
Ali Gurdilî
1- ”Heştir radibin hev, hêstir û ker bin lingên wan de diçin.”
2- ”Gotina xweş, bihara dilan e.”
3- ”Derew, dijminê Xwedê ye.”
4- ”Derew, sêwî ye.”
5- ”Ne çira ji kwira re, ne duhêl ji kera re.”
6- ”Dinya gulek e, bihin bike û bide hevalê xwe.”
7- ”Du parên xizanîyê, nezanî ye.”
8- ”Mirov kuştiyê şêran bit, ne girtiyê roviyan.”
9- ”Zêr di zikakan de wenda nabe.”
10- ”Diyari qesp in, şûndiyarî hesp in.”
11- ”Xwîn bi xwînê nayê şuştin, xwîn bi avê tête şuştin.”
12- ”Min xelk hîn kir govendê, êdî kesî destê min ne girt.”
13- ”Ava hêdî hêdî, me ecêb jê dî.”
14- ”Heçî li hespê hevalan siwar e, herî peyar e.”
15- ”Her şêrek bi lepê xwe ye.”
16- ”Xwedê yar be, bila şûr dar be.”
17- ”Hezar dost kêm in, dijminek pir e.”
18- ”Heyfa ciwaniyê, pirî li pey e; heyfa heyveronê, şevereş li pey e.”
19- ”Berxê nêr li ber du maka ye.”
20- ”Ne gayê min li garanê ye, ne galgala nanê gavên dikim.”
Çavkanî: ”Kürtçe Grameri” (Kurmancî Lehçesi) – Emir Celadet Bedir Han & Roger Lescot (Institut kurde de Paris)
Feylesof & Philosophia
Riataza