Berhemên kurdzanên me – 268

Berhemên kurdzanên me – 268

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”NÎŞANK”. Di wê da bûyerên balkêş hene ji dîroka gelê me. Me ew kir sê beş, beşa pêşin berî çendekê çap kir. Fermo, îro beşa duduyan bixwînin. Beşa sisîyan, ango a dawî piştî heftêyekê bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa çap kirîye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

N Î Ş A N K -2

(15) Hecî Axta (Mehmet Efendî, Bavê Tûjo) niştimanperwerekî Kurdan ê bi nav û deng bû. Ew xwe bi xwe hînbûnê, pêşekê avukat, bi dest anî. Demekê Hecî Axta wek karmend xebitî, paşê bû avukatê serbest. Di nava bineciyên Kurdan da qedr û hurmeta wî pirr bûn (145, r. 99).

(16) Rojnamevan û xebatkarê mexlûqetiyê Kemal Fewzî endamê Komela Damezrandina Kurdistanê bû, rojnama kurdî Jîn dida çap kirin, nûçe û gotarên cihê-cihê diweşandin û di nava Kurdan da dida belav kirin (185, 12.5.1925).

Hecî Mûsa û Heydaranli Huseyn Paşa ji hebsê reviyan, çûn bal Şêx Mehmûd. Wî jî Nûh Beg li bal xwe hişt, lê Hecî Mûsa û Hesen Paşa şandin navça Araratê bona ku tevî serhildana Kurdan a nuh bibin. Lê Hecî Mûsa di rê da nexwş ket û mir. Di paşdemê da, êdî li ser axa Tirkiyê kurê Hecî Mûsa, Medenî, bi neyartî û bêbextî Huseyn Paşa û kurê wî ku razayî bûn kuştin, lê serê wan ê jêkirî anî, da mufettişê sereke yê wiiayetên rohilatê, Ibrahim Tali Beg, û bi wê yekê va gihîşt wî tiş tî ku ew hat baxşandin.

Şêx Mehmûd ku di derheqa wê yekê da hesiya, bona ku heyfa Huseyn Paşa hilde, di gulana 1928 da Nûh Beg (apê Medenî) dar da kir. (21) Avukat Melek Parso hela berê jî cezayê sê salan xwaribû, bi gunehkariya ku karê dijî hukûmetê kiriye, lê li Yazgadê ji hebsê reviyaye û derbasî Sûriyê bûye.

Gava ew vedigere Tirkiyê bona tevî serhildana Kurdan bibe, wî digrin, mehkema wî dikin û dar da dikin. (22) Ali Sahib tevgelekî şerkariya millî-azadariyê yê aktîf li wilayetên welêt ên başûr bû û parlementerê meclisê yê pêşîn ji Urfayê bû. Di nava civîna meclisê ya duda da, Ali Sahib wek endamê mehkema serbest şand Diyarbekirê, bona ku tevî hincirandina serhildana Kurdan bibe (206, 7.12.1926). (23) Bijartinên ii meclisê yên gazîkirina siyasî di îlona 1927 da hatin derbas kirin. (24)

Hukmê mufettişê sereke li ser wê navçeya ku dikir weke 107.000 m2 û ku tê da, anegorî hesabkirina bineciyan a sala 1927, weke 900.000 binecî dimarn hebû (36, r. 450). (25) Ibrahim Tali Beg (Öngören) di sala 1874 da, li Stembolê hatiye cihanê. Bi pêşekê xwe va bijîşk e. Bi aktîfî di nava partiya “Yekîtî û Pêşketin”ê da kar kiriye. Di destpêka sala 1919 da, mufettişê sihhî li wilayetên rohilatê xuya bûye û tevî Mustafa Kemal Paşa di 16 gulan 1919 da çûye Anatolyê. Di gulana 1920 da, tevî kongreya gelên Rohilatê ku li Bakû hat derbas kirin bûye. Di payîza 1920 da wek (17) Doktor Fuad Beg, kurê Hecî Ibrahîm, ji eşîra zaza (Çermik) bû.

Fuad Beg di sala 1887 da li Diyarbekirê hatiye dinyayê. Wî li zaniştgeha Stembolê ya eskerî bijîşkiyê xwendiye. Paşê mihacirî Parîsê bûye û li wira dîsa xwend û bû bijîşt (doktor). Ji wira ew bi dizî hat Tirkiyê. Di sala 1921 da li nexweşxana Urfê (Ruha) derbasî xebatê bû û cama jî li Diyarbekirê kar dikir. Fuad Beg teşkîldarekî Komela Damezrandina Kurdan (Komela Kurdan) li Diyarbekirê bû (185, 7.5.1925; 145, r. 96).

(18) Anegorî salixên weşana Tirkiyê, di nîveka sibata 1925 da, di nava PPK da weke 10.000 endam hebûn. Karmendên dewletê û zabitên berê di nava partiyê da qebûl ne dikirin (212, 16.2.1925).

(19) Rast e, di sala 1930 da Partiya Libêral-Komarî, Partiya Gel-Komarî (Ahali Cumhuriyet Firkasi), Partiya Tirkiyê ya Komarî ya Karker û Gundiyan hatin saz kirin û damezrandin, lê wek dibêjin, jiyana wan kin bû. Ew jî di nava demeke k urt da hatin qedexe kirin.

(20) Nûh Beg reviya Mûsilê, bal Şêx Mehmûd. Ew li wira du sal ma. Di behara 1928 da, birayê wî Hecî Mûsa û Heydaranli Huseyn Paşa ji hebsê reviyan, çûn bal Şêx Mehmûd. Wî jî Nûh Beg li bal xwe hişt, lê Hecî Mûsa û Hesen Paşa şandin navça Araratê bona ku tevî serhildana Kurdan a nuh bibin. Lê Hecî Mûsa di rê da nexwş ket û mir. Di paşdemê da, êdî li ser axa Tirkiyê kurê Hecî Mûsa, Medenî, bi neyartî û bêbextî Huseyn Paşa û kurê wî ku razayî bûn kuştin, lê serê wan ê jêkirî anî, da mufettişê sereke yê wiiayetên rohilatê, Ibrahim Tali Beg, û bi wê yekê va gihîşt wî tiş tî ku ew hat baxşandin. Şêx Mehmûd ku di derheqa wê yekê da hesiya, bona ku heyfa Huseyn Paşa hilde, di gulana 1928 da Nûh Beg (apê Medenî) dar da kir.

(21) Avukat Melek Parso hela berê jî cezayê sê salan xwaribû, bi gunehkariya ku karê dijî hukûmetê kiriye, lê li Yazgadê ji hebsê reviyaye û derbasî Sûriyê bûye. Gava ew vedigere Tirkiyê bona tevî serhildana Kurdan bibe, wî digrin, mehkema wî dikin û dar da dikin.

(22) Ali Sahib tevgelekî şerkariya millî-azadariyê yê aktîf li wilayetên welêt ên başûr bû û parlementerê meclisê yê pêşîn ji Urfayê bû. Di nava civîna meclisê ya duda da, Ali Sahib wek endamê mehkema serbest şand Diyarbekirê, bona ku tevî hincirandina serhildana Kurdan bibe (206, 7.12.1926).

(23) Bijartinên ii meclisê yên gazîkirina siyasî di îlona 1927 da hatin derbas kirin.

(24) Hukmê mufettişê sereke li ser wê navçeya ku dikir weke 107.000 m2 û ku tê da, anegorî hesabkirina bineciyan a sala 1927, weke 900.000 binecî diman hebû (36, r. 450).

(dûmayîk heye)

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev