Berhemên kurdzanên me – 270

Berhemên kurdzanên me – 270

Me di 269  rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka A. Bûkşpan ”Kurdên Azirbêcanê”, beşa pêşin a bi sernavê “ Kurd wek miletekî kêmjimar” raberî we bikin. Beşa duduyan emê piştî heftêyekê çap bikin.

Ev berhema zanyarî sala 1932an li paytextê Azirbêcanê – Bekûyê bi rûsî ronahî dîtîye û van dawîyan bi wergera Têmûrê Xelîl li Amedê ji alîyê weşanxaneya LÎSê da çap bû. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl 

 

Kurd wek miletekî kêmjimar -1 

Me dixwest bi vê pirsê va dawî li nivîsa xwe bînin. Em di dawîya xebata xwe da li ser vê pirsê sekinîn û me ew yek ne ji bo wê yekê kir, ku ew pirs ne gelekî giring e, lê eksî wê, ji giringîya wê me usa kir û ew di nav pirsên ku êkspêdîsyonê danîbûne ber xwe, yeke here giring bû. Ango, wek ku mesela îngilîsa dibêje: “Last but not least“, yanî bi jimarê va ya dawî ye, lê ne bi kemala (naveroka) xwe va.

Him li navça Kelbecarê, him jî li navça Laçînê, kurdên ku zimanê xwe parastine, piranî li gundan dimînin. Cînarên wan turk in û bi hevdu ra bi tirkî dipeyîvin, ku ji bo kurdên Azirbêcanê zimanê dudan e.

Em wê yekê dikarin derheqa kurdên herêma Naxçiwanê da jî bêjin, lê li vira rewş hinekî cuda ye.

Kurdên Zîlanê, ku niha li KSS Naxçiwanê dimînin, hetanî berî nîsana sala 1920î li Azirbêcanê ne li ser hev diman. Dewrana mûsafata-daşnaka ya bi xwîn di sala 1919a da, şerê herdemî, xweserîtîyên cerdên daşnaka yên bi serokatîya gênêral Dro kurd mecbûr dikirin, ku warên xwe bihêlin û birevine Tirkîyê û Farizistanê.

Piştî testîqbûn û mehkembûna qeydê Sovêtîyê, kurd destpê kirin vegerîyan. Sala 1926a gelek kurd ji wî berê çiyayê Araratê vegerîyan û piranîya wan li navça Erezdayanê bi cî bûn.

Gorî hesabkirina binecîya ku Komîsarîyata Perwerdeya gelî derbaz kiribû, jimara binecîyên kurd li herêma Naxçiwanê 3180 merî bû. Wek me berê jî gotîye, piranîya wan li navça Şarûr-Stalînê (Noraşêna berê) û li ser axa navça Erezdayanê diman, ku berê axa gundê Sederekê bû.

Gorî malûmatîyên şêwra navçê, berî destpêkirina êkspêdîsyonê jimara kurda 2884 meriv bû (1531 mêr û 1353 jin).

Xênji wê, kurd di gundên wê navçê yên mayîn da jî dimînin, û di wan gunda da piranîya binecîyan turk in; tenê çend gunda da (wek mînak, li gundê Derekendê, ku ji 283 binecîya tenê 3 kes turk in) binecî hema bêje hemû kurd in.

Wek ku endamên êkspêdîsyonê yên zimanzan azirû kirin, kurdên Naxçiwanê jî bi du zimana dipeyîvin, lê bi kurdîyeke paqij dipeyîvin û tesîra zimanê tirkî li ser wan pir kêm e; em wê jî bêjin, ku lêkolînên me dane îzabtkirinê, ku zimanê kurdên Naxçiwanê gelekî nêzîkî zimanê kurdên Ermenîsatnê ye. Hela ser da jî, ew diha paqij maye, ne ku bal kurdên Ermenîstanê. Lê zimanê kurdên Laçînê û Kelbecarê tevlihev bûye. Vira tesîra zimanê tirkî ewqas pir e, ku ewê fonêtîka, morfologîya, lo heta aksênta (lewz, akil) zmanê kurdî jî guhartîye. Lê li herêma Naxçiwanê, navça Şarûr-Stalînê jî di nav da, kurd himberî binecîyên turk ewqas kêm in, ku wek kêmjimar têne hesibandin.

Rast e, di nava bi seda salan da kurd bi turka ra helîyane, ji ber ku der-dorên navçeyên Laçînê û Kelbecarê da timê jî turk bi jimara xwe va gelekî ser kurda ra bûne, lê dîsa jî geleka ziman û erf-edetên xwe ji bîr nekirine. Ew yek jî alî vê pêvajoyê kirîye, ku heta berî testîqbûna qeydê Sovêtîyê li Azirbêcanê, kurd miletekî paşketî bû û di nav jîyana eşîrtîyê da bû.

Hukumeta qeyserîyê, dû ra jî hukumeta musafatîsta, tenê bi wî çevî li kurda dinihêrîn, ku wana di şerê bi cînara ra bi kar bînin.

Sîyaseta mûsafatîsta hindava kurda da ji ya Rûsîya qeyserîyê nedihate cudakirinê, ew wek berê dihatine zêrandinê û Rûsîya qeyserîyê ji bo gelên biçûk bûbû hebiseke mezin.

Lê di dema hukumdarîya mûsafatîsta da, ku dirêj nekişand, kurd di hêla aborî û sîyasî da di rewşeke diha xirab da bûn. Me îdî derheqa fikra Avêryanov hindava kurdên Yêlîzavêtpolê da ji we ra gotîye. Dîwana qeyserîyê qet guh ne dida rewşa wan û bi çavê “musulmanên ji der hatî” li wan dinihêrî. Bi vê fikrê va Avêryanov rast dibêje, ku: “Piranîya kurdên herêma Yêlîzavêtpolê hukumê rûsa li ser xwe texmîn nakin, dîwan derheqa wan da hema bêje qet tiştekî nizane û tu xemxurîyekê hindava wan da dîyar nake û xema kurda jî nîne, ku ew bin hukumê kê da nin; ji ber wê jî nexwendîtî li bal kurdan pir e”(1).

Hukumeta qeyserîyê hewl ne dida, ku di nav kurda da nexwendîtîyê bide hilanînê û ew “bêxemîya” kurdên Yêlîpzavêtpolê(2) hindava hukumetê da bi dilê çîna desthilatdar bû, ji ber ku ewê xwe ji wê yekê xilaz dikir, ku gerekê gelek cara problêmên wan yên cuda-cuda, di nav wan da yên navxweyî jî, çareser bikira. Hukumeta mûsafatîsta jî hewl dida usa li ser pirsa kurda bisekine, wek ku ew yek hukumeta qeyserîyê kiribû. Lê bi ferqekê: eger hukumeta qeyserîyê ne alî kurda dikir, ne jî eleqê xwe pê dianî, lê hukumeta mûsafatîsta hewl dida kurda bi kar bîne. Ji ber wê jî hukumeta mûsafatîsta bi hevkarîya casûsê xwe – derebegê mezin û gênêral-welîyê Qerebaxê Xosrow beg Sultanov, biryar kir kurda bike di nava qulixkirina eskerîyê da, û hewl dida desteyên (alayên) kurda bi kar bîne bona biserxistina “sîyaseta xwe ya miletîyê”.

Derheqa vê yekê da A.Stêklov di lêkolîna xwe ya derheqa ordîya mûsafatîsta da aha nivîsîye: “Wezîreta parastinê proêktek amade kirîye, ku ji binecîyên kurdên Qerebaxê alaya “kazakên Azirbêcanê” saz bike, bona nehêle, ku daşnakên ermenî ji alîyê Ermenîstanê hindava Qerebaxê da destdirêjayan bikin. Gorî proêktê gerekê ji binecîyên kurd taxbûreke eskerên peya û alaya eskerên siyarî (ji dused kurda) bihatana sazkirinê. Eger şer bibûya, gorî proêktê dikaribûn alayên kurda bişandana dervayî Qerebaxê jî. Qulixkirina di nav eskerîyê da 2 sal hatibû kivşkirinê. Ew kurdên, ku gazî eskerîyê dikirin, gerekê bi çek-rihala va bihata, lê kesên ku gerekê di alaya siyarî da qulix bikirana, gerekê bi hespên xwe va bihatana û zîn-bûsatê hespa jî gerekê usa bûna, ku kêrî şêr bihatana. Eger di van kara da kêmanîyek hebûya, ew eşîr gerekê bersîvê bida, ku eskerên peya, an jî siyarî dane dewletê û eşîr bi xwe gerekê wan dem-dezga û çek-rihala biguhêranda, ku komîsyonê ew kêrnehatî bihesibanda. Eskerên peya û siyarî bi xwe gerekê li cil û çek-rihalên xwe mêze bikin û eger kêmanîyên biçûk hebin, ew bi kîsî xwe gerekê bidne hilanînê, lê nûkirina çek û sîliha, xwerina eskera û hespa li ser dewletê ye. Di rex xwendinxana eskerîyê ya ji bo amadekirina zabita, beşa amadekirina 20 zabitên kurd jî hebû. Alayên kurda piştî biryara komîtêya parastina dewletê ya dawîya çirîya pêşin sala 1919a destbi teşkîlkirina wî karî kirin, lê pêra negîhandin heta testîqbûna qeydê Sovêtîyê li Azirbêcanê xilaz bikin. Ev “neciddîtîya” kurda hêrsa gênêral-welîyê Qerebaxê, milkedarê mezin Xosrow beg Sultanov gelekî rakir, yê ku serkarî li wan dikir û gundîyên kurd di nav rebenîyê û tengezarîyê da hîştibû. Ji ber wê jî ewî bacên ji berê girantir danî ser kurda, ku bêy wê jî pir giran bûn”(3).

Em wê jî bêjin, ku mûsafatîsta ne tenê bi vê yekê va zor li kurda dikirin. Temamîya sîstêma mûsafata di “sîyaseta xwe ya miletîyê” da tam dijî gelê kurd bû. Zordestîya wan ya hindava kurda da ji ya qeyserîyê xurttir bû. Ji ber ku derebegên turka yên zulmkar bi serokatîya Sûltanov di navçeyên kurd lê diman da temamîya hukum xistibûne bin destê xwe û di wî karî da pêşî hêvîya xwe danîbûne li ser casûsên tirka, paşê jî ser yên îngilîs. Temamîya hukumê dewletê di bin destê milkedarên wek wan da bû.

Me îdî derheqa xweserîtî û destdirêjayên begên Sultanova da got, ku cerdên wan piranî li navçeyên Laçînê û Kelbecarê da kar dikirin. Lê hukumê wan li temamîya Kurdistanê jî derbaz dibû. Di navça Kelbecarê da hukum di dest merivên Sultanova da bû, ku begên Koturlûyê bûn. Zordestîyên ku wan li milet û xwesma jî li kurda dikirin, bi hovîtîyên xwe va “deng dabûn”. Wana berî mûsafata jî zor li milet kiribû. Lê dema hukumeta bi dilê wan ya milkedarîyê-bûrjûazîyê hate ser hukum, wana ciyê lingê xwe diha qewîn kirin û bi saya serê wê yekê, ku pismamên Sultanova bûn, destûra her tiştî didan wan.

Begên Koturlûyê li gundên ku nêzîkî warê wan yê jîyînê bûn (cîkî weke kela Koturlûyê, ku nîvhedimî bû) ji merivên ku şurîya wan pê dibirî (bawerîya xwe pê dianîn) cerd çê dikirin û êrîşî him li ser gundên turka dikirin, him jî xwesma yên kurda; gundên kurda diha bêxweyî bûn, kesî wana nediparêzî. Wana degme (kêm cara) êrîş dibirine li ser koçera, ji ber ku koçer çekdar bûn. Dema cerdên wan diketine gunda, gundî hemû ji cî û warên xwe derdiketin, direvîyan. Hin cara gundîya ber xwe didan, ew jî bi ser ne diketin. Kîjan mêr biketa ber destê wan, digirtin, dibirin warê xwe û wana wek qûl (hêsîr) bi kar dianîn. Ne hewce ye em bêjin, ku wana ber karê xwe va tu pere nedistendin, hela ser da jî bi qamçîya li pişta wan kesa dixistin, yên ku hewl didan ber xwe bidin, an jî gurra cerdvana ne dikirin. Di dema kar jî ew hêsîr gerekê kîsî xwe nan bixwerana.

Di dema hukumdarîya mûsafatîsta da dizîya heywanên gundîya, dakutana li malên xelqê, talan û şêlandin tiştên rojane bûn. Ji bo milkedarên kirêt tu sînor tunebûn. Ji me ra digotin, ku di dema êrîşeke li ser gundê kurda, bega bona tirsfirandinê çend gulle berdane hewê.

Pişt ra jî begên Koturlûyê gundîya mecbûr kirin heqê fişekên ku cîyê belasebeb berdabûn, bidin. Eger gundî nedana, dest datanîn ser hebûna wan.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev