Kurdistan û Bîra Kurd!

Kurdistan û Bîra Kurd!

Şêxmûs Ozzengin

Bi qasî ku miletê Kurd bi zimanê xwe zelal diaxive, li ser xaka xwe yekpare dijî; miletê Kurd, bi çandeke xas xwe xistîye nav têyên dîrokê. Heta demekê miletê Kurd, di nav xwe de asîmîlasyon qebûl nekirîye û kurdan bi hezar caran îspat kirîye, ku ew mileteke û civatek netewî ye. Bi qasî van hêlên erênî, ruhê netewî di astek xwehonandinê de, wek miletekî bawermend û netewî, di qada doza dewletbûnê de cîhê xwe negirtîye. Hêjaye ku em li ser van sebeban rawestin.

Bi raya min sebeba herî mezin ku pêşî li netewebûna Kurdan girtîye û nehiştîye miletê Kurd wek netewekî bibe xwedî helwest; ew jî sîyaseta Kurd û partîzanîya kurdan, serokheyranîya kurdan bi xwe ye. Vê zerarek wilo mezin daye netewebûna kurdan, nehiştîye di van 70 salên dawî de hemû ked û xebat, xizmetê ji netewebûna kurdan re bike. Rê ji asîmîlasyonê re jî vekirîye. Ji dêlva milethezî û welathezîyê; hestên partîzanî, xurtkirina hezkirina partî û rêxistinan derketîye pêşîya netewebûna kurdan û bûye asteng. Ji bona rêxistin û partîyên xwe, wan têkoşerên ku mirin û zîndan dane ber çavê xwe, mixabin ji bona parastina hêjayên netewî paş mane, qîmet nedane hêjayîyên netewî.

Miletekî ku 100 sale bê rawest li ber xwe daye û li berxwe dide, raserî qetlîam û jenosîdan, surgûnan dibe, gundên wan tên şewitandin, bajarên wan bi ser serê wan de tên hilweşandin, lê dîsa jî li ser ruhekî netewî xwedî li axa xwe dernakeve û li ser vê rêbazê nayê honandin. Ev mijar cîhê guftûgoyê ye.

Vê helwesta miletê Kurd, her çand û zimanê xwe parastî hiştîye. Piştî salên 1980 û şûnde li bakûrê Kurdistanê ev balansa xweparastina miletê Kurd, derb xwarîye û derîyê asîmîlasyonê, dejenerasyonê û entegrekirina bi dewletê re bandora xwe zêde kirîye û gihîştîye astek bilind. Di vir de rola tevgera PKK, ji rola dewleta tirk hîn mezintir bûye sebebê hilweşandina balansa navxweyî û rê ji asîmîlasyonê re, ji dijminatîya kurdbûn û kurdistanîbûnê re vekirîye. PKK, di nav têkilî û girseya xwe de Kurdbûn û Kurdistanîbûn wek sûcekî bicîh kirîye. Ev jî derbek mezin li miletbûna kurdan xistîye. Kurd kirine dijminê hev, beş kirine dijminê beşan û balansa kurdbûnê, niştimanperwerîyê hilweşandîye.

Dorpêçek mezin a ser rûhê Kurd û Kurdistanî, rê ji vê stratejîya dewletê re vekirîye. Ew dewleta ku bi qirkirin, surgûn û qedexeyan nikarî di dirêjaya 60 salî de kurdan asîmîle bike, 1980 û şûnde bi rêka dorpêça ser tevgera netewî, ev xebat pir hêsan bû ji dewleta tirk re.

Perçekirin û dabeşkirina Kurdistanê bi xwe re ji bona dewletên dagirkar derfetek jî derxistîye holê. Li her perçê Kurdistanê liv û serhildan bi şêweyek “pirsgirêka hundurîn hatîye binavkirin. Ji ber wê jî cîhanê, li henber van qetlîam, asîmîlasyon û jenosîdên Kurdistanê kerr û lal temaşe kirine.

Dewletên dagirkar, ji bona pirsgirêkên xwe yên îktîdarê derbas bikin û krîzên navxwe çareser bikin, her tevgera Kurd ji xwe re bikar anîne. Eynî tez ji pirsgirêkên nav dewletên dagirkar re jî derbas dibe. Kengî pirsgirêkên xwe çareser kirine, ne peyman û ne jî “dostayî” li holê nemaye.

Dewleta Tirk, di pêvajoka damezirandina xwe de bi rîhspî, serokeşîr, şêx û kesayetên li pêş yên kurdan re têkilî danîye. Ev têkilî li ser esasê “ev devlet a kurd û tirka ye” hatîye meşandin. Heta hinek nûnerên kurdan bi şal û şapik anîne meclîsê jî. Ev, heta ku dewleta xwe damezirandine meşîyaye. Piştî damezirandina dewletê, Kurd kişandine dardakirinê.

Di vir de, hêjaye ku em serhildana Agirî, ku di destpêkê de çawa Îran bi rûkî geş lê mêze kirîye, heta ku pirsgirêkên xwe û Tirkîyê yên sînor çareser kirîye. Piştî ku pirsgirêk çareser dibe, sînorên xwe ji tevgerê re digire û kurdan rû bi rûyî qetlîaman dike.

Eynî tişt ji damezirandina Komara Kurdistanê re jî derbas dibe. Sovyetê, ji bona pirsgirêkên xwe û Îranê çareser bike, piştgirî daye damezirandina Komara Kurdistanê. Piştî ku li ser rewşa Îranê pirsgirêk têt ser maseyê, hêzên emperyal û Sovyet para xwe ji masê digirin, dibe qatîlê vê komara ciwan a Kurdistanê.

Îran, ji bona pirsgirêkên xwe û İraqê çareser bike, piştgirî daye tevgera başûrê Kurdistanê. Heta 6ê Adara 1975an ku di civîna OPECê de Îran û İraqê îmze avêtin ser peymanê. Bi dorpêçek pir mezin rêk û rêçên alîkarîyê hatin girtin û tevgera netewî tenê li ortê ma.

Di demê de hemû tevger û partîyên komunîst yên hevalbendên Sovyetê (tevgerên Kurd yên hevalbendîya Sovyet diparastin) hemûyan tevgera netewî a Başûrê Kurdistanê wek “hevkarên Emperyalîzmê” nîşan didan. Ji ber têkilîyên Sovyetê yên bi Sûrîyeyê û İraqê re, kirin û qetlîamên İraqê, meşrû didîtin.

Di dîrokê de herçar dewletên dagirkar, ti carî çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê nekirine program ji xwe re. Lê herçar dewletan jî bi demografîya Kurdistanê lîstine. Bi rêya asîmîlasyonê, surgûnê, qirkirinê xwestine kurdan ji holê rakin. Ev armanc pir zelal di hedefên herçar dewletên dagirkar de li ber çavan e.

Dewleta İraqê, Tirkîye, Îranê û Sûrîyê tu carî sîstemek demokrtîk nexwestine û di vî warî de hewl jî nedane xwe. Ji ber ku pejirandina “sîstemek demokratîk”, redkirina sîstema dijberî miletê Kurd, ku her çar dewletan di nav xwe de pejirandîye. Demokrasî û sîstemên mîlîtarî û dagirkar du sîstemên dijberî hevin. Heger hûn bi metodên mîlîtarî kolonîyê bi rê ve bibin, hûn nikarin bibin demokrat û demokrasîyê biparêzin. Yên ku bi metodên polîsîye û leşkerî civatan dîzaîn bikin, nikarin bibin hevalbendên demokratan. Ew kurdên ku çavê xwe berdane demokrasîya kolonyalîstan, vê rastîyê qebûl nakin.

Li başûrê Kurdistanê, ji 1958an û heta niha zaafek pir girîng derdikeve ber me ku tu carî sînorê âxa Başûrê Kurdistanê bi şêweyek fermî nehatîye qebûl kirin û nehatîye pejirandin. Her Kerkûk, Xaneqîn û Şengal ji dervê Kurdistanê hiştine û gotine “emê van deveran bi referandûmê zelal bikin”(!) Lê ti carî li van deveran referandûm çênebûye û İraq nêzî gavavêtina referandûmê nebûye. Lê her bi demografîya van deveran hatîye lîstin û ev wek çek li henber Kurdistanê hatîye bikaranîn.

Hin di otonomîya 1970 de û hin jî piştî hilweşandina dîktatorîya Saddam, Dewleta İraqê her ku bi hêz bûye, destdirêjî destkevtinên miletê Kurd kirîye. Pirsgirêkên ku nehatine zelalkirin, li henber Kurdistanê bikar anîye û Kurdistan tehdît kirîye.

Di warê bikaranîna tevgera Kurd de Îran, İraq û Sûrîyê rolên sereke lîstine. Îran tevgera Başûr, İraq tevgera Îranê û Sûrîyê jî tevgera İraqê bikar anîye. Vê rewşê tenê bi “helwesta bikaranînê” jî em nikarin îzah bikin. Ji ber ku rewşek taybet ya jeostratejîk û erdnîgarî ya Kurdistanê jî heye. Tevgerek çekdar, çiqa dikare xwe ji vê “bikaranînê” biparêze, cîhê guftûgoyê ye.

Sîyaseta Sovyetê pir zerar daye ruhê netewî yê miletê Kurd. Li Îranê Tudeh, Li İraqê PKİ û li Sûrîyeyê PKS û Li Tirkîyeyê PKT tevgera Kurd bi navê “hevkarên Emperyalîstan, ajanên emperyalîstan” hatîye binav kirin. Tevger û şexsên Kurd yên bi van partîyan têkildar jî bi eynî îdeolojîyê li tevgera Kurd mêze kirine. Li henber tevgera Kurd, li gel partîyên komunîst cih girtine û kurdperwerî, niştimanperwerî wek “maşika emperyalîstan” binav kirine. Rê ji çepên dewletên dagirkar re vekirine, ku li Kurdistanê îdeolojîya xwe belav bikin û xwe bihonin. Ev jî bûye sebebê çandinîya bizrê dijminatîya netewîtîya kurdan. Îro hezkirina di navbera PKK, medya PKK û tevgera wê a legal û çepgirên tirk, ku bi stratejîya dewletê organîze dibin, ev bi xwe ye.

Ji terefê Sovyetê de partîyên Komunîst û tevgerên bi wan re têkildar, bi yek zimanî li henber tevgera netewî a Kurdistanê helwest hatîye danîn. Tevgera netewî wek hêzekxwedî qebehet hatîye nirxandin û tevgera netewî hatîye dorpêçkirin, tecrît kirin û pêşî lê hatîye girtin. Hin çepgir û komunistên tirkan, hin çepgir û komunistên farisan û hin çepgir û komunistên ereban bi hemahengîyekê pêşî li tevgera netewî a Kurd girtine. Daxwazên dewletên dagirkar bi îcazeta Sovyetê hatîye meşandin li ser tevgera netewî a Kurd. Dewletên dagirkar wek Sûrîyê û İraq pêşverû, tevgera Kurd a netewî jî paşverû dane nîşan. Kuştin, girtin û qetlîamên van dewletan meşrû kirine. Beşek ji kurdan jî wek propagandîstên komunîzma Sovyetê di nav vê hemahengîyê de cîh girtine.

Piranî, piştî 1975an beşek ji kurdan ji Sovyetê bêtir bûne parêzgerên sîstema Sovyet û êrîş anîne ser tevgera Kurd a netewî. Ji doza Kurd bêtir, leşkerîya sîstema Sovyet dikirin.

Di nava vê dorpêçê de bi destê Be’as a Sûrîyê Îbrahîm Ehmed û Celal Talabanî jî hatine organîzekirin û hatine bikaranîn. Di sala 1966an de İraq, piştî 1975 an jî Be’as a Sûrîyê ew li henber tevgera netewî bikar anîne. Dewleta Sûrî Celal Talabanî û Îbrahîm Ehmed bi kar anîne ku li henber tevgera netewî xetek din ava bikin.

Piştî 1975an serê vê hemahengîyê Îbrahîm Ehmed dikişîne. Celal Talabanî, Omer Debabe, Elî Eskerî û hinek qadroyên din yên qaşo çepgir çalak li henber tevgera netewî cîh digirin û nemir M. Barzanî bi “kesayetîyek eşayîrî” dinirxînin û cenabê nemir M. Barzanî wek “kesê herî bi xeter”(!) binav dikin.

Ji destpêka 1970 û vir de dijminatîya tevgera netewî a Kurd, di nav çepên dewletên dagirkar, xeta Sovyetê û beşek ji çepgirên kurdan de,wek kînorek xeter rol lîstîye. Îro PKK, hîn hêza îdeolojîya xwe li ser vê mîrata salên 1970êyî dimeşîne. Armanca PKK ku êrîşan tîne ser tevgera netewî, dînamîkên netewî, perçak ji wê stratejîyê ye.

Bi destpêka Şerê Îranê û İraqê re tevger û serokên Kurdan li Şamê, li Bexdayê û li Tehranê bicîh bûne. Celal Talabanî bi Îran û Sûrîyeyê re lîstîye, Dr. Qasimlo li Bexdayê bicîn bûye û demek bi İraqê re lîstîye û PDK jî li İranê bicîh bûye û bi Îranê re lîstîye. Ev rastî bûye sebebê şerê birakujîyê jî.

Nemir M. Barzanî di seranserê dîroka xwe de ti carî îdeolojîk tevnegerîya ye. Bi helwestek netewî, her hemû hêz, bask û tebeqe di nav tevgera xwe de hinbêz kirîye.

Peyayên dagirkaran li henber malbata Barzanîyan û bi gelemperî li henber tevgera netewî, bi piştgirîya dewletên dagirkar karên xwe dimeşînin. Piranîyên van hêzan tarûmar bûn, lê tevgera netewî zindî li ser lingan e û bingeha gavên hîn mezintir ava dike. “Bîra Kurd” di vir de divê rola xwe bilîze.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev