Felsefe, Bişkivîn û Kulîlkvedana Eqlê Însanî ye

Felsefe, Bişkivîn û Kulîlkvedana Eqlê Însanî ye

Ferzan Yezdanî 

 

Felsefe ji agirê zanahîyê yê ku li Mezepotamyê û li Kurdistanê hewîrdor ronî dikir wek tîskekê vepekîya Yûnanîstanê û Yûnanîyan bi keda xwe û bi kurika xwe ew tîsk wusa gur û geş kirin ku him jiyana xwe pê ronî kirin û xwe pê germ kirin û him jî şaristanîyeke bêhemta pê ava kirin ku di dîroka şarisîtanîyan de hatanî îro mîna stêrkeke bedev diçirise û hîna jî şewqa xwe dide her derê. Dema împeretorê Romayê ola filetîyê pejirand li dijî felsefeyê derket û ferma girtina medreseyên ku têde felsefe dihat hînkirin derxist û felsefe tev hat qedexe kirin. Felsefeyê jî xwe da hev û ji wir derket hat li rojalatê û li nava misilmanan bi cî bû. Li vir jî bû sedema xêr û bereketê û bandûreke xurt û dîyarker li şaristanîya misilmanan kir. Lê yên ku xêra mirovatîyê nadixwastin û aktîf bûna eqlê mirovî li dijî berjevendîyên xwe didîtin dest bi tekfîr kirin û kafir hejmartina feylesof û felsefevanan kirin û fêr bûn û fêr kirina felsefeyê qedexe kirin û gotin: ‘Men tementeqe tezendeqe’ yanê: Her kî bibe mentiqzan dê bibe zindîq.

Dema li vir jî derî li felsefeyê hat girtin û jê re derfeta mayînê nehîştin xwe da hev û wek têrê talihê firî çû li ser serê misilmanên Endilûsê venîşt. Li vir jî hilberînên xwe di her warî de dane der û bû sedema peşketin û ava bûna şaristanîyê. Piştî demekê şûn ve, bere bere şewqa xwe da ser Fransa û Îtalyayê; welatê ku serek û zanayên dêra Qostantînê ji ber fetha wê ya ji alîyê Osmanîyan ve revîbûn wir û kumê xwe danî bûn ber xwe û êşa têkçûnê ewe xistibûn nav fikarên dûr û dirêj û kûr û kûr li ya hatî serê xwe difikirîn. Êşa wunda kirina Qostantînê û şewqa felsefeyê ya ku ji hêla şaristanîya Endilûsê ve belav dibû di serê van mirovên têkçûyî de gihîştibûn hev û yekemîn çirûskên serdema ronesansê li vir yanê li Îtalyayê peyda bûn. Li Fransayê jî felsefeya Îbnî Ruşd bandûrek mezin li dûyî xwe hiştibû û li wir ji xwe re bibû tevgerek felsefî. Ew çirûskên ku di serê van têkçûyan de û li Fransayê hatibûn holê hêdî hedî gurtir û geştir bûn; bûn rewşenbîr, bûn zanyar, bûn zanist, bûn şoriş, bûn teknolojî, bûn fabrîqe, bûn teyare,bûn top, bûn tank û bûne gule û hatin li qesra Osmanîyan ketin û ewe ji xewa quretî û xwe raser dîtinê şîyar kirin. Lê êdî dereng mabûn, di heyameke kurt de tijî kirina qelşa ku di navberê de pêk hatibû ji bo Osmanîyan ne mumkîn bû.

Li geşta felsefeyê ya dirokî binêrin, ku çûye kuderê li wira bingehên şaristanîyê avitine, cumbûcoşa fikrî û çandî bi rê xistîye, zihn û eqlê mirovî avdaye û tûjtir û tûjtir kiriye, wêrekîya zanabûnê daye mirovan, rêya li ser lingên xwe sekinînê û xweserî û xweberî û wek xwe bûyîn û wek xwe mayînê nîşanî mirovan daye, serên hişk nerm kirine, dilên tarî ronî kirine, zihnên şêlo zelal kirine, çavên şaş derman kirine, canên mirî careke din zindî kirine, destên aciz bihêz kirine, rê li ber pirsên nû û besivên nû vekirine, ji peyda kirina çareserîyên çêtir û rêbazên însanîtir û pêngavên mezintir re şert û merç amede kirine, hewl daya ku însan bikanibe xwe berde kûrahîya çewtî û şaşîtîyan û ji herî binê ve koka wan biqeline daku sibê dîsa (hi)şîn nebin, alîkarî kiriye ku însan berî her tiştî xwe nasbike, xwe ronî bike, bi xwe bihese, tê wîne derê ku ji dema hatiye dinyayê haya niha ji alîyê civakê ve, ji alîyê dêûbavê ve, ji hêla medresê ve, ji a memoste ve, ji a otorîteyê ve, ji a çandî ve û ji hêla hemû ew diyardeyên ku di nav de dijî ve bi tiştên rast an çewt, qenc an qirêj hatiye dagirtin, hatiye pîlan kirin û hatiye qalip girtin û ew ne bi emrê xwe, belkî bi emr û fermana bernameya ku lê hatiye bar kirin û ew jê haydar nîne, tevdigere û wek qirşqalekî li ser lehî, bêyî îradeya xwe vir de wê de diteriqe û pê re bi rode diçe; lewra yarmetî daye ku heyîna xwe ya hatî pîlan kirin di bêjinga eqlê xwe re derbas bike daku ji nû ve dest bi hilbijartinê bike; yên rast û bidelîl û bibingeh têde bile û yên çewt û bêdelîl û bêbingeh jê bavêje; wê pîlan ve bernamê ji nû de saz bike daku bibe ya wî û xwe bispêre agahî û zanahî û fehm û têgîştin û têanînderka wî û ji rastî û çewtîyên xwe bi awayekî heqîqî û ji dil perpirsyar be.

Erê, ku felsefe çûye kuderê li wir şopên mayende li dûyî xwe hiştîne. Civakên ji felsefeyê hezkirine û derîyê xwe jê re vekirine di her warî de berz bûne û pêşve çûne; yên ku li dijî wê derketine û ji cem xwe qewirandine paşve ketine, tûşî fehmkorîyan û korerêyan hatine, xwe ji çêş û tema bextewerîyê bêpar kirine û herî dawîyê poşman bûne. Hemû zanistên ku nika xweser in, berê di zikê felsefeyê de bûn û xwe bi xwîna felsefeyê xwedî dikirin. Lewra ji her alî de muhtacê felsefeyê bûn. Niha jî, herçiqas xweserîya xwe ava kirine û wekî berê ne muhtacê wê bin jî lê dîsa pêdivîya wan ya bi felsefeyê bi temamî kut nebûye û di hin waran de berdewam dike. Felsefe him wekî hilberîneke eqlê mirovî û him jî wekî pêvajoya felsefînê û felsefe verzînê (kirinê) ji me re pêdivîyeke jêneveger e. Felsefîn, felsefî bûyîn û felsefî kirina xwe û jiyanê xwe ji elimîna felsefeyê wek hilberîneke eqlê morivî zerûrîtir û girîngtir e. Canê/a rastîn (çê), hizra rastîn (çê), gotina rastîn (çê), kirina rastîn û ava kirina cîhaneke ji a heyî çêtir armanca felsefê ye. Felsefe, bişkivîn û kulîlkvedana eqlê însanî ye, bêhna xweş û mestker ya ji wê bişkivînê belav dibe ye. Felsefe, hizr û fikr e û saetekê bi awayekî ciddî fikrîn ji îbadeta heftê salî ewlatir û kêrhatîtir e. Rastîya însên tev ji fikrê pêk tê.

Her wekî Mewlana dibêje: Hê birayo! Tu tev hizr û fikr î / ji pê ve tu hestî û qirş û qal î.

Çavkanî: Malpera Felsefevan 

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev