ŞÊX SELAHEDDÎN ÎNAN Û DENGBÊJÊN SERHEDÊ

ŞÊX SELAHEDDÎN ÎNAN Û DENGBÊJÊN SERHEDÊ

BÎRANÎNEKE ZAROKATIYÊ

Haluk Agrîn 

Îşev dema min bernameya ”Dengbêj” ya TRT kurdî gudarî kir, serpêhatiyeke min ya zarokatiyê hat bîra min, dixwazim wê parve bikim, dibe ku hêjayî xwendinê be…

 

Şêx Selaheddîn (Înan) ji şêxên Bidlîsê, ji ”Mala Şêxên Xeyda” ye. Kurê Seyyîd Elî yê ku di dema serhildana 1914an da li Bidlîsê hatiye îdamkirin. Bi qasî ku ez dizanim, di nav malbata xwe da yê herî dawî ew bû ku aliyê wî yê kurdîtîyê hebû. (Mixabin Kamran Înan kurê wî bû). Wî ji dengbêjiyê hez dikir. Ez çawa dizanim? behs bikim:

 

Bawer dikim ez 10-11 salî bûm, sala 1967’an bû. Şêx Selaheddîn bi mînîbûseke sipî ya tijî sofî, hatin gundê me, mêvanê kalê min Xalis Begê bû. Hatina wî him ziyaret, him jî ji bo qeydkirina kilamên dengbêjên herêmê bû. Bi gelek şirîtên tijî kilam vegeriya.

 

Hingê ji ciyên dûr û nêzîk gelek dengbêjên bijare hatibûn vexwendin.

Ez jî, bi gundiyekî me yê salmezin re wek du siyaran em çûn gundekî Milazgirê, Dêgnûkê, li wir bi navê Silo dengbêjekî navdar hebû, me ew anî. Ji bîra min naçe, ez siyarê hespekî arizî, di nav 5-6 gundan re derbas bûm. Kêfa min gelek li cî bû…

 

Dengbêjan bi şev û rojan kilam gotin. Ez piştre pê hesiyam ku ji nav dengbêjan tercîha Şêx, dengbêj Mihemed Salihê Şemê bûye. Dengbêjê min Sofî Silo ji şêx derece nestandibû.

Min hingê bihîstibû ku şêx gotiye ”Xalis te li Yassiadyê ji min ra bavtî kir”, lê min fehm nedikir çima wisa gotiye.

 

Piştra dema min li ser dîroka wê dewrê hin tişt xwendin, min fehm kir çima wisa gotiye. Rehmetî şêx Abdulmelîk Firat di bîranînên xwe de dibêje ku Xalis begê di hevsê da li gor usûl û edeba kurmancî bi şêx Selaheddînê kal û nexweş re muamele dikir, dema kincên xwe dişûşt yên Şêx Selaheddîn jî dişûşt. (Gotinên Şêx Selaheddîn û Xalis Begê li ser Kamran Înan jî hêjayî behskirinê ne, lê belkî wextekî dinê ez behs bikim…).

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev