Xortê min ê nû

Xortê min ê nû

CECILIA DAVIDSSON

Werger: Haluk Agrîn

Cecilia Davidsson, (1963) nivîskareke swêdî ye. Davidsson bêtir bi nivîsandina kurteçîrokan navdar e.

Davidsson cara yekemîn berhevoka xwe ya kurteçîrokan bi navê ”Yek ji van şevan” di sala 1994an de weşand. Kurteçîroka ”Xortê min ê nû” ji vê berhevokê hatiye hildan. Berhevok ji aliyê Yekîtiya Nivîskaran ve hat xelatkirin. Piştre wê gelek berhevokên kurteçîrokan ên din nivîsandin.

Davidsson bi şêweyê nivîsandina xwe ve di bin bandora nivîskarê amerîkî ê navdar Ernest Hemîngwey de ye. Şêweyê nivîsandina Hemingwey wek ”teknîka çiyayê qeşayî” tê binavkirin. Hemingwey nivîsê dişibîne lutkeyê çiyayê qeşayê, lê gewdê wê yê mezin di binê avê de veşartî ye. Tiştên ku di çîrokê de diqewimin bêtirî wan ”di navbera rêzan de” veşartî ne. Loma divê xwendevan li gor fantaziya xwe lê bigere ka çi diqewime. Ev teknîka vegotinê di ”Xortê min ê nû” de gelek vekirî diyar dibe.

 

Ew bi xwe derbarî nivîsandina kurteçîrokan de weha dibêje: 

”Kurteçîrok cûreyekî edebiyatê yê kêfxweşker e û kedeke zêde dixwaze. Pirî caran tenê li dor yek bûyerekê, yan jî kêlikeke kurt ya jiyanê tê avakirin, û ez dixwazim wê kêlikê li wir bim. Eger tu wê kêlikê hinekî dirêjtir bikî, dikarî tiştinan bibînî ku te berê nizanibûye û hîç texmîn nekiriye ku ew hene… tiştên wisa ku tenê bi rêya nivîsandinê mirov dikare vebêje yan jî bijî. Û nabe ku mirov peyvan badîhewa xerc bike dema mirov kurt dinivîsîne, ev yekser bala mirov dikişîne. Ez hez dikim peyvan welgerînim, bizivirînim, jêbikim, pahn bikim, jê derxînim, pêvekim. Carna ez dibêjim qey ez bi hemû bedena xwe vî karî dikim.” 

Davidsson bilî kurteçîrokan roman jî nivîsandine. Di nav xebatên wê de pirtûkên dibistanê yên xwendinê ji bo pîleyên cuda jî hene. Û ji nûve veçêkirin û sivikirina berhemê nivîskarên kevin jî bûye warekî xebata Davidsson.

 

Xortê min ê nû

Keçikeke ciwan pêrgî xortekî nû hat. Ev cara yekemîn e dihêle ku ew bi wê were mala wê. Hêviya wê mezin e ji bo şeveke bi evînê têr û tijî derbas bikin, lê ew pêşîyê dixwaze dûş bike. Dema temam dibe pêşgîrekê li xwe dipêçe û paşde vedigere oda razanê. Lê li wir rewşeke nebînayî dibîne.

 

”Tu dizanî saet sisê û nîv e…” ez bi dengekî nizim ji xortê xwe re dibêjim dema em tên ber deriyê mala min. Ez hewl didim bi kilîtê derî vekim û xwe nagrim di ber xwe de dikenim. Vekirina derî dijwar e, lê xortê min ê nû vê yekê nizane.

 

”Ez dixwazim vegerim herim malê” dibêje.

”Na, na! ne niha…” dibêjim û difikirim: ne niha, êdî em heta vêderê hatine. Ez kilîtê şûnde dikişînim û dîsa dikimê û hêdîka li aliyê rastê badidim û vê carê derî vedibe. Ez tenê hinekî zêde bi heyecan bûm.

 

Ez bi destê xortê xwe yê nû digrim û wî dibim sivderê, wextên din jî lampê hîç caran vênaxim. Ronahiya lampeyên ser cadeyê li ber pencereyan têra xwe hundir ronî dike. Ez milên xwe li wî dipêçim.

 

”Ez li vir dijîm”, di ber stuyê wî de bi mirînî dibêjim, stuyê wî yê ku bêhna gulava tiraşê ya giranbiha jê dihat, û di hizra min de heye ku emê bi hev şabin. Ez ji seksa berî hilhatina rojê hez dikim. Xortê min ê berê hertim berî hilhatina rojê hişyar dibû dixwest em vê bikin. Bi yê nû re hîna min nekiriye. Ew firsend heta niha çê nebû.

Ez bi destê wî digrim dibim oda razanê ya piçûk ku lê tenê cihê textekî razanê û kursiyekî heye, nîşanî wî didim. Ew diçe ber pencerê, bi devekî ken vedigere û dest pê dike cilên xwe diêxe. Bi gurmîna dilê xwe re ez lê mêze dikim. Yek bi yek li ser qenapê dikevin, bilî derpê. Ew wî dernaxe. Li ser nivînan rûdine, bi herdu destan zor dide doşegê, dûre xwe dike binê lihêfê û meraq dike ka ez ê jî weke wî bikim yan na.

 

”Belê, derhal” ez dibêjim û berpaşkî diçime sivderê û xwe berdidime banyoyê. Divê ez dûş bikim, vê sibê min xwe pêre negihand. Dema min gore derxistin tavilê hat bîra min ku divê min berê ji wî re gotibaya ku ez dixwazim dûş bikim. Ez dîsa goreyan li xwe dikim diçim di nav derî de, li ser şêmîka odeya razanê disekinim. Niha wî xwe rût-tazî li ser lihêfê dirêj kiriye. Di wê nîvtariyê de devê wî bi ken xuya dikir, û çavên wî dibriqîn. Ma mumkun e, ez difirim, ku dikarin wisa bibriqin eynî wek çavên pisîkan?

”De were”, dibêje.

”Divê ez dûş bikim”, dibêjim.

”Zû bike”, dibêje.

”Mmm…” dibêjim û vedigerim serşoyê û li pêş neynikê dest pê dikim cilên xwe derdixim. Çavên min piçûk bibûn, rengê rûyê min wek şîr sipî ye; ez her car wisa dibim kîngê ez şevekê li derva bim. Weke pîrhebokan, xortê min ê berê hercar digot. Ez serçavê xwe gelek nêzîkî neynikê dikim û li ber firnikeke xwe pirzikekê dibînim. Ez dizanim, divê mirov wan negivêşe, lê ez tu wextê bi xwe nikarim. Bi herdu tiliyên nîşanekê zor didimê heta ku ji çavên min hêsir tên û di çerm de qurmîçkeke sor çêdibe lê pirzik naxwaze derkeve. Ez dev jê berdidim û peltek pembû di ava rûpakkirinê de rind şil dikim û derdorê pozê xwe pê paqij dikim û çawa hebe min destpê kiriye, hema serçavê xwe û stuyê xwe jî paqij dikim. Piştî ku ev xilas dibe ez kincên mayî jî derdixim û dikevim bin dûşê, li ava germ dizivirînim, hêdî hêdî germa wê zêde kim heta ku bedena min hîn dibe. Bi sabûnê xwe rind mist didim, avê li xwe dikim, careke din ji nû ve sabûn dikim, avê lêdikim…

 

Kîngê ez dûş dikim, derdorê min tev di sîs û hulmê de dimîne. Ez derî hinekî vedikim ji bo ku bixara hundir derkeve û hewa sar tê hundir ez dilerizim. Ez neynikê çend caran paqij dikim, paşê xwe zuha dikim, porê xwe firçe dikim, kremeke bîhnxweş di bedena xwe didim. Paşê ez pêşgîrekê li navtenga xwe dipêçim û ji serşoyê derdikevim, tavilê paşde vedigerim ji bo ku cara dawî li neynikê mêze bikim: ew rengê weke şîr nemaye. Bi dilxweşî vedigerime oda razanê.

Bîsteke dirêj ez li kêleka nivînan disekinim û dixwazim bizanim wî xwe li ku veşartiye. Xortê min ê nû bi gewdê xwe wisa piçûk e ku dikare di binê text de bi cî bibe. Ez li ser çalepîka xwe xwar dikim lê dinihêrim, lê ew li wir tune. Ew di dolabekê de jî tune û di pişt derî de jî. Ez diçim oda rûniştinê, berjêr xwe xûz dikim li pişt qenapê çavê xwe digerînim, lê ew li wir jî nîne. Ez pêşda diçim ber pencerê û tam ez ê li pişt perdeyan mêze bikim, hema wê gavê li paş min ji cîyekî dengê pencikan tê. Ez careke din li paş xwe dizivirim û guhdarî dikim, bîhna xwe diçikînim ji bo ku baştir bibihîzim. Deng ji metbaxê tê. Pir bi dîqet pêşda diçim di navbera derî de disekinim, bi destê xwe li ser dîwarê hember li bişkoka lampê digerînim lê lampê vênaxim. Ez derhal dikevim şikê ku ew deng ji metbaxê nayê. Deng mîna ku vê carê li paş min ji derekê tê. Ez serê xwe dizivirînim, na: esse ji metbaxê tê. Bi lerzandin ez lampê vêdixim û hema wê kêlikê dengê pencikan tê birrîn. Ez lampê vedimirînim û disekinim, lê tu deng tune. Ez dîsa vêdixim û li dora xwe mêze dikim û ferq dikim ku min ji bîr kirîye ku penêr têxime sarincê. Wekî din her tişt wek xwe xuya dike. Ez diçim ber masê û penêr hildidim û lê mêze dikim. Tiştek pê nehatiye, dibêjim û dixime dolabê. Paşê vedimirînim û bi bawîşkan diçim oda razanê.

 

(JI PIRTÛKEKE NEÇAPKIRÎ)

Werger: Haluk Agrîn/paşnavê berê Öztürk

 

PIRSÊN NIVÎSÊ: 

  1. Bûyer li ku diqewime?
  2. Rewşa keçika ciwan çawan e?
  3. Keçik berî ku here nav nivînê çi dike?
  4. Ew çavên lawik dişibîne çavên çi?
  5. Çi qewimîye piştî ku vedigere oda razanê?
  6. Çi dibe dema ku ew li paş perdê lê digere?
  7. Wexta lampê vêdixe çi dibîne? 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev