Geşta Stig Wikander li Turkiyeyê

Geşta Stig Wikander li Turkiyeyê

Salih Kobanî

Profesorê zanîngeha Uppsala-Swêdê Stig Wikander 1908-1983 bi armanca lêkolînê li gelek welatên cîhanê gerîya bû. Sala 1953 bi geştek e zanistî serdana Lubnan û Sûryayê kiribû jibo lêkolînê li ser wêje û folklora kurdî ya li van herdu welatan bike. Di wê geştê de li ber destê Osman Sebrî xwe fêrî kurmancî kiribû û xwestibû kurdan û wêjeya kurdî ji nêzik ve bibîne, bibihîse û bi belgeh bike. Stig Wikander ne dikarî biçe Efrînê ji ber astengîyên desthilatdaran, lê dikarî biçe Kobanîyê, Qamişloyê, Tirbespîyê û hin cihên din. Wikander vegerîya Swêdê û bi xwe re mûzîk û stranên kurdî yên ku wî bi xwe tomar kiribû anîn û di radyoya Swêdê de weşandin, herweha gelek helbest û çîrok ji kurdan bihîstin û nivîsandin û li Swêdê weşandin.

Ji kesayetîyên çand û hunerê yên ku Stig Wikander taybet bi nav dike evin:

Dengbêj Mişo Bekebûr Berazî ji Kobanîyê, dengbêj Remmo ji Maşûqê (Qamişlo), Ehmedê Namî û Cegerxwîn.

 

Sala 1957 Stig Wikander alîkarî ji hinek weqf û dezgehên Swêdî wergirtibû ku bi geşteke çarmehî serdana Îraqê bike lêkolînên xwe li ser êl û eşîrên kurdan bike. Bi egera rewşa sîyasî ya xirab, Stig Wikander ne dikarî biçe Îraqê û daxwaz ji alîkarîdêran kir ku bi heman budceyê biçe Turkiye yê.

Piştî vegera xwe ji Turkiye yê bi salekê, di 05.09.1960 de Stig raporek ji alîkardêran re di derbarê encamên geşta xwe ya lêkolînê li Turkiyê nivîsand, min jî ew rapor ji swêdî wergerand.

 

Rapora zanistî

Armanca min ew bû ku ez ê lêkolînê di warê zimannasî û folklorara kurdî de li Rojhilatê Turkiye yê bi rêve bibim. Lêlokîn di vî warî de kêm in, û gava min ne dikarî ji ber egerên sîyasî serdana Îraqê bikim, ji xwe tam di cihê xwe de bû ku geşta li Turkiye yê bibe temamkirina lêkolînên min yên li Sûrya yê (1953)

Mixabin, li Turkiye yê jî kelem û astengî yên mezin li pêş lêkolînên min derketin. Demeke kurt piştî gihiştina min a Stenbolê, min daxwaza destûra taybet kir ji bo ger û mayînê li wîlayetên rojhilatê(navçeyên rojhilatê Firatê)Kesên biyanî yên dixwazin li wan wîlayetan dirêj bikin, û ne tenê dê di wir re derbas bibin, ew neçarin destûrê wergirin. Ez gelekî li benda destûrê mam. Piştî çend hefte payîn, ez çûme Enqere yê û balyoz Adolf Croneborg gelek dêmarşê [pêwendîya dîplomasî bi dezgehên fermî re] kirin ku wê destûrê ji min re wergire. Ez tu carî nehatim agahdarkirin bi naveroka wan danûstandinan, lewma jî heye ku êdî balyoz Adolf Croneborg bê astengî dikare eşkere bike. Di dawîya meha heftan de biryara dawîyê bi devkî gihişte wî[A.Croneborg] ku destûrê nadin min, û ne gotibûn çima nadin.

Mixabin, derfta min a ku lêkolînan li wan deverên bi tememî kurdî-axêf bi rêve bibim çê nebû. Meydana tevgera min teng bû, û kar jî di rewşeke wisa de ewqas berhemdar nabe. Lê piştî ku ez vegerîyame Stenbolê, min yekser berê xwe da kurdîya ku li Stenbolê bikar dihêt.

Ji alîyekî ve, hejmareke mezin ji kurdên karker li Stenbolê dijîn, û di jîngeheke wisa de, tu bixwazî nexwazî, ew kes bi lez dihêne turkkirin. Ji alîyê din ve, hejmareke mezin ji xwendevanên zanîngehê heye ku ji rojhilatê Turkiye yê ne û bi kurmancî yan zazakî diaxivin, ewna tenê beşekî ji salê li Stenbolê ne, lewma devoka wan jî paktir e. Di rêya xeberguhêzên van herdû kategorîyan re, min materyalekî giring berhev kir, û hêvîdarim di demeke nêz de bihête weşandin:

  1. Teksên vegotî bi kurmancî
  2. Fabeleke dirêj [fabel=çîrokeka bi zarê heywanan], xwendevanekî  ji zazî wergerand û bi turkî şirove kir
  3. Rêzepirsên sîstematîk derbarê xizneya gotinên kurdî de, di warê xwedîkirina ajelan, xwedîkirina mêşê hingiv û çandinîyê de;
  4. Derbarê parçeyê haletê çotî û termînolojîya çotî de, min ji şarezayên kurd û turk pirsî. Pirsên girêdayî rêzepirsên ku berê dr Ragnar Jirlow amade kiribû, ewê ku berê hevkarî bi min re kiribû û bala min kişandibû ser pirsgirêkên nêzî pirsgirêka dîroka cotî.

Beşek ji materyalî bi deng hate tomarkirin, ewjî xirab bûn û nema dihatin çêkirin bi awayekî baş. Pir pere lê çûn û seqetî kete xebata me.

Tomara beşek ji sitranên gelêrî û ew fabela zazakî ya ku me berê basê kiribû baş bûn û min bi xwe re anîn.

Divîyabû ku tevahîya vê xebatê li Stenbolê bi serî biba. Tevî vê tengkirina meydana tevgera min, dîsa jî ji min nedigerîyan. Hevdîtinên min bi vebêjên kurdan re bala polîsî kişand. Polîsan gelek ji wan veciniqandin û êdî dûrî min xistin, û ji min bi xwe re jî serêşî peyda kirin (telefon û nameyên min kontrol dikirin). Ji bo pirsa kurdî di meha heftan de gelek tevilhevîyan li rojhilatê Turkiye yê rû dan (Diyarbekir û dorûberê). Heye ku ew tevlihevî bûbûne sedema nedana destûra çûna min bo rojihilatê Turkiye yê û têkdana aramîya min û zivêr kirina.

Di destpêka meha heştan de, ez gihiştime wê bawerîyê ku êdî îmkanên berdewamkirina xebatê ne li Stenbolê û ne jî li dereke din ma, lewma di dehê meha heştan de û bê dilê xwe ez vegerîyame mal.

Tevî hemû kelemên ku xistinî rêya min, dîsa jî ez gihiştime encamên balkêş. Li vir ez dixwazim spasîya nûneratîya Swêdê li Turkiye yê bikim, berî herkesî balyoz Croneborg, damezirînerê ew jîngeha bê hempa ji bo lêkolîneran di ‘mala dîplomatan’ a berê de, pişt re spasîya ew kesên ku di heman malê de dijîyan, konsulê giştî Bo Alander, konsul Torsten Wesman û karmendên din yên konsulxaneyê. Heman demê xemgîn im ku lêkolîner ji welatekî bêteref [Swêd] di karê xwe yê zanistî de rastî bêrûmetîyan dihên. Ez hêvîdarim ku piştgirî berdewam be ji bo navenda lêkolîneran. Gelek karên giring li pêş wê hene, û hêvîya min ewe ku karê wê pêşkeve û bibe înstîtûyeke giring ji bo lêkolînê. Tevî dema me ya teng û astengîyên taybet, di warê kultur û zanistê de Swêd û Turkiye dikarin gelek tiştan bidin hev. Min gelek caran ji kesayetîyên wêjeyî bihîstîye ku bi hêvî ne pêwendîyên [herdu welatan] xurttir û kûrtir bibin.

Dawîya raporê

Li pirtûkxaneya zanîngeha Uppsala,  Carolina Rediviva, arşîva taybet ya Stig Wikander heye, û ev rapora li jor di nav wê  arşîvê de ye.

Rojhilatnas Stig Wikander, lêkolînerê Îranîst, û zimanên hindo-ewropî, lêkolînerê dîroka olan, û profesorê sensekrît. Bi rêya berhemên xwe di warê berhevkirinê û belgehkirinê û wergerê ji kurdî û ji çend zimanên din pirtûkxaneya Swêdê dewlemend kir.

Ji berhemên wî:

  • Berhevoka kurdî    1992                           
  • Antolojiya tekstên kudî    1996.                  
  • Araber, vikingar, väringar 1978.               
  • Recuell de textes kurmadji 1959

Sala 1983 Stig Wikander koça dawîyê kir û li goristana nêzî zanîngeha Uppsala hate binaxkirin

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev