Berhemên kurdzanên me – 269

Berhemên kurdzanên me – 269

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”NÎŞANK”. Di wê da bûyerên balkêş hene ji dîroka gelê me. Me ew kir sê beş, beşa pêşin û beşa duduyan me berî çendekê çap kir. Fermo, îro beşa sisîyan, ango a dawî bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa çap kirîye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

N Î Ş A N K -3

(25) Ibrahim Tali Beg (Öngören) di sala 1874 da, li Stembolê hatiye cihanê. Bi pêşekê xwe va bijîşk e. Bi aktîfî di nava partiya “Yekîtî û Pêşketin”ê da kar kiriye. Di destpêka sala 1919 da, mufettişê sihhî li wilayetên rohilatê xuya bûye û tevî Mustafa Kemal Paşa di 16 gulan 1919 da çûye Anatolyê. Di gulana 1920 da, tevî kongreya gelên Rohilatê ku li Bakû hat derbas kirin bûye. Di payîza 1920 da wek konsulê sereke li Batumiyê xuya bûye. Ji 17 kanûna pêşîn 1923 da, ew li ser qulixa şêwrdarê wezareta karên derve bû. Di havîna sala 1924 da, ew balyozê welêt li Warşovê bû. Sê caran wek endamê Meclisê hatiye bijartin (98, dîwan 1, r. 440).

 

(26) Di nava dêlêgasyonê da, bilî Şêx Hesen (lawê Seyid Riza yê mezin), usa jî serekê eşîra Kerbelan, Kauoglu Mehmet Ali; serekê eşîra Ferhedan, Cemşit Axa; serekê eşîra Abbasan, Zeynoglu Ahmed hebûn. Mehmed Nûrî jî tevî dêlêgasyonê hatibû Diyarbekirê (126, r. 211).

 

(27) Anegorî biryara Şêwra Wezîran a 18 adar 1931, ew biryar li ser temamiya navçeya te ftîşê ya sereke ya pêşîn dihat belav kirin (45, r. 166), ango li ser wilayetên Agirî, Wan, Mûş, Bitlîs, Hekkarî, Siirt, Mardîn, Diyarbekir, Urfa, Elazîz (herweha navça Dersîmê jî di nav da) (116, r. 321).

 

(28) Anegorî salixên Nûrî Dersîmî kongreya pêşîn a rêxistina Xoybûn di tebaxa 1927 da, li bajarê Bhamdûn (Lubnan) hat derbas kirin (126, r. 255). Bi salixên mayîn, ew di oktobra 1927 da derbas bûye (145, r. 110 ).

 

(29) Di adara 1929 da, di civîna xusûsî da, Ekrem û Qedrî (Zinar Silopî) Cemîl Paşa, yên pismamên hev, wek endamên Komita Navendî ya Partiya Xoyubûnê hatin bijartin. Berî wê, ew bi biryara Mehkema serbest, dû serhildana Şêx Seîd, li navçeyên Anatolyayê yên navendî di hebsê da bûn (145, r. 119).

 

(30) Wê demê Kurdên Iraqê şerrê çekdarî dijî kevneperstên Ingilterê bona mafên xwe yên millî dikir.

 

(31) Di 22 gulan 1932 da, mehkema Adanê cezayê wan pêşmergên ku li navça Araratê dîl hatibûn girtin da. 30 mirov hêjayî gullekirinê bûbûn. 158 kes jî li ser we’dên cihê-cihê xistin hebsê.

 

(32) Naveroka zagonê cara pêşîn di nava pirtûka Lucien Rambout da, bi navê “Kurd û maF’ (Parîs, 1947) hat weşandin. Divê bê nîşan dan ku di nava Destûra Tirkiyê da ew zagon tu neye. Me ew zagon ne li berhevokên zagonên Tirkiyê yên mayîn da, ne jî di weşana Tirkiyê da dît. Xuya ye ku ew proje bû ku di sala 1934 da, pey testîqkirina meclisê, bû zagon.

 

(33) Teftîşa sereke ya duda, di 19 sibat 1934 da, li Tirkiya Ewropî hat saz kirin. Ya sisiyan di 6 îlon 1935 da bi navenda Erzurumê va. Wilayetên Erzurum, Qers, Riza, Trabzon, Glimiişhan, Erzincan û Agirî diketin nava navçeya teftîşa sereke ya siyasî. Ew navçe wek a qedexekirî hat îlan kirin û tukes nikaribû bêy destûrdayîna dîwana eskerî li wira bê cîwar kirin.

 

(34) Wê demê li welêt çar teftîşên sereke hebûn.

 

(35) Mîlîtanê şerkariya Kurdan a azadariyê yê bi nav û deng, helbestvan Elî Şêr, ji eşîra Şêx Hesen bû. Li qezayê Urmiyê (Koçgirî) di sala 1862 da ji diya xwe bûye. Xwendina xwe li Sîvasê bi dest aniye. Elî Şêr gelek helbest nivîsîne û di nava wan da pesna gelê kurd dida, bangî wî dikir ku dijî zordestiyê û bona azadariya xwe ya millî rabe. Dema şerrê hemcihanê yê yekê (sala 1914), Elî Şêr derbasî hêla ordiya rûsî bû û dixwest ji wira bona azakirina Kurdistanê şerr bike. Ew wek nûnerê Kurdan ê navçeyên Sivas, Meletye û Dersîmê li wira kar dikir bona ku di bin bandûra Rûsyê da Kurdistana otonom damezrîne. Pey derketina eskerên rûs, Elî Şêr vegeriya Dersîmê, lê paşê derbasî Koçgirî bû û li wira karê xwe yê bona civandina Kurdan dora dîtina çêkirina Kurdistana serbest berdewam kir. Di behara 1920 da, ew dîsa vegeriya Dersîmê. Li wira, bi lîderên Kurdan ên mayîn ra wî têlêgram ji hukûmeta Ankarê ra dişand ji bo ku li gora biryarên peymana Sêvrê mafên Kurdan ên millî nas bike. Bona tevgeliya aktîf di nava serhildana Koçgiriyê da ew ji aliyê dadgeha Tirkiyê bi cûrê dûreke hatibû gunehkar kirin û jê ra biryara gullekirinê derxistibû. Loma jî wî biryar kir ku li qezayê Ovacikê bimîne û li wira dijwariyên herî mezin kirin bin lingên xwe û salên dirêj karê terbiyekirina cahilên kurd dikir. Di sala 1937 da, dema serhildana Dersîmê, wî kîp bi Seyid Riza ra kar dikir, alîkariya yekîtiya Kurdan boy navê şerkariya millî dikir (126, r. 278-281).

 

(36) Sabiha Gökçen dota Atatiirk a hildayî ye (ne helal e – T.X.). Di kollêja amerîkî ya jinan da fêr bûye. Di sala 1935 da li dibistana firindevanan a bajarvaniyê hîn bûye û bûye firindevan (pîlot). Lê di sala 1936 da zaniştgeha eskerî ya hewayê temam kiriye, bi aktîfî tevî hincirandina serhildana Dersîmê bûye. Pey mirina Atatiirk, ew bi çawîşê hêzên eskerî yên hewayê, Ali Kemal Esiner, ku paşnavê wê hilda û bixwe jî bû “Gökçen” ra mêr kir.

 

(37) Partiya Daxuliqandina Kurdistanê di îlona 1942 da li Kurdistana Iraqê hatibû damezrandin.

 

(38) Partiya Rizgarî di sala 1944 da hatiye saz kirin û baweriyên wê yên çep bûn. Wê weke du salan jiyana xwe berdewam kir. Paşê dubendî di navbera endamên wê da çê bû : pareke wan ket nava Partiya Komunîst a Iraqê, pareke din jî nava Partiya Dêmokratîk a Kurdistanê. Bi salixên mayîn, partiya Rizgarî di sala 1945 da li Kurdistana Iraqê hatiye damezrandin û armanca wê ya dawîn ew bû ku Kurdistana Mezin saz bike (85, r. 95).

 

(39) Bi zagon No 5227 a 28 hezîran 1948, we’dê vegerandina Kurdan bo wilayetên wan li ser salekê jî hat zêde kirin (35, dîwan 28, r. 1119-1120).

 

(40) Anegorî zagon No 105, ev kes li wilayetên roavayê hatin sirgûn kirin : Ibrahim Abukoglu, Haci Topo Aktoprak, Zeki Bayer, Faik Bucak, Ismail Hakki Bucak, Haci Ali Bucak, Ali Abik Bucak, Mehmed Cemal Bucak, Midhat Bucak, Hasan Abik Bucak, Bekir Bucak, Reşîd Çeçen, Mehmed Dal, Abdulkadir Ekinci, Ebubekir Ertaş, Mahmut Ertaş, Behaddin Erdem, Abdulrezaq Enserioglu, Seit Enserioglu, Şêx Ali Firat, Şêx Giyasettin Firat, Şêx Ahmed Firat, Mehmed Fuat Firat, Mehmed Emin Firat, Halil Firat, Ömer Firat, Giyesettin Firat, Huseyn Ileri, Zeynal Abidin Inan, Mustafa Işik, Kinyaz Kartal, Abdulbaki Kartal, Hamid Kartal, Bala Kartal, M. E. Karadeniz, Cemil Kufrevi, Zeki Cemil Kufrevioglu, Abdulbaki Karakuş, Feyzullah Keskin, Mehmed Kayeler, Abdullah ÖztUrk, Ferzende Öztiirk, Osman Öztiirk, Köroglu Öztiirk, Şamil Bekir, Seyit Remenli, Kutbettin Septioglu, Zeynal Turanli, Cafer Yagizer, Mecid Yalçin, Derwiş Yalçin, Derwiş Yakut, Kazim Yildirim, Siileyman Yildinm (121, r. 335-336).

 

(41) Tenê di dawiya îlona 1965 da, li Ankarê mehkema wan “49” kesan ku di sala 1959 da dest pê bûbû xelas bû. Ji bo 16 kesan gunehê girtina 16 mehan derxist, lê yên mayîn hatin efû kirin. Di nava girtiyan da kandidatên parlementeriyê di hilbijartinên meclisê da (5 kes) bûn. Ji wan dudu ji Partiya Karkeran a Tirkiyê bûn, yek ji Partiya Tirkiya Nuh û dudu jî “serbest” bûn.

 

(42) S. Elçi di sala 1938 da, li bajarê Cizîrê (wilayeta Mêrdînê) ji diya xwe bûye. Fakulteya avukatiyê ya zanîngeha Ankarê temam kiriye û karê avukatiyê dikir. Di sala 1971 da, Ş. Elçi bona karê “pîre-pîrekirinê” hat girtin, lê mehkema eskerî biryara mehkema berê pûç hesab kir. Di sala 1973 da, ew wek parlementerê meclisê yê Mêrdînê (bi navnîşa “serbest”) hat hilbijartin. Di sala 1977 da, bû endamê Partiya Heqqiyê, bû parlementerê meclisê ji Mêrdînê bi navnîşa Partiya Heqqiyê. Dû hilbijartinê ra, dîsa derbasî cêrgên “serbestan” bû. Di sala 1978 da ket nava teşkîla hukûmeta koalîsyonê ya B. Ecevit.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev