Peyama Serok Barzanî bi helkefta Cejna Serê Salê ya Êzidiyan

Peyama Serok Barzanî bi helkefta Cejna Serê Salê ya Êzidiyan

Serok Mesûd Barzanî bi helkefta Cejna Serê Sala Olî ya Êzidiyan peyameke pîrozbahiyê arasteyî hemû xwişk û birayên Êzidiyan kir.

 

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi helkefta Cejna Serê Sala Olî ya Êzidiyan peyameke pîrozbahiyê arasteyî hemû xwişk û birayên Êzidiyan kir.

Peyama pîrozbahiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna Serê Sala Ola Êzidiyan, Çarşema Sor germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî hemû xuşk û birayên Êzidî yên li Kurdistanê û cîhanê dikim û hêviya bextewerî û kêfxweşiyê ji bo wan dixwazim.

Xwişk û birayên Êzidî beşeke resen a gelê Kurdistanê ne û di vê helkeftê de cextê dikim ku em digel êş û azarên wan de ne û bi hemî şiyanan piştevaniya daxwaziyên xwişk û birayên Êzidî dikim.

Hêvîdar im xwişk û birayên Êzidî bi serbestî û azadî bizîvirin ser cih û warê xwe û dûmahî bi awareyî û ew nehametiya ku ji aliyê terorîst û nehezên gelê me bi ser wan de sepandin bihêt û bo vê çendê pêdiviye hemû aliyek hevkar bin Kurdên Êzidî bi xwe biryarê li ser çarenivîs û paşeroja xwe bidin û birînên wan sarêj bikin.

Kurdistan welatê pêkvejiyanê ye û pêdiviye ev ferhenga dewlemend bihête parastin.

Hêvîdar im hemî cejn û helkeftên hewe bi şadî û aramî derbas bibin û bimînin bi xêr û xweşî.

Mesûd Barzanî

19ê Nîsana 2022

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev