DIVÊ KURD HELEBÇÊ JI BÎR NEKIN Û NEDIN JIBÎRKIRIN!

DIVÊ KURD HELEBÇÊ JI BÎR NEKIN Û NEDIN JIBÎRKIRIN!

Haluk Agrîn

 

Îro 16ê Adarê ye.

Rojeke reş, roja ku ewrên zer yên bombeyên kîmyayî li Helebçê mirin barandin ser kurdan.

Ji bo balkişandina raya giştî ya Swêdê kurdan gelek çalakî pêkanîn.

 

Çalakiyên Federasyonê û KOMKAR-Swêdê:

Bi hevkariya Federasyona kurdan, Komîteya Hevkarî û dezgeyên swêdî, heta berî pandemîyê jî hersal li navenda Stockholmê li kilîseyekê civîneke bîranînê çêdibû.

 

Wek KOMKAR-Swêd me li Stockholmê û çend bajarên Swêd çalakiyên cuda kirin.

Yek ji wan pêşangeha sala 1989-an bû ku me li Seraya Kulturê vekir bi semîner, wêneyên dia, bi muzîkeka diltezîn ya Radyoya Kurdî ya Rewanê, mehekê vekirî hîşt.

 

Di wêneyê jê rê de resmê semînerekê û resmê vekirina pêşangehê bi koroya zarokan (rehmetî Belengaz û ez) xuya dikin. Li gor jımartina Seraya Kulturê 80.000 kesî pêşangeh temaşe kiribûn.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev