DÎWANA MEHWÎ

DÎWANA MEHWÎ

Keda Weşanxaneya LÎSê di wêjeya me da pir e

Dema ku em bala didin Dîwana Mehwî, em rastî 201 helbestên Kurdî, 105 helbestên Farisî û helbesteke Erebî tên. Bê guman ev hejmar ji bo dîwaneke klasîk hejmareke gelekî mezin e.

Lewre dîwana Mehwî dîwaneke mureteb e. Ji helbestên Kurdî; 132 xezel, 48 çarîn, 16 takebeyt û 5 jî qesîde ne. Helbesta ‘Erebî li ser helbesteke Zehawî texmîsek e. Ên Farisî; 75 xezel, 2 texmîs, 20 qit’e û 7 jî takebeyt in.

Helbestên Mehwî yên Kurdî piranî dînî ne. Ji ber ku Mehwî kesayeteke tesewifî bûye, piranîya helbestên wî li ser vê babetê ne. Wekî piranîya şa’irên klasîk tenê kêşa ‘arûzê bi kar anîye. Heşt behrên ‘arûza ‘Erebî (hezec, remel, xefîf, muctes, muteqarib, muzari’, besît, recez) bi kar anîye.

Di asta yekê de kêşa hezec gelekî bi kar anîye. Herî hindik jî recez bi kar anîye. Ji alîyê qafîyeyê ve Mehwî her 28 tîpên ‘Erebî ji bo qafîyeyê bi kar anîye. Ji bilî 28 tîpên ‘Erebî çar tîpên Kurdî jî (ç, j, g, ê) kiriye qafîye. Bi vî awayî Mehwî bi 32 tîpan qafîye çê kiriye û dîwaneke muretteb anîye holê.

Mehwî muderisekî mezin bûye. Ji bilî zimanê dayikê bi ‘Erebi, Farisî, Tirkî baş zanîbûye. Helbesten wî yên bi ‘Erebî û Farisî jî hene. Lê di helbestên Kurdî de jî gelek term û bêje û motîfên ‘Erebî, Farisî û Tirkî bi kar anîye. Xuya ye ku bêtir bandora ‘Erebî li ser zimanê helbestên wî ên Kurdî heye.

Di ferhengoka ku me ji bo dîwana wî amade kir de bandora ‘Erebî bi awayekî vekirî eşkere bûye. Mehwî termên tesewif, felsefe, mîtolojî, ‘eqîde, tarîx û ‘erdnîgarîyê bi awayekî zor û serkeftî bi kar anîye. Mehwî tesewif û rewanbêjî bi hev re bi kar anîye. Ji ber vê yekê têgihiştina helbestên wî ne hêsan e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev