Berhemên kurdzanên me – 267

Berhemên kurdzanên me – 267

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”NÎŞANK”. Di wê da bûyerên balkêş hene ji dîroka gelê me. Em wêya dikin sê beş û raberî we dikin. Kerem bikin, îro beşa pêşin bixwînin. Beşa din emê du heftêyan pey hev raberî we bikin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa çap kirîye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

N Î Ş A N K -1

 

(1) Senceqa Meletyê diket nava wilayeta Memûretulezîzê (Xarput). Tê da çend eşîrên Kurdan diman. Ji bo nimûnê, eşîra Atma ku ji 12 berekan bû. Li hemberî Kurdên Dersîmê ku elewî bûn, Kurdên navçeya Meletyê bi dînê xwe va piranî sunnî bûn. Wan wek Kurdên Dersîmê serbestiya xwe, bawer bike, parastibû û bi dîwana Tirkiyê ra li hev ne dihat ku wan bi temamî bike bin qolê xwe.

 

(2) Çawîş Noel casûsê Ingilterê yê polîtîk li Kurdistanê bû. Ew di sala 1886 da ji diya xwe bûye. Akadêmiya eskerî ya padîşahtiyê li Vulviçê temam kiriye. Pey lihevhatina Mudrosê, bi propaganda dijî Tirkan va di nav eşîrên Kurdên Meletye û Diyarbekirê da mijûl dibÛ (98, r. 448).

 

(3) Kamuran Elî Bedirxan ji malbata Kurdan a bi nav û deng, Bedirxanan, e. Ebdul Hemîdê 2an ku dicedand hukmê wê malbatê li ser bineciyên Kurdistanê bide pîre-pîre kirin û kêm kirin, ew hemî li Stembolê xwedî dikirin Û ne dihîşt ku ew vegerin welatê xwe. Dû lihevhatina Mudrosê, Kamuran Elî bi aktîfî tevî tevgera Kurdan bû (miqalên wî li rûpelên rojnama kurdî “Serbestî” ronayî didît). Di cotmeha 1918 da, rojnama “Serbestî” nama Kamuran Elî ya vekirî, ku ber bi hemû rojnamên Tirkan dibû çap kir. Ew tê da bi hêvî bû ku weşana Tirkan ji bo wî tiş tî ku Kurdan piştgiriya Imperatoriya Osmanî kiriye, ku tiştekî şêkirandinê ye, ewê daxwaziyên gelê kurd biparêze. Di wê namê da ew ji bo sazkirina dewleta Kurdan pêş da dihat. Ew bingehvanekî komiteya Kurdan Xoybûn, serokê dibistana millî ya zimanên rohilatê yên zendî yê Parîsê bû (98, r. 444; 126, 2SS).

 

(4) Celadet Beg Bedirxan (birayê Kamuran Elî). Paşê bû zanyarê Kurdan ê bi nav û deng, endamê komiteya Xoybûn bû.

 

(5) Xelîl Rehmî Beg Bedirxan, apê Kamuran Elî. Di sala 1924 da ji sînorên Tirkiyê hat raqetandin. Li kongreya ku li Şîro hat derbas kirin, ew ji aliyê şêxên Kurdan wek serokê Kurdistanê hat îlan kirin.

 

(6) Dersîm navçeyeke çiyayî ye. Ew 2000 metre li ser dereca deryayê ye û dikeve roavaya Kurdistana Tirkiyê, çemê Feratê ji nav wê dikişe. Kurdên Dersîmê ji Kurdên mayîn tên cuda kirin, ne tenê bi zaravê xwe yê “zaza”, lê usa jî bi ola xwe. Piraniya Kurdan sunnî ne, lê yên wê navçeyê bi dînê xwe va “alî-ilahî”, ku dînekî usa ye ku tê da êlêmanên çend dînan hene : musulmanî, zerdeştî û hela xaçparêzî jî, ne. Ji peyçûyên “elî-ilahî” ra cama jî “qizilbaş” dibêjin. Cihêbûn-cudabûna dîn, zimên û warê Dersîmê yê çiyayî alîkariya wê yekê kiriye ku ew navçe ji navçeyên Imperatoriya Osmanî yên mayîn dûr bûye û ew yek gihandiye wê yekê ku Kurd tam serbest bûne, tiştekî wan ê tomerî tevî hukûmeta sultan tu nebûye (98, r. 394).

 

(7) Tiştekî balkêş e. Gava M. Kemal di dema şerrê hemcihanî yê pêşîn da li Diyarbekirê bû, bona ku Kurdan bîne aliyê xwe, li rex barêgeha xwe pareskerê Kurdan, ku bi cillê kurdî bû, bi qumandariya Hasan Hayri Beg saz kir. Di wî pareskerî da ferman bi zimanê kurdî dihat dayîn. Ew di nava dîroka ordiya Tirkiyê da cara yekemîn bû. Paşê bi fermana M. Kemal, Hasan Hayri beg ji aliyê dîwana Tirkan hat dar da kirin (120, r. 5).

 

(8) Şêx Mehmûd serekeşîrê malbata Berzencî li Suleymaniyê ye. Di sala 1919 da roleke giring di nava serhildana Kurdan a Iraqê da lîzt, di salên 1922-1923 da şerrê çekdarî dijî Ingilîzan kir, li navçeya Suleymaniyê “Padîşahiya Kurdistana Serbest” da damezirandin.

 

(9) Hesenanli Halit Beg serekê eşîreke herî navdar, Hesenanli, bûye. Di dema xwe da wî serokatiya 4 alayên “Hamidiyye” dikir. Hesenanli Xalit Beg ji hemû gundên navçeya Melezgirê aşar berhev dikir, çi ku ferzend dida wî ku pêşmergeyên mêrxas ên ji 100 mirovan di bin destê xwe da xwedî bike. Bilî wê, eşîra Hesenanli jî, ku di nava wê da bi sedan eskerên dest-pê hebûn, piştgiriya wî dikir.

 

(10) Şêx Seîd di sala 1865 da, li navçeya Palû (wilayeta Elazizê), ji diya xwe bûye. Kalekî wî, Şêx Elî Septî, di dawiya sedsala 18an da ji gundê Septiyê (nêzîkî Diyarbekirê) koç kir, hate Paluyê ku tê da şêxîtiya xwe dikir. Şêxê ji mala Neqişbendî, Elî Septî, xwediyê 5 kuran bû. Navê yek ji wan Mehmûd, ku navê kalekî wî lê hatibû kirin, bû. Pey mirina Elî Septî, şêx Mehmûd mala xwe bar kir, çû Xunusê û li wira Seîd xwendina dîndarî-olperestiyê stend. Çend mirovên ji malbata Şêx Seîd nuha jî li Pîranê dijîn «47, r. 31).

 

(11) Pîran li qezayê Erganê, wilayeta Bingolê, ku navê wê yê berê Genc bû, ye.

 

(12) Niştimanperwerê kurd, Hesenanli Xalit Beg, di behara sala 1926 da, tevî 25 suwariyên xwe vegeriya Tirkiyê (Melezgirê), bona ku serhildaneke nuh tev rabike. Lê hevalên wî teslîmî qaymeqeun bûn. Hesenanli Xalit Beg û du piştmêrên wî bi şev li gundê Şîrwanşêx digrin û di 31 hezîran da li Diyarbekirê dar da dikin. Çi ku di derheqa Elî Riza da dimîne, ew ji Iranê çû Iraqê, paşê jî Sûriyê ku tê da ket nava rêxistina kurdan a siyasî ya eskerî, Xoybûn (128, r. 146).

 

(13) Di nava wê da tu nûner ji wilayetên rohilatê tu nebû. Hemû wezîr ji navçeyên Tirkiyê yên merkezî û roavayê bûn.

 

(14) Kemaleddîn Samî Paşa di sala 1885 da li Sinopê, li mala muhendis Ebdulrahman Samî hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya bilind li akadêmiya Stembolê ya eskerî kiriye. Dema şerrê hemcihanê yê pêşîn, tevî şerrê xwedîkirina Dardanêlê û şerrê li pêşeniya Qafqasê bûye. Pey wê yekê ku ji şerr betilî, ew bû qumandarê Stembolê, paşê yê qumandarê alayê. Dû wê yekê, gava zeftkaran Stembol xist bin destê xwe, ew reviya Anatolyê û tê da tevî şerrê dijî Yûnanan bû. Di tebaxa 1924 da, ew wek balyozê Tirkiyê li Almanyê hat xuya kirin. Di adara 1925 û tebaxa 1930 da, bi demeke kurt gazî wî kir Tirkiyê û ew wek qumandarê eskerî yê Tirkiyê bona hincirandina serhildanên Kurdan hat xuya kirin. Navbera wî û Kemal Paşa gelek xweş bû (98, dtwan 2, r. 393-394).

 

(dûmayîk piştî heftêyekê)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev