Agahdariyên li ser pîrozî û wateya çarşema serê Nîsanê

Agahdariyên li ser pîrozî û wateya çarşema serê Nîsanê

Dema afirandina gerdûnê û destpêka serê sala Êzdîtiyê

Kemal Tolan, êzdîzan

 

Ez ê di vê hevpeyvînê de kesayeta Feqîr Şerîf Heso, zanînên wî yê li ser pîrozî û wateya Çarşema serê Nîsanê, dema afirandina gerdûnê û destpêka serê sala Êzdîtiyê bi we ra parvebikim.

 

Kemal Tolan- Birêz Feqîr Şerîf Heso, tû dikarî ji kerema xwe ji me ra bibêjî, ka Feqîr Şerîf Çatûk kî ye û ji kure?

 

Feqîr Şerif kurê Feqîr Heso Piçî, ez di sala 1965 de li gundê Hemdûna yê di herêma Bişêrîyê û di nav welatê Xalta de hatime dinyayê. Ez hetanî 22 saliya temenê xwe li vî welatî jiyame. Dû re ez di sala 1987 de mîna hemî Êzdiyên welatê Xalta hatime Almaniyayê.

 

Ez jî kêm hindik xizmeta ola xwe Ezdatiyê ra dikim. Ez nikarim bêjim, ez hemî tiştî ji ola Ezdatiyê fahm dikim. Lê tiştê ku qiweta min bigihîjê, ez ji bo xizmeta ola Êzdîtayê ra amade me.

 

Kemal Tolan- birêz Feqîr Şerîf, tû jî dizanî ku Tawisî-Melek di meha kanûnê de hatiye afirandin û ew di roja çarşema yekemîn, ya ku dikeve serê meha nîsana rojhilatî de. Gelo ji ba Xwedê tê dahirî ser erda Lalişê dibe?

 

Feqîr Şerîf Heso, li gorî erf û adetê bavkalên me li ser destpêka jiyanê a li ser axê dibêjin, avakirin an jî meyandina dinyayê ne di roja çarşemê de ye. Gorî ilmê me, yê „Qewlê Meha“ de xwanê dibe, dinya di rojê kanûnê de hatiye meyandin û dêje:

 

„Ji qewlî Fexrî zergûna,

here bi herf e û nasîn e

Roja binyata vê dinyayê danîne,

ew roj bi xwe kanûne.“

 

Meyandina dinyayê di kanûnê de çêbû. Hetanekî dema çarşema nîsanê ya yekemîn dinya hate meyandin. Lê bes jiyanê heta hingê li ser axê destpê nekiribû.

 

Jiyana li ser axê, heta dema ku canê min bi gorî Tawisî Melek, bi raya Xwedê di roja çarşema serê nîsanê de hate ser ruyê erdê, jiyan berda axê, pişt ra êdî amadeyiya afirandina însanetiyê li ser axê hate kirin. Lewma em dibêjin, destpêka jiyanê li ser axê.

 

Di qewlê zebûnî meksûr de dêje:

 

„Piştî çil hezar sal bi jimare

Heta Laliş ji jor ne dihate xware

Erdê bi xwera negirtiye hêjare

 

Dema ku Laliş dihate

Pê şîndibû çend û nebate

Bi xwe ra zeyînandiye kinyate“

 

Afirandina dinyayê jî ne hingê ye, ber ku ilmê me vaye û em îda xwe ya Êzî, di roja ku koka dinyayê hatiye afirandin û danîn de çêdikin. Vêca ji dema ku dinya di rojê kanûnê de hatiye meyandin û hetanî canê min bigorî Tawisî Melek di roja çarşema serê nîsanê de hatiye ser ruyê erdê, çiqas wext di vê navê ra derbas bûye, ez nizanim. Bes ez dikarim bêjim, hetanî canê min bigorî Tawisî Melek di roja çarşema serê nîsanê de ne hatiye ser ruyê erdê, jiyan di axê de tinebuye.

 

Lewma jî di „QEWLÊ AFIRANDINA DINYAYÊ“ de dêje:

 

„Yarebî dinya hebû tarî
Erd û ezman tunebûn
Dinya fireh bê bin bû

 

Di behran de tenê hebû dur
Ne dimeşiya, ne dipeşiya
Te xweşruh anî ber
Nûra xakê peyda kir

Hêvên havête behrê, behir pê meyanî
Dûmanek jê derxwenî
Çardeh tebeqên erd û ezman pê nijinî,
Êzdanê me dur deranî

Dur ji heybeta Êzdan hincinî
Taqet nekir hilgirî
Ji rengê însan xemilî
Sor û sipî lê hêwirî“

 

Kemal Tolan: Rast e, bira rahmetiyê Feqîr Elî Piçî jî, bahsa Xwedê nasînê û hebûna dinyê ya di pêş afirandina Adem de kiriye.*1.

 

Wekî dinê jî di nav zargotina me de jî tê gotin ku „di wextê beriya meyandina kewn (dinya)ê de, hinga ku dinya hêja tev tarî buye, hinga ji roja Çarşemê re gotine Çarşemareş (Qereçarşem). Lê gava ku nûra rojê (Tawisî Melek) di rojeke Çarşemareş de ketiye ser dinyayê û dinya pê sor (ronayî) bûye pêve, êdî navê wê Çarşemareş bûye, Çarşema Sor (Çar-şema ku sorayî tê de ketiye ser ruyê erdê)“*2

 

Feqîr Şerîf Heso: belê kekê Kemal ilim jî dêje,

 

„hat çarşema qer e,

siphan yê ji melkê ekber e

karê bi pîrantî be

jixwe berê diçe ser e.

 

hat qereşeme qer e

hincîyê fereca çarşemê li ber e

Tawisî Melek bi xwe jê ra rêber e“

 

Ji xeynî Batinîyê pê ve, ti tarîx nikare xwe bigihîne vî wextî. Ji wê dema ku canê min bigorî Tawisî Melek di roja çarşema serê nîsanê de xwe berdaye ser ruyê erdê û li Lalişa Nûranî dahir bûye de jiyanê di axê de destpêkiriye. Jixwe me berî niha ji „qewlê zebûnî meksûr“ jî xwand û dêje:

 

„Piştî çil hezar sal bijimar e

Heta Laliş ji jor ne dihate xwar e

Erdê bi xwera nedigirt hêjar e

 

Dema ku Laliş dihat e

Pê şîndibû çend û nebat e

Bi xwe ra zeyînandiye kinyat e“

 

Ji vê çarşemê pê ve, êdî hêja xêr û bereketê li ser rûyê erdê destpêkiriye û xweza jî vejinî ye.

 

Kemal Tolan- Başe Feqîr Şerîf Heso, tû bawer dikî ku Tawisî-Melek hersal carekê di roja çarşema yekemîn ku dikeve serê meha nîsana rojhilatî de ji ba Xwedê tê dahirî ser erda Lalişê dibe û ew roj dibe sersala Êzdiyan?

 

Feqîr Şerîf Heso- Ev ilmê çarşemê ku dibêje

 

„dar û berê geliyê Lalişê hemî xas in,

em rêya heqiyê ji wan dinasin

Şêx Adî, Tawisî Melek û Êzî ji me ra asas in“

 

Ez di wê baweriyê de me, milyaketên me xwe di van rojên pîroz de xwe berdidine ser rûyê erdê û ew daiyima li ser rûyê erdê ne. Tawisî Melek ne carekê tenê hatiye ser rûyê erdê. Milyaketên Xwedê, di hemî wextî û demî de hene, lewma jî em dêjin, ew timî nîşanên li ser milê miran in.

 

Di ilmekî me de dêje:

 

„Malkê bava yî dûr in

Jêrê misrê li pişt heft bahrê kûrin,

nîşanên Şêşims, yê li ser milê mêra ye bi nûr in.“

 

Lewma ez jî di wê baweriyê de me, milyaketê Xwedê, yê li hemî ciyî hazir û qadir in.

 

Kemal Tolan- birêz Feqîr Şerîf, tû jî bawer dikî ku serê sala Êzdiyan, a nû di yekemîn çarşema meha Nîsanê de destpê dike?

 

Feqîr Şerîf Heso- Na, min di pêş de jî got, afirandina dinya dibe destpêka serê salê. Roja çarşema serê nîsanê jî dibe destpêka jiyanê ya bi axê ve.

 

Jixwe te jî „Beyta Çarşema Sor “*3, ya ku temamiya wate û pîroziya çarşema sor têde hatiye şîrovekirin belakiriye.

 

Vêca ka em li dema îda me ya Êzî binêrin. Em berî îdê sê rojan rojî digrin û em roja înê, ya ku dikeve serê meha kanûnê de îda Êzî çêdikin. Wexta me Ezdayîyan di vê demê de, li gorî gera rojê îd, urf û edetên xwe çêkirine, hingê ti salname tinebûne. Me Ezdîyan û tevaya gelê arî li gorî wê demê rojî girtine, urf û edetên xwe gerandine.

 

Lewma dibê ilimdarê Êzdîtiyê bizanibin ku ilmê me eşkere dike û dêje, koka dinyayê di meha kanûnê de hatiye danîn û dibê serê salê jî di vê meha afirandina dinyayê de destpê bike.

 

Kemal Tolan- Belê Feqîr Şerîf, ilimdar û qewilzanê Êzdîtiyê birêz Adnan Xêravayî, di sebeqeyeke „Qewlê meha„ de dibêje:

 

„Sira Padşê min hat hindav e,

Li Şems û Fexrê Mîra dikir silav e,

Li çardê mehê de vedigere tav e,

Tav li çardê mehê vedgeriya

Ji nîşan û hesabê Enzelî ye,

Ji qudreta Padşê min î bêrî ye,

Ji qudreta Padşê min î cebêr re.

Meh, sal û zemana vedigêr e

Li çardê mehê tav jî vediger e „ *4

 

Feqîr Şerîf Heso, -Raste mamoste, ji qewlî Fexrê Zerbaba (Melik Fexredîn)

 

Li Şems û Fexrê Mîra dikir silav e,

Li sêzdê mehê de vedigere tav e.

 

ji qewlê Fexrê Zergûna

here bi herf e û here bi nasîn e,

roja binyata vê dinyayê danîn e

ew roj bixwe kanûn e„

 

Divê em Êzdî bi vî ilmê xwe bawer bin û şika me jê tine be.

 

Ez çarşema serê nîsanê li we tevan pîroz û bimbarek dikim. Em hêvî ji Ezdanê dilovan dikin, ew avekê li pandemiya coronayê, ya ku di nava dinyayê de bûye weke agir, bike û însana miferih bike. Milet bikaribe careke dinê bi ser hevûdinê ve here û were.

 

Xêr û bereketa çarşema serê nîsanê bikeve nav malê we, zarok, dost, heval û hemû xêrxwazên ola Ezdatiyê .

 

Kemal Tolan- Xwedê xizmeta te qebûl bike Feqîrê di nav Êzdiyên Xaltî de herî rêzdar.

 

*Çavkanî:

1 https://www.facebook.com/KemTolan/posts/2314673418748326

2 Kemal Tolan, hevpeyvîn-Nirxandin û Bîranînên Hinek Êzdiyan 2021 Îzmir, rûp. 171.

3 Kemal Tolan, Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê 2006, rûp.134-139

4 https://www.facebook.com/KemTolan/posts/2889473134601682 3:17-3:48

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev