Bi Evînê re li ser çand û ziman

Bi Evînê re li ser çand û ziman

Mela Mihyedîn

Evîn Mamosteya Zimanê Kurdî ye. Ew li ser zimanê Kurdî xebatan dike. Evîn dil daye zimanê xwe û ji bo zimanê xwe tim li kar e. Heta niha gelek xwendekarên Kurdî ji destên wê îcazetên xwe wergirtine. Bi xebatên xwe zimanê Kurdî li ber dilê gelek kesan şêrîn kirîye û hîn jî şêrîn dike.

Me xwest em cenabê wê û xebatên wê ji nêz ve nas bikin. Me li ser ziman û çandê sohbetek xweş û germ kir.

 

Tu ji me re dikarî hebekî behsa xwe bikî Evîn kî ye û çi karî dikî?

Ez Evîn Ozbay ji xelkê Sêrtê me û li Edeneyê dijî. Malbata min di koçberîya sala 93an de hatine Edeneyê wê çaxê ez 2 salî ya xwe de bûme. Piranîya jîyana min Li Edeneyê derbas bû. Min hem beşa Aborîyê hem jî li Zanîngeha Mûşê Beşa Zimanê Kurdî qedand. Li kursa fermî ya Navenda Perwerdeya Gel de di asta yekem de dersa zimanê Kurdî didim û bi waneyên teybet de di karê mamostatîya Kurdî dikim.

 

 

Evîna ziman kengî li te peyda bû û tu ji kengî ve di nava karê ziman de yî?

Jixwe navê min Evîn e. Ez evînê li ser koka ziman û çanda xwe mezin dikim. Ez di malbatek welatparêz û zimanparêz de mezin bûm. Bavê min mîrovekî giredayî koka xwe bû, me jî li gorî çand û kultura kurdewarî mezin kir.

Bi saya bavê min ev hest herdem zindî bû. Bavê min digot: ‘‘Bixwîne, bixwînin xwendin baş e lê heger tu zimanê xwe Kurdî nezanî ew xwendîn pûç e. Ger tu zimanê xwe nezanî tu ji çira yî’’digot. Xudê rehma xwe lê bike ev 6 meh e bavê min çû ser dîlovanîya xwe. Bavê min nedît ez waneya dersa Kurdî didim ger bîdîta wê gelek bi kefxweş bûbûya.

 

2014an de cara ewil tevlî kursa kurdî bûm û min dît ku perwerdayê zimanê zikmakî pir şêrînê. Ew tama zimîn min berneda û piştî qedandina beşa aborî min serî li Beşa Zimanê Kurdî da û 4 sal di vê beşê de li ser ziman û çanda Kurdî perwedeyeke têr û tijî dît. Di sala 2022an de min li Perwerdeya Navenda Gel de dest bi mamostatîya zimanê Kurdî kir.

 

 

Ji bilî xebatên ziman tu bi çi re mijûl î?

Niha gelek derfet namîne ku bi tiştek din re mijûl bibim. Li ser çanda Kurdî de mijûl im û car caran tevlî kursên onlîne dibim ku xwe peşda bem.

 

 

Ziman ji bo netewan çima girîng e?

Ji ber ku her netew li ser zimanê xwe zîl dide. Ziman ji bo yekitîya gel ciheke herî bilind digire. Dema em çanda xwe hunera xwe bi zimanekî din qal dikin êdi ew nabe çand û berhemên me. Netew û ziman giredayî hev in.

 

 

Ziman nebe dewlet û netew têk diçe an na?

Dewlet cuda ye netew cuda ye. Ji bo dewletek ziman û şertên din bi hev re divê teqez hebe lê ji bo netewek ziman nebe ew netew qels e, kêm e.

 

 

Kursên ziman ji bo jînkirina ziman bes in?

Mixabin ne bes e. Derfeta herî biçûk be jî divê ku em vê derfetê bi berfirehî bikar bînîn. Ne tenê bi rêya kursan em bixebitin, gerek her mal bibe dibistana zimanê Kurdî.

 

 

Kursên me piranî ji rêzimanê pêk tên. Waneyên rêzimanê di fêrbûna ziman de têra xwendevanan dikin?

Na piranî ji rêziman pêk nayê ji ber ku xwendevanên min yên bi kursa fermî û ya bi taybet jî zimanê xwe dûr ketine dixwazin zimanê dayîka xwe hîn bibin. Waneyên rêzimanê ji bo hînbûnê kêm e.Divê bêhtir bikeve di jiyana wan de û divê ziman  bikar bînin lê mixabin dema em rastîya xwe dinêrin êdi di malan de axaftina Kurdî kêm bûye. Xwendevaneke min ne Kurde û qet zimanê Kurdî nizane dest bi hînbûna Kurdî kir.Min meraq kir û pirsî:“Tu çima dixwazî hînî kurdî bibî?”Wê got:“Hin nexweş tên nexweşxanê û nikarin xwe îfade bikin û ez dixwazim ji bo ku alîkarîya wan bikim fêr bibim.” Bi rastî xwestina wê ez hestîyar kirim lê binerin çend nifşên me qet tirkî nizanin lê niha nifşên nû Kurdî nizanin. Ji ber vê yekê divê di malan de axaftina Kurdî kêm nebe. Loma kursên Kurdî tenê ne bese.Pêviste ku perwerde di malan de jî hebe.

 

 

Gelek xwendevan dest bi kursa ziman dikin lê bi demê re gelek ji wan dev ji berdidin. Sedema vê yekê çi ye?

Sedem bazara zimanê Kurdî nîn e.Dixwazin wisa bibînîn loma di demek pêş de xwendevan jê dûr dikevin.

Lê ger em bi hişmendî pêşeroj û paşeroja xwe binêrin em bi çavek aborî bi zimanê xwe re bazirganîyê nakin. Perwerdeya zimanê me hewce nake ku em bi giredayî yê aborîyê bikin.

 

 

Meriv dikare çawa zimanekî li ber dilê mirovan şêrîn bike?

Ger mirov bi xwe nexwaze bi rastî zehmete em li ber dilê wan şêrîn bikin.

 

 

Heger ziman nebe zimanê bazarê (aborî) ew ziman dê bikaribe xwe li pîya bihêle?

Heta niha li ser pîyê xwe sekînîye.Ev zexma zimanê Kurdî ye lê ji bo pêşerojê em bi çavek aborî lê binerin mixabin di nifşên nû de ziman tenê wê li ser pirtûkan bimîne.

 

 

Li ser ziman rêxistinên me divê çawa tevbigerin?

Bi yêk sazîyê û hemû zimannasan re divê tevbigere. Divê em dev ji nakokiyên polîtîk berdin. Meseleya ziman ji bo me ji partiyan girîngtir e.

 

Hişmendîya girîngîya ziman di nava gelê me de heye gelo?

Mixabin qasî mînakên ber bi çav in ew hişmendî di nava gel de lewaz e. Zimanê me ber bi tunebûyînê de ye. Bi gelemperî Kurdên ku bajarên mezin an jî ji welat dûr dijîn di binê asîmîlasyonek mezin de ne. Lê belê em dinerin Kurdên Asyaya Navîn ji welat hezaran km dûr in dîsa jî zimanê xwe aslê xwe jibîrnekirine ziman û çanda Kurdî hê jî nav Kurden Asyaya Navîn de zîndî ye.

 

 

Nivîskar, hunermend, sîyasetmedar û rewşenbîrên me dibêjin lê nakin? Teorîka wan heye lê pratîka wan mixabin li ser ziman gelekî qels e. Tu çi difikirî?

Divê nivîskar, hunermend, sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurdan di pratîka jiyanê de ji me re bibin mînak. Her çiqas mînakên wisa jî hene, em dibînin gelek rewşenbîrên me yên nûjên dev ji zimanê xwe berdane. Herkes qala Kurdî dike lê piranî Tirkî diaxivin. Heger rewşenbîrên me di pratîka jiyanê de kurdîwarî tevbigerin dê xelk jî di reya wana de biçe.

 

 

Pirtûkên tu dixwînî bêhtir li ser çi ne? Tu niha çi dixwînî?

Gelemperî li ser ziman û edebîyatê ne. Niha Hinara Dawîya Dinyayê ya Bextîyar Êli dixwînim.

 

Em Kurd bêhtir di kîjan beşa çandê de pêşketîne?

Helbet em dizanin çar alîyê kurdistanê û Kurdên Kafkas,Horasan û yên Ermenîstanê di cur bi cur pêşkintinên çandê hene. Le bi gelemperî çand û wejeya Kurdan em binerin bêhtir di edebîyata gelerî de pêş ketine. Bi saya edebîyata gelerî em dîrok û çanda xwe dizanîn. Hîn jî ew zindîya edebîyatê di nava gel de ye. Berhemên herî bi qîmet û bê hempa ji pîrên edebîyata klasîk ve ji alîyê Cizîrî, Xanî, Feqiyê Teyran û wekî yên din ve hatîne nivîsandin û edebîyata nûjen jî ewqas girîng e bi niviskar û berhemên xwe ve.

 

Gelo xeyalên Cizîrî, Xanî û Celadet niha di çi rewşê de ne? Xeyalên wan çilmisîne an geştir bûne?

Dema em xwestek û xeyalên Xanî dinerin ew xeyal li ber çilmîsînêye ji bo ku hîn jî ew xetere berdevam dikin. Xanî gotîye:

“Herçendî ku xalis û temîz in

Naqdeynî bi sîkkeê ezîz in”

 

Em zimanê xwe bi kar nayînîn û em zimanê xwe li ber zimanê din bê qîmet dibînin. Celadet Elî Bedirxan tim dixwest ku zarokên Kurd bixwînin û xwendinê de serbikevin. Îro gelek kes ji dervaye welat dixebitin yan jî dixwînin lê belê zimanê xwe bîrdikin. Ji ber ve yeke divê em girîngiye bidin ziman. Dema em nifşên nû dinerin ziman gelek qels e. Rojek zimanê me bimre êdî wateya jiyana me çi ye?

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev