Di bin parêzgeriya Xweda Mîtrayî de Welatê Utopîayê

Di bin parêzgeriya Xweda Mîtrayî de Welatê Utopîayê

Mahmut Ozçelik

 

Mirov ji çaxên antîk bigire hetanî çaxa em têde dijîn herdem li ‘bihuşta rûzemînê’ geriyane û wekî armanc xwestine ku civakek bextewar ya mînak biafirînin. Ji bo vê armancê ji şerên xedar jî netirsiyane. Hin nivîskar, fîlozof û ramanweran li ser vê ‘civaka mînak’ berhem jî nivîsandine. Ji van nivîskaran yê herî navdar jê yek jî Thomas More ye ku bi pirtûka xwe ya ‘Utopîa’ xwestiye ‘şêweyê birêvebirina herî qenc’ tenê di xeyalan de be jî bide nasandin. Mirovên di bin pest, pêkutî û kedxwariya çînî de her dem jiyanek ji bextewarî, wekhevî û azadiyan pêkhatî xeyal kirine, hetanî hin caran wisa fikirîne ku di dîrokê de ev dema xeyalkirî hatiye jiyîn û ji wê demê re jî gotine ‘heyama zêrrîn’. Sed salan bi pey vê heyama windayî ketine da ku cardin wê heyamê bi dest bixin û ji nû ve bijîn. Ji ber ji destçûna wê heyama zêrrîn, bi guman li guherînê nihêrîne û xwestine guherînê bidin sekinandin. Çimkî li gor wan guherîn ber bi xerabiyan ve ye, ji xwedê dûrketin e û mirovahî ji heyama zêrrîn dûr xistiye… Lê mirov herî zêde di dema ronesansê de bi têgeha ‘utopyayê’ re tê rûberî hev. Bi destpêkirina keşfên cografîk re, bi vedîtina hin herêmên ku lê mulkiyeta taybet û dirav nederbasdar e re, bi dîtina ku mirovên wan herêman ji bo hin madenên bi nirx nakevin qirika hevdu û di nava wekheviyê de bi aramî dijîn re, di hişê hin fîlozofan de sêwirandina dinyayek utopîk xwe dide der. Yek ji wan fîlozofan jî Thomas More ye. Lê berî em li ser berhema wî ya nûxwaz û nûwaze bibin xwedî agahî divê em hinekî jiyana vî mirovî ji nêz ve binasin.

 

Thomas More Kî YE?

Thomas More di sala 1478an de li Londonê tê dinê. Zimanê latînî û yûnanî pir zû dielime. Di çardeh saliya xwe de diçe zanîngeha Oxfordê. Di hêla hiqûq û teolojiyê de perwerdehiyek baş dibîne. Nivîsên gerokan yên dema xwe bi baldarî dixwîne. Nemaze çîrokên li ser rêwîtiyan yên gerokên deryavan ên wekî Amerogo Vespuccî, Vasco de Gama û Krîstof Kolombî bandorek mezin li ser wî dihêlin. Fîlozofên antîk yên wekî Platon û Arîstoteles jî di xeyalkirina dewleta wî ya utopîk de bandorek ber bi çav lê dike. More mirovekî pirhêlî ye: Humanîst, xwînerek baş, çavdêr, dîndar, dîplomat, akademisyen, siyasetmedar û rêveberek bilind yê Îngilistanê bû. Vê pirhêliya wî kiriye ku pirtûka xwe ya şaheser-Utopîayê- binivîse. Di dema kral Henryê VIII. de dikeve parlemena Îngilistanê. Bi tewsiyeya teologê mezin Erasmus vê pirtûkê di sala 1516an de dinivîse. Pirtûk ewil bi zimanê latînî hatiye nivîsîn. Dû re li zimanên din tê wergerandin. Tu carî ji qral re şelafî nekiriye, tim xwestiye ku ‘qral bibe bavê gel, ne ku bibe efendiyê koleyan’ û li hember zewaca wî ya dijolî derdikeve -Henryê VIII. heşt caran zewiciye, ji ber ku More girêdayî rêola katolîkê ye bêyî sedem jinberdana kral Henryê VIII. qebûl nake- û tîrên hêrsê yên kral ber bi xwe ve dikşîne û ewilîn tê hepiskirin û di sala 1535an de tê îdamkirin. Têgeha utopîayê ku peyvek yûnanî/latînî ye bi saya wî di dîroka ramana mirovahiyê de cihê xwe digire. Utopîa wate ew e ku welatê li tu cihî nebûye, welatê herî qenc, welatê bextewariyê ye. More derheqê welatê herî qenc de agahiyan bi saya vebêjiya deryavanê maceraperest Rafael Hytholay dide xwendevan. Rêwîtiyek bi rastî û xeyalan tevlihevbûyî ya ji devê Rafael tê vegotin heye. Rafael deryavanekî portekîzî ye. Bi gerok-deryavan Amerîgo Vespuccî re li gelek cihan digere, piştî demekê riya wan bi giravekê dikeve û li wir pênc salan dimîne. Hemû jiyana wan a seravayî û binavayî raçav dike û dema vedigere Ewropayê ew jiyana ku wekî xeyalan di hişê wî de mayî vedibêje û çîroka welatê Utopyayê jî wisa dest pê dike. Di esasê xwe de tiştên di pirtûkê de tê vegotin, rastiyên hemû pirsgirêkên gelekî yên girêdayî jiyana şênber û rojane ye ku bi şêweyek hûrgilî hatiye dahûrandin… Mirov dikare bibêje ku Thomas More bûye berdevkê civaka dema xwe ya ku di bin zilm û zora qralan de bênefes hatiye hîştin û li hember vê dinyaya tarî, xwesteka civakek bextewar bi qêrînî aniye zimên. Ji bo xelaskirina mirovahiya dike ku winda bibe qêrînek e. Utopya bersivek e ji endîşe, hêvî û xeyalên ku di jiyana rasteqîn de ji xwe re cih nedîtî ye. (r. 76).

 

Beşên Utopyayê

Utopîa du beş in û wekî Pirtûka Yekem û Pirtûka Duyem hatiye binavkirin. Di pirtûka yekem de em rexneyên giran li qraliyeta Îngilistanê dibe, dibînin. Mînaka herî ber bi çav îdamkirina dizan e ku em ji vegotina Rafael ku bi hin kesan re di nava diyalogê de ye, pêdihesin: ‘Li hember diziyê zagonên xedar û erjeng tê derxisitn, lê ya ku divê bibe, dabînkirina şert û mercên jiyanek guncan e ji bo kesên mêla wan li ser diziyê ye. Bi vê yekê dê tu kes mecbûrî diziyê nebe û di dawiyê de jî neyê îdamkirin.’ (r. 106). Tevî ku Xweda kujtina mirovan qedexe kiriye, em dîsa jî ji bo çend qurişên diziyê di kujtina mirovan de qet dudiliyê (teredûtê) nakin. (r.116). Rexneyê li ‘edaleta bêedalet’ a îngilizan digire ku heman cezayî dide diz û kujer… Ji bo ji vê edaleta bêedalet vegere jî pêşniyaza lênêrîna hiqûqa Romayê dike. Di hiqûqa wan de diz nayên kujtin, kesên sûcên giran kiriye hetanî dawiya emrê xwe di kanên maden û keviran de mehkûmî xebata mecbûrî dibûn. Heman rewş li welatê Utopîayê jî tê dîtin. More ji bo rêveberekî baş wiha difikire: ‘Qralekî maqûl û dilpak divê rêveberiya gelekî ji parsekan pêk tê ne, rêveberiya gelekî ku di nava bextewerî û xweşiyê de dijî, bike.’  (135).

 

Li welatê Utopyayê rêveberî

Utopîa li ser giravekê ava bûye. Ji 54 parêzgehan pêk tê. Di her parêzgehê de şeş hezar malbat dijîn. Nifûsê her malbatê di navbera ji dehan hetanî şazdeh kesan diguhere. Jiyana hemû parêzgehan dişibin hevdu û paytexta vê giravê jî Amaurote ye. Li ser girekî hatiye avakirin, dora paytextê bi sûran dorpêçkiriye û du rûbarên xweşik bajêr dixemilîne. Hikûmdarê welat xwedî tu tac û textî nîn e. Tişta ku hikûmdar ji welatiyê din cihê dike ew e ku mirovekî di dest de tayek genim li pêşiya wî hildigire û dimeşe ye. Her parêzgeh sê nûnerê xwe dişîne konseya li paytextê ku navê wê Konseya Gelemper ya Giravê ye. Peywîra vê konseyê ew e ku hemû heyîn û dewlemendiyên welat bi şêweyeke wekhev li parêzgehan parve bike. Hemû malên wan sê qatî ne û du deriyên wan hene jê yek li kuçeyê bajêr dinihêre yek jî li baxçeyê xweşik vedibe. Ji bilî çend kesên bi rêvebirinê ve bilî dibe pê ve her kes di karê bedenî de dixebitin. (Serokê bajêr, serokê qebîleyê, serrehîb û hin kesên bi zanistê re bilî dibin). Qanûnên vî welatî ji bo her kes bi hêsanî fêhm bikin û li gorî pêwîstiyên wê tevbigerin pir hindik û sade ne. Dîsa ji ber vê taybetiya qanûnan di vî welatî de pîşeya parêzeriyê tune ye. Ji ber ku her kes bi qasî bikaribe xwe biparêze ji qanûnan fêhm dikin. Bi tu dewletê cîran re peymanan mohr nakin, ji ber ku dizanin her peyman sextekariyek dihewîne. Dixwazin hemû têkilî li ser hezkirin, niyeta baş û fikirîna rast bimeşe.

 

Malbat û jiyana civakî

Li welatê Utopîayê kakilê civakê malbat e. Di her malbatê de serweriya bav derbasdar e. Zewac li ser esasê monogamiyê pêk hatiye. Jin berî bîst û du saliya xwe, mêr jî berî bîst û şeş saliya xwe nikare bizewice. Ji mirovên vî welatî, yên nezewicî û yên zewicî cil û bergên cihê li xwe dikin. Yanî mirov li gor cil û bergan dizane ku kî zewicî ye an nezewicî ye. Xwe bi boyaxan xemilandina jinan wekî şerma herî mezin tê dîtin. Ji malbatan qebîle pêk tên. Ji serokên qebîleyan re sîfogran (fîlark) tê gotin. Peywîra wan jê yek ew e ku nehêle kes beredayî bigerin û ya din jî venêrîna ji bo her kes karê xwe jidil û durist pêk bînin. Meclîsek ji fîlarkan pêk tê heye. Ev reîsên qebîleyan serokê bajêr hildibijêrin û ger li şêniyên bajêr zordariyê neke hetanî dawiya emre xwe bajêr birêve dibe. Xwarin di sifreyên hevpar yên mezin de tê xwarin. Berî xwarinê xwendinek kin li ser exlaq û dilpakiyê tê xwendin. Lê yekê bixwaze di mala xwe de jî xwarina xwe amade dike. Lê ev pir nayê tercîhkirin. Di amadekirina sifreyan de jinên malbatan bi dorê dixebitin lê karê herî giran û westîner kole dikin. Her mirovê bixwaze dikare li welatî bi kêfxweşi bigere lê gera mirovî ji rojek zêdetir be li cihê şargehbûyî pîşeya xwe didomîne. Çimkî di vî welatî de ji kar û xebatê rev tune ye, jiyana betalî û beredayî qedexe ye. Cihên wekî meyxane, kerxane, lîstikên bi zaran tê avêtin-xumar- tune ye. Parsekî û feqîrî tune ye.

 

Çandinî

Li welatê Utopîayê alavê herî girîng yê hilberînê ‘ax’ e û ‘ax’ di mulkiyeta hevpar de ye. Ji mirovên vê giravê re betalî qedexe ye û her kes divê rojê şeş saetan bixebite. Xwarinên xwe di sifreyên hevpar de bi hev re dixwin, di xaniyên dişibin hevdu de rûdinin. Ji bo ku hestên mulkiyeta taybet lê dernebe her deh salan carê malên xwe diguherînin. Dirav û  madenên giranbuha li cem wan bênirx e û qet qîmetê nadin tiştên wiha. Mehkûmên sûcê giran û kole bi xelek û zincîrên ji zêr çêbûyî tên girêdan. Hetanî wisa dikin ku zêr û zîvan tenê li cihên tûk û belxama xwe diavêjinê de, di daşirê de bi kar tînin û nirxê wê dadixin asta herî nizm da ku mirov ji bo van madenan nekevin qirika hevdu. Di vî welatî de dewlemend û xizan tune ye, quretî û pozbilindî, çavbirçîtî şêniyên giravê nakoje. Belkî di vê ‘girava ku şiklê wê dişibe heyvê’ de tişta herî balkêş ew e ku ‘tebeqeya gundîtiyê’ tune ye. Cotkarî û rakirina debran wekî xizmetek leşkerî tê dîtin û mecbûrî ye. Çi jin çi mêr qet bêyî ciyawazî divê her kes karê çandiniyê bizanibe. Ji ber vê yekê jî hêj di zaroktiyê de her kes di dibistanan de fêrî karê çandiniyê dibin. ‘Yekîneyên cotkariyê’ hene ku her yek ji çil jin û mêrî pêk tên û rêveberiya van çewligan jî bi hevserokatiya mêr û jinekê ve tê meşandin. Her mirovê ku du salan di çewligê de xebitîbe vedigere bajêr û di şûna wan de mirovên din diherin karê cotkarî û zeviyan. Bi saya vê nobetguherînê tu kes demên dirêj di nava jiyanek pir zor de nayê hiştin, di xebatê de wekhevîtî heye. Ji bilî çandiniyê divê li bajêr her kes pîşeyek ku bi dilê xwe hilbijartiye jî bielime û li gor pîşeya xwe tevlî hilberînê bibe. Wekî hesinkarî, necarî, çolangî û hwd. Lê tişta balkêş di vê pergalê de koletî jî heye û di her <yekîneya cotkariyê> de du heb kole hene… Di karên çandinî û veguhastinê de tenê gayan bi kar tînin. Nêçîrvanî qedexe ye. Ji ber ku yên ji nêçîrê hez dikin wekî xwedî xûyên jirêderketî dibînin. Karê qesabiyê jî tenê kole bicîh tînin, ew jî di qesapxaneyên ji bajêr dûr û li kêleka çeman hatiye avakirin de… Pir hindik hespan xwedî dikin, ji ber ku hesp hêj zêdedir di şeran de tê bikaranîn û şêniyên giravê jî ji şeran hez nakin. Aştîxwaz in. Ji şeran nefretê dikin û wekî tiştek ajalî dibînin. Ger şerek mecbûrî biqewime jî dixwazin wî şerî bi dek û dolaban bêyî xwîn herikandinê qezenc bikin. Wisa difikirin ku şerê bi hêza bedenî tê qezenckirin ancax taybetiya ajalên dirinde yên mîna hirç, şêr, xinzîr, gur û kûçikan e. Heçku mirov e divê ew bi aqilê xwe bêyî zirarê bibînin şeran qezenc bikin. Şer, di şeran de bikaranîna şûran û nêçîrvanî wekî xisletê şowelyayên maqûl tê dîtin û ji bo welatiyên utopyayê bi çavên nebaş lê tê nêrîn. Di şûna şûran de bi biviran şer dikin. Ji ber ku di pergala feodaliyê de şûr, şer û lehengî sembolên şowelyetiyê ye û şowelye xwedî hin îmtiyazan in, ev yek jî li zagonên utopîayiyan nagunce.

 

Huner û etîk

Hunera her kes jê hez dike û girîngiyê didê muzîk e. Muzîk wekî zewqekê tê dîtin ku li ser tenduristiya mirovan ya bedenî û ruhî bandorê dike. Di etîk û delaliyê de tenê sînorek heye ew jî ew e ku divê tişta ku zewqê dide mirov bi janê dawî nebe. Ya din jî tişta ku mirov jê kêfê digire divê bêxîretî û bênamûsiyê nehewîne. Ji çîlekêşana baweriyên budhayî û xiristiyaniyê re qet destûr nayê dayîn. Ji ber ku di çîlekêşana van baweriyan de jankêşî heye. Dîsa mirovê ku bi nexweşiya jê xelasî ne pêkan e re rû bi rû bimîne, dikare mafê xwe yê dev ji jiyanê berdanê (mirinê) bikar bîne. Nexweşê giran biryara bi cih anîna wî mafê xwe bi destûra rehîb pêk tîne.

 

Ol

Şêniyên giravê baweriya xwe bi ‘nemiriniya ruh’ tînin. Di dêlindêzên olî de boraq ser jê kirin tune ye. Çimkî li gor baweriya wan xwedayek qenc ji ‘xwîn û mirinê’ hez nake. Bêhejmar ol di nava xweşbîniyek bêhempa de li kêleka hev dijîn. Lê dîsa jî mêla piraniya niştecihan li ser Xweda Mîtrayî ye: ‘Her çiqasî welatiyên Utopyayê baweriyên cuda pejirandibin jî, herî kêm di mijara bawerkirina heyînek bala ku parêzger û afirînerê dinyayê ye de hemfikir in. Ev heyîn di hemû welatî de bi navê Mîtrayî tê nasîn.’ (r. 227). Divê li vir bala me li ser Xweda Mîtrayî be ku ji çanda Zerdeştiyê ye. Di pirtûkê de rasterast navê Zerdeşt derbas nabe lê Xweda Mîtra derbas dibe. Em dizanin ku Xweda Mîtrayî di ola Zerdeştiyê de heyînek xwedayî ye ku ji ehd û peymanan berpirsiyar e. Mîtra peyveke bi zimanê <zendî> ye. Wekî parêzgerê debr û avê tê dîtin. Cara ewil di peymana di navbera Mîttanî û Hîtîtiyan de -b.z.1400 de hatiye mohrkirin de- wekî şahid (govan) derbas dibe. Bi van hemû taybetiyên xwe ve welatê Utopyayê di dunyayê de welatê herî baş e ku gel bi bextewerî lê dijî û dewleta wan jî dewleta xwedî birêvebirina herî qenc e. Nivîskar welatiyên utopyayê bi eslê xwe wekî yunaniyan dibîne. Lê zimanê welatiyên Utopyayê qisedikin dişibîne zimanekî ku nêzîkî farisî ye. Bi baweriya min ev xal jî têkiliya çanda kurdan bi bîra me dixe. (r. 200).

 

De kurdînûsîno ez we û qelema we bibînim, ka hûn welatek utopîk yê çawa şayanî me dibînin…

 

 

Têbinî: Ev hemû agahî, lêkolîn û vegotinên di gotarê de kan û besta xwe ji pirtûka ku ji Weşanên Sayê di sala 2013an de, bi navê  ‘Utopîa’ yê bi tirkî hatiye weşandin, digire. 

Çavkanî: Kovara Felsefevan. Hejmar 04. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev