Di nava Kurdan de rêzgirtina li jinê

Di nava Kurdan de rêzgirtina li jinê

Ako Kerîm

Werger: Mihemed Tahirov 

Jina Kurd di serdema Medan de (2500 sal berî niha), di nava civakê de rêz lê dihat girtin, berevajî neteweyên din ên derdora me ku bi çavekî biçûk û nizim temaşeyî jinê dikirin; jin di çanda Kurdan de xwediyê cihekî giring bû.

 

Ev wêne yê sedsala 5’mîn a berî zayînê yê serdema Medan (Pêşiyên Kurdan) e. Di wêne de diyar dibe jinek li ser pişta hespê siwar bûye û zilamek jî bi piyade li pêş hespê ketiye.

 

Berî dû sedeyan dema Rojhilatnas hatin Kurdistanê, bi azadiya jina Kurd a berhev ligel jinên Ereb û Faris matmayî man.

 

Gelek kesên binavûdeng ser mêrxasî û aqilmendîya jina kurd bîr û bawerîyên xwe gotine. Malpera RIATAZA ev gotinên kurdzan O. Vîlçêvskîyê yek ji navdarên cihanê raberî we dike:

 

…kurdzanê bi nav û deng O.Vîlçêvskî derheqa jina kurd da nivîsîye: “Rast e, ji hezaran salan bigire heta rojên me bi demê ra hukumê mêran di civaka Kurdistanê da bela bû û bi kûrayî bingehê xwe girt, lê dîsa jî rola jinê heta roja îro jî di nav civaka kurdan da pir e û qedirê jinan bilind tê girtinê. Serxwebûna jina kurd, qedirgirtina hindava wê da, hurmeta wê ya pir di nav civakê da me tînine ser wê bawerîyê, ku di navbera jinên kurd û jinên gelên cînar yên Asîya Biçûk û Îranê da ferqeke mezin heye. Jina kurd, ku ne tenê li zozanan, an jî li gundan, lê herwiha di bajaran da jî hîç caran rûbendê (serrûk) nade ber çavên xwe û rûyê xwe venaşêre, ji alîyê îslamê da tê gunehkarkirinê. Jina kurd ya jîr û jêhatî, zîrek û aqilmend, ku namûsa xwe wek ronaya çavên xwe diparêze û temamîya êl û eşîra wê li pişta wê sekinîye, gorî normên binecîyên Asîya Pêş jinên ji riya xwe derketî ne. Ji bo nimûnê, gotina kurdî – cindî, ku tê maneya “ciwan”, ketîye di nava zar-zimanê farizên riat û fikra xwe guhêrîye, bûye “jina ji riya xwe derketî”, “qehbe”.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev