogg a malpera RIATAZA ser wê berhema delal bernameyek çê kir. Ew bername û berhema Ezîzê Zîyo gihîştîye ber destê lawê Barzanîyê Mezin – rêberê gelê kurd Mesud Barzanî û nevîyê wî, serekwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî. Ewana bi saya vê berhemê û vîdeobloggê ser bavê xwe û kalê xwe gelek tiştên nû hesiyan, ku berê nizanibûn. Pir kêfxweş bûbûn. Bi hêvîya em rojekê bernameyeke wisa bi awayekî zindî, bi amadekarîya miletê me li paytextê welatê me – Hewlêrê çê bikin.

 

Ezîzê Zîyo binemalên Bedirxanîyan û Barzanîyan nêzîkî hevdu kir

Ser Barzanîyê Mezin gelek hatîye gotin û nivîsar. Lê ev pirtûka delal taybet e, ji ber ku derheqa jîyana Barzanîyê Mezin yê li komarên Yekîtîya Sovyet e, ku zêdeyî deh salan kişand. Malûmatîyên balkêş hene derheqa seredanên Barzanî li Ûzbêkistanê, Ermenîstanê, Azirbêcanê, derheqa mayîna wî a demdirêj li Moskvayê, ku xanîyê lê maye îro bûye mûzêya ser navê wî. Hema li Moskvayê biryara alîkarîkirina kurdan hate dayîn û Sovyetê piştgirîya têkoşîna kurdan li Başûrê Kurdistanê kir.

Di vê berhemê da ewledekî ji malbeta kurdan ya binavûdeng behsa ewledekî kurdan yê di cihanê da pir navdar tê kirinê, ku herdu binemal jî ber dilê her kurdekî welatparêz ezîz in.

 

Rola Zîyo Bedirxan di hevdîtina Mustefa Barzanî û Nîkîta Xrûşçov da

Hinek bûyer weke bombeyeke neteqandî ne. Haya kesî jê tune. Lê dema ew bombe diteqe, her kes behsa wê dike. Dema Barzanîyê Mezin bi 500î zêdetir pêşmergeyên xwe va xwe li çemê Erez xist, derbazî ser axa Yekîtîya Sovyet bû, ew şandine Ûzbêkistanê, li warekî bi cî kirin, rê nedidan tu kes ji wî warî derkeve û tu kes jî seredana wan bike. Nasnameyên tu kesî jî tunebû. Di vê rewşê da Barzanîyê Mezin ji warê xwe derdikeve, li balafirê siwar dibe û xwe digihîne Moskvayê, diçe Kremlînê û Xrûşçov ew qebûl dike. Hilbet, bo pêkanîna vî karî nas-dost, xêrxwaz, cesaret, pere, mêrxasî, welaparêzî û h.w.d. lazim bû.

Ka em mêze bikin di pirtûka Ezîzê Zîyo Bedirxan ya bi sernavê “Lehengê efsaneyî” da (dû ra dema ew pirtûk bi kurdî hate wergerandin, navekî din lê kirin: -M. Mustefa Barzanî li Yekîtîya Sovyet), ku ser 110 salîya bûyîna Barzanîyê Mezin e, çawa bi awayekî sergirtî behsa vê yekê tê kirinê û ji wê tê fêmkirin ku ew welatparêzê mezin kî bûye, ku xwe bi her awahî daye ber karê seredana Barzanî li Moskvayê û rasthatina wî bi Xrûşçov ra. Ew apê Zîyo Bedirxan bûye.

-Bavê xudanê vê pirtûkê, aqilmendekî kurdan yê binavûdeng, Zîyo Bedirxan, gelek caran behsa rasthatinên xwe bi pêşmergeyên barzanîyan ra kirîye, ku li rex Taşkendê diman, û herdem jî bi dilgermî ew bîr dianîn. Berî 60 salan Zîyo Bedirxan bi çend hogir û hevalbendên Barzanî ra bû nas. Ew rasthatin heta-hetayê di bîra wî da man, wek bîranîneke here xweş di jîyana wî da. Bavê xudanê vê pirtûkê nikaribû helwesta wan a germ û dilvekirî di hindava merivan da ji bîr bikira. Ji wan kesên mêrxas û xwebexş paqijî û dilxweşî dibarî, û ew helwest tesîreke mezin li ser Zîyo Bedirxanê genc kirîye.

Dû ra di eynî kitêbê da tê gotin:

-Mustefa Barzanî dema behsa mirina Stalîn dibihîse (5ê adarê sala 1953an), biryar dike, ku êdî dema wî hatîye. Ew di meha nîsanê bi surî ji Taşkendê çû Moskvayê. Nasekî wî yê kurd, binecîyê wan deran jê ra nasname, peyda kir, bilêta balafirê kirî û ew bi awayekî serketî gîhande Moskvayê.

Di dawîyê da em dixwezin serpêhatîya wêneyê Barzanîyê Mezin û N. S. Xrûşçov ku li Kremlînê bi hevra girtibûn, raberî we bikin:

Dema Barzanîyê Mezin hatibû radyoya Kurdî ya Yêrêvanê, wî ji bavê min – Xelîlê Çaçan Mûradov – pirsî: -Em çi dikarin bo radyoyê bikin? Bavê min nameyeke bi rûsî amade kiribû ku Barzanîyê Mezin bikaribe bide Xrûşçov bo zêdekirina wextê radyoyê. Ji ber ku radyoya me ne ya Ermenîstanê tenê bû, lê ya Yekîtîya Sovyet bû. Ango serokê bavê min serokê radyoya Moskvayê bû. Piştî çend mehan sêkrêtarekî Xrûşçov ji Moskvayê têlêfonî bavê min dike û gazî bavê min dike, bavê min diçe Kremlînê. Li wir jê ra dibêjin, ku wextê radyoyê du caran zêde dikin, ango ji 45 deqeyan dikin 90 deqe. Û wî sêkrêtarî wêneyê Barzanî û Xrûşçov daye bavê min.

Û Barzanîyê Mezin 2 qelûnên (miştikên) darîn, yên bi destê xwe çêkirî dabû bavê min, bavê min yek ji wana dabû wî sêkrêtarî, ku bide Xrûşçov. Tê bîra min yek ji wan miştikan ya pêşmergeyan bû, ango cixare dikete navê, dora miştikê gelek qul hebûn, ku dûyê cixarê  jê derkeve, lê agirê cixarê şev xuya ne dibû, ji ber ku miştik girtî bû. Eger xuya bibûya, dijmin wê agirê sor yê cixarê bidîta û êrîş bikira.

 

Ez bi xwe ne dîndar im, lê Barzanî bo min Xwedê bû. Min ev yek ji xwedîyê vê berhema delal – doktor, serokê Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê BERBANGê texmîn kir. Ji ber ku gelek ji dil û ser dereceyeke pir bilind hatîye nivîsar. Berheme ha tenê wê demê dikare bixuliqe, ku tu keseekî efsaneyî wek Xwedê jê hez bikî.

 

Min xwest bi vê gotarê gelê me bi riya kovara BERBANGê rûpelên jîyana Barzanîyê mezin di salvegera rojbûna wî da bihesin.

 

Çavkanî: kovara Yekîtîya kurdên Qzaxistanê BERBANGê

http://berbang-nur.com/?p=5170

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev