Murray Bookchin, Abdulla Ocalan û pênasînek

Murray Bookchin, Abdulla Ocalan û pênasînek

Suleiman Sulevani

Ger nikarî bifirî- baz bide,

Ger nikarî baz bidî- bimeşe,

Ger nikarî bimeşî- çarlep bixişe

Lê tu her çi bikî jî, her dem berdewam be jibo pêş biçî!

Martin Luther King (1929- 1968)

Di pêşî de bêjim dema intelektuelek, nivîskarek, welatparêzek, serxwebûnxwazek pirsan dike û xalan têxe jêr pirsiyar, ew bi hîç awayekê nayê wê wateyê ku ew dij yan digel e, belku ew wê yekê dike jibo zelalkirinê û dîtina rastiyê ye.

Kêm kurd dizanin Murray Bookchin kî ye her çend wî di van 20 salên dawiyê de hîkariyeke mezin ser tevgera kurdî kiriye û navê wî tê girêdan bi Abdulla Ocalan, PKKê û pirsa kurdî li bakur. Erê bi zimanê kurdî kêm agahî ser wî hene, ger nebêjim her nîne yan bi kêmî li ber çavên min neketine, lê liser internetê agahiyên fireh derbarê wî hene.

Min cara yekê navê Murray Bookchin di seminareke Dr. Burhan Yassin de bi navê ”Abdulla Ocalan ji dewleta serbixwe ya Kurdistanê bo dije dewlet”1, ew bi firehî ser kesayetiya Murray Bookchin radiweste û agahiyên giring derbarî wî dide.

Ev Murray Bookchin kî ye û çima bûye jêdereke giring di fikir û siyaseta Abdulla Ocalan û PKKê de? Çima fikra Ocalan hate guherîn û çima Bookchin?

Murray Bookchin (1921-2006) filosofekê siyasî, ekoanarşist û aktivistekê amerikî bû, dêbavên wî penaberên cuhu ji Rûsya bûn û li Amerika niştecih bûn. Ew li New Yorkê 1921 jidayk dibe û di 85 saliyê de, 2006 li Vermontê dimire.

Gereke ev jî bê gotin ku gazin û rexne ne li ser Abdulla Ocalan e û ne rast e ew bên kirin. Ew mirovekê ne azad e, di zindanê de ye û kes nizane ew di çi mercên psîkolojîk de ye. Lê rexne û gazinên mezin ji siyasemedar, intelektuel, nivîskar û xebatkarên PKK û kesên xwe nêzikê wê dibînin. Kesên derveyî zindanê, erê ew azad in lê weke azad tevnagerin. Mixabin ev problema piraniya partiyên kurdî ye û ew bi taybetî tê dîtin cem kesên “intelektuel”, zana û xwedî gotin.

Çend dîtin.

  • Pirî caran rêgirî tê kirin li hevdîtinên Ocalan bi advokat/ parêzgerên xwe re, lê hemû hêsankariyê jibo wî dikin da nivêsîn û belavkirinên xwe bike.
  • Ocalan behsa xebata çekdarî dike li Îmralî, lê endamekê parlamana Tirkiye dixin zindanê jiber ku behsa Ocalanî kiriye bi awakê neguncayî.
  • Tirkiye rê dide Abdulla Ocalan peymannameya KCK2 (Koma Civakên Kurdistanî) sala 2005 li zindana Îmralî binvîse bi zimanê tirkî.
  • Ocalan behsa demokrasiya radikal, konfederaliya demokratîk û xweseriya demokratîk dike. Lê Konfederaliya Ocalan ya Bookchîn e ku ne weke konfederaliya Ewropa ye, belku nêzikî anarşismê ye.
  • Neronîyek, tariyek û nezelalîyek heye di gotarên Ocalan de, ev hersê gotin pir derbas dibin (ambiguity, ambivalence, vague) ku hemû jî hema bêje wateya ne zelaliyê dide.
  • Azadiya Qendîl ku derveyî zindan e girêdayî ye bi azadiya Ocalan.
  • Sala 2006 Murray Bookchin dimire li Amerika û kes li wir wisa behsa wî nake, lê Qendîl daxuyaniyekê dide û wî weke mirovekê mezin ku mirovatiyê ew jidest daye dike.
  • Sala 2002 Ocalan bi Bookchin aşna dibe û sala 2004an Ocalan nameyekê jibo Bookchîn dinivîse, têde behsa xwe dike weke xwendevanekê Bookchin û daxwaz jê dike ku serdana wî li Îmralî bike. Lê Bookchîn bersivê dide û dibêje ku ew nexweş e û temenê wî mezin e û derfeta hindê nîne serdana wî bike û hêviya serkevtinê jêre dixwaze.

Qonaxên di guherîna fikra Bookchin de

  1. Komunism û Trotskîzm heya sala 1941an.
  2. Piştî terorkirina Lev Trotskî (1879- 1940), dibe alîgirê Anarşismê (wek felsefeya siyasî û komelatî)
  3. Li destpêka salên 1960an dibe piştgirê Kommunalizmê3 û Ekologizmê, ”konfederalîzma demokratîk”4 (wek berdewamîya anarşismê).

Li qonaxên (2 û 3 û serewe) radeyekê mezin ji UTOPIA di dîtin û boçûnên Bookchin de tê dîtin

  1. Di dumahîka jiyanê de: Boookchîn bêhêvî dibe ji her tiştî. (Li gor lêkolîna Janet Biehl5, ku têde berhevkirina di navbera Bookchîn û Ocalan dike).

Janet Biehl, jina Moray Bookchin e, ew dipirse eve çawa çêbû ku li ti dereke dinyayê felsefe û têgehiştinên Bookchîn nayên qebûlkirin û kes pîte pê nade, lê Abdulla Ocalan qebûl dike û giringiyê didê! 

 

Bookchin derbarê Nasyonalîzmê û Dewletê.

“Bookchin antî neteweperestekê hov bû” (“Bookchin was a rabid anti nastionalist”).

Neteweperestî “nexweşiyek e ku mirov ji mirovan vediqetîne” (Nationalism was “a disease that divided human from human”).

Neteweperestî ji bo Bookchin, “baweriyek jehrîn bû” (Nationalism for Bookchin, “was a poisonous creed”).

Bookchin dijminekê sersextî tevgerên rizgarîxwaz yên netewî bû.

Ocalan derbarê Nasyonaîzsmê:

Nasyonalîzm, berhemeke ideolojî ya ewropî ye, şofînîzm û milmilanî etnîkî û kolonyalîzmê lêketiye

Gotinên dawî

Hebûna neteweyan bi hebûna dewletan e, neteweya bê dewlet bê pêşeroj e. Netew yeksan e bi dewletê. Nasyonalîzm geş û bilind bû digel daxuyaniya Amerikî jibo serxwebûnê (1776) bi hevgirtina 13 wilayetên Amerikî. Paş digel şoreşa Frensî (1789) li Ewropa geş bû lê ew ne diyardeke/fenomeneke ewropî ye, mînak jî pir in.

Lê ya giring li vir pêşeroja kurd û dewleta Kurdistanê ye. Bi hêviya dewlemendkirina vê mijarê, kesên ji nêz ve agahdarî mijarê ne, bi zanîna xwe ronahiyekê bavêjin ser vê naverokê û xalên veşartî şirovekin. Em rastiya xwe bibînin, hev rexne bikin û şaşiyên li meydanê ji holê rakin, serav û serrast bikin, tenê ew dikare kurdan pêşve bibe û ji şaşiyan dûr ke. Rexneyên konstruktiv dermanê gelek derdan e. Azadiya bîrî û wijdan jî divê hebe, ew dikare bibe terazî, dadwer/hakim û roketa jibo pêş.

 

Jêrnot/ jêder

  1. Siminara dr.Burhan Yassin li Danmark roja 01.02.2020, link: https://www.youtube.com/watch?v=at9QVFus1jQ&t=1283s
  2. Kamal Soleimani, di posteke xwe de ser feysê.
  3. Murray Bookchin, What is Communalism?, The Democratic Dimension of Anarchism (2001)
  4. Murray Bookchin and the Kurdish resistance”ROAR Magazine. August 9, 2015
  5. Janet Biehl (bûn 1953), jina Murray Bookchin e, wê sê caran 2014, 2015 û 2019serdana Rojava (rojavayê Kurdistanê) kiriye.

 Wêne: Xalid Satar

Riataza

Derheqa nivîskar da

Suleiman Sulevanî

Suleiman Sulevanî ji Başûrê Kurdistanê, bajarê Mûsilê ji dayîk bûye. M.Sc di arkitektur/mimarî da heye. Di gelek kovar û malperên kurdî da nivîsîye, wek Nudem, Avaşîn, Avesta, Diyarname, herwiha weke kolumnist di Netkurdê da demekê nivîsîye. Niha li Swed dijî.

Qeydên dişibine hev