Bihuşta Xezalan • Eyşana Beravî

Bihuşta Xezalan • Eyşana Beravî

“Pirtûkxwendinê ji xwe re wekî sedema jîyanê dibînim“

 

“Pesnê efsûnbazekê dabûn, li gorî efsûna wê dibêjin; yê ku çil roj û çil şev li bin şewqa hîvê heya sibehê safî bibe û heya roj vegere tenê bi hîvê re rabe razê û tenê sê peyvên bi efsûn bi hîvê re bike.

 

Ew her sê peyvan jî bi tenê ew efsûnbaz dizane. Ku xwe bigihînim wê efsûnbazê, ew ê min li bin ronîka hîvê razîne û bi her sê peyvên xwe yê biefsûn dawîya şeva çilan wê dilê min bicebirîne. De îca ku wê nebînim û dilê min necebire, bi derzeke herî mezin ku maye wê min bikuje ez ê bimirim.”

 

Eyşana Beravî, vegotina xwe ya ku hêmanên epîk û naturalîst di xwe de dihewîne, bi hestê dîroka bêmekan û li ser arîşeyên civakî û Çanda Kurdî û rewşa jinan ya di civakê de saz dike û dihone.

 

Bihuşta Xezalan, di wê bîr û bawerîyê de ye ku evîn ne hesteke li gorî dinyaya rastîn e. Lewma berê evîndaran ji dinyaya rastîn ber bi yeke din vê hêl dibe. Eynî wekî dinyayeke bi sêhr a xeberoşkan, lehengê romanê di nav bihuştekê de bi xwezayê re hol dibe. Evîna xwezayê, a qencî û xerabîyê, a dilsozî û bêbextîyê, a hêz û bawerîyê giş bi hev re mehîyane.

 

Eyşana Beravî

 

Sala 1990’î li bajarê Mûşê hatiye dinyayê. Li Zanîngeha Eskişehirê Beşa Civaknasîyê xwendiye. Heta niha di gelek kovaran de helbest û nivîsên wê hatine weşandin. Mêrkirî ye û dêya du zarokan e. Pirtûkxwendinê ji xwe re wekî sedema jîyanê dibîne. Ev pirtûka wê a yekemîn e.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev