Berhemên kurdzanên me – 271

Berhemên kurdzanên me – 271

Me di 270  rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka A. Bûkşpan ”Kurdên Azirbêcanê”, beşa duduyan a bi sernavê “ Kurd wek miletekî kêmjimar” raberî we bikin. Beşa sisîyan emê piştî heftêyekê çap bikin.

Ev berhema zanyarî sala 1932an li paytextê Azirbêcanê – Bekûyê bi rûsî ronahî dîtîye û van dawîyan bi wergera Têmûrê Xelîl li Amedê ji alîyê weşanxaneya LÎSê da çap bû. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl 

 

Kurd wek miletekî kêmjimar -2 

Kesên, ku hewl didan milet organîze bikin bona berxwedanê, bi hovîtî dihatine kuştinê. Şertên usa danîbûn, ku ber her begekî kuştî va, gerekê hemû neferên malekê bihatana kuştinê. Ji tirsa heyfhildana xwînî geleka warên xwe dihîştin û diçûn. Ev xweserîtîyên begên Sultanova hindava binecîyên bê çek yên navçeyên Laçînê û Kûbatlîyê cerdvanên mûsafata yên ji Kotûrlûyê ruhdar dikirin û wana zordestîyên xwe diha zêde dikirin. Ev hemû bi dilê hukumeta mûsafata ya nevbendî bû jî.

Bi van yeka ra girêdayî zordestîyên li ser kurda zêde dibûn, qerfên xwe bi zimanê kurdî û gelê kurd dikirin. Milkedarên mûsafatîst henekê xwe bi kurda dikirin, ji ber wê jî di hinek gunda da sond didane xwerinê, ku bi zimanê kurdî nepeyîvin. Wek mînak, ew yek li gundê Kemalliyê, navça Laçînê bûye. Zordarîya milkedar-derebega çiqas pir dibû, mînakên usa zêdetir dibûn.

Bi bawerîya me, ev hemû pêvajoya asîmîlebûna kurda dida lezkirinê û bi wê ra tevayî jî kurda pêwendîyên xwe bi xelqê ra didane birînê û tenê bi hevdu ra danûsitendin dikirin. Rewş usa bûbû, ku kurda bi mecbûrî turkî xeber didan, ji ber ku zimanê tek-tenê, ku hemû kes dikaribûn di wan navça da hev fêm bikin, turkî bû, lê kurda bi hevdu ra kurdî dipeyîvîn, ew jî piranî ji bo wê yekê, ku tiştekî surî xeber didin, binecîyên cînarên wan ji wan fêm nekin.

Lê pêvajoya asîmîlebûnê bi sebebên mayîn jî dibû. Berî her tiştî, di wan navça da kurd miletekî kêmjimar bû, ew ji eşîrên kurdên Pişkavkazê hatibûne birînê, pêwendîyên wan bi kurdên Naxçiwanê û Êrîvanê ra hema bêje tunebûn, der-dorên wan piranî turk bûn. Me texmîn kir, ku hema bêje di hemû gunda da gelek kurd bi turka ra zewicî bûn, an jî keçê xwe dabûne wan. Hin caran ji zewac-mêrkirinê turka zimanê kurdî fêr dibûn, lê dîsa jî zimanê axaftina rojane ji bo wan turkî bû. Di dema sohbetên me, kurdên ku di gundên turka da diman, an jî di gundên xwe da bi turka ra diman, digotin, ku zewac-mêrkirinên usa dibine sebebê wê yekê, ku ew kurdî ji bîra dikin, zarokên wan jî ji wan xirabtir zanin. Pevgirêdanên bi koçerên turka ra, di dema zivistana da çûyîna kurda berbi deştê, li ku piranî turkî dipeyîvin, herweha ew yek jî, ku temamîya kirîn-firotanê hema bêje di dest turka û ermenîya da bû, asîmîlebûna kurda dane lezkirinê.

Lê gerekê bê kivşkirinê, ku pêvajoya asîmîlebûna kurda gelek kûr nebûye, wek ku ew di salixên hesabkirina jimara gela da xuya dibe û mûsafatîst jî dixwezin ku usa be.

Damezirandina herêma Kurdistanê sala 1923a, ku jê ra Kurdistana Azirbêcanê jî dihate gotinê, bû sebeb, ku piranîya binecîyên turk jî xwe kurd hesibandin û miletîya xwe bi navê wî erdî va girê didan, ku li ser diman.

Dewlemendên kurda û turka jî hewl dan ji “kurdîtîyê” karê kevin. Ango, piş perda kurdbûnê da karê xwe bimeşînin, ji wan ardimîya feydê bibînin, ku li Azirbêcana Sovêtîyê û Yekîtîya Sovyêt tevayî da ji bo miletên kêmjimar hatibûne kivşkirinê.

Şaşîyên rêxistinên di cîyada yên di hêla derbazkirina sîyaseta miletîyê da û biçûkdîtina wê, dema çareserkirina problêmên miletîyê yên bingehîn piş guhê xwe va hatibûn avîtin, ewê pirsa sext diha tevlihev kir.

Heta van demên dawî jî paşmayînên ewê “sîyasetê” nehatibûne hilanînê.

Dema êkspêdîsyona me bi rêxistinên navça Laçînê ra kar dikir, bêlî bû, ku biryar hatibû girtinê di her karî da serdestîyê bidne wan kesa, yên ku bi zimanê kurdî diaxifin. Tu şik tune, ku di van şertan da wê jimara kesên kurdîaxêf pir zêde bûya. Û usa jî bû.

Parevekirina Kurdistanê li ser navça (sala 1929a), pêşdabirina karê malhebûnîyê û kulturîyê û bi wan yeka ra girêdayî bilindbûna dereca femdarîya xebatkarên navçeyên dûr, bûne sebeb, ku di nav gelên herêmê da zêde dostanî çê bû, ewana bi hev ra ketine nava karê çêkirina sosîyalîzmê û piştî hesabkirina binecîya ra, ku Komîtêya Perwerdeya Gelî dabû derbazkirinê, jimara gela bi kêm-zêde rast derketin û milet îdî zêde guh nedida pirsên miletîyê yên usa, ku dikaribûn bîna wan bi hevdu teng bikirana.

Lêkolînên me dane xuyakirin, ku kurdên ku ser hev (kompakt) dimînin, zimanê dayka xwe ji bîr nekirine. Û ew gotinên îdêologekî mûsafatîsta M.H.Vêlîyev (Baharli) vir û derew in, ku ewî di nivîsa xwe ya di prêssa Sovêtîyê da çap kirîye derheqa xebata dijî şoreşê li Azirbêcanê û di wê da dide xuyakirin, ku zimanê kurda xudêgiravî berbi mirinê diçe. Û ne tenê zimanê kurdî. Em binhêrin çika ew derheqa zimanê gelên biçûk yên li ser axa Azirbêcanê dimînin, çi dinivîse: “Zimanê turkî niha zor dide gelek zimana, ku dewra xwe buhurandine, wek nimûne, zimanên teta, talîşa, lezgîna û kurda(4).

Em van fikrên dijî şoreşê, ku di bernama mûsafatîzmê ya di pirsa miletîyê da hene, ne tenê ji bo wê yekê derdixine ser avê, ku rûyê wana eşkere bikin û bidine kivşkirinê, ku ew dijî sîyaseta dewleta Sovêtîyê ya hindava pirsa miletîyê da nin, lê ji bo wê yekê jî, ku bi gotina wan ew sîyaset xudêgiravî “civaka turka û azirîya ya hevgirtî ji hev dixe”, û mûsafatîst kurda jî li ser wan dihesibînin, him di hêla xwînî da, him jî di hêla dîn da(5).

Weşandina nivîsa dijî şoreşê ya îdêologekî mûsafata, ku heta niha jî nehatîye rexnekirinê û înkarkirinê, di rûyê wê yekê da ne, ku haya pareke weşanxanên Sovêtîyê û dayîrên zanyarî-lêkolînê ji sîyaseta dewleta Sovêtîyê di pirsa miletîyê da tune, ji ber wê jî nivîsên usa derdikevin, ku bi naveroka xwe va propoganda dijî şoreşê ne.

Lê em ji bo wê yekê ewê nivîsa mûsafatîsta bîr tînin, ji ber ku ew bi fikrên xwe va gelekî nêzîkî sîyaseta şovînîstîyê ya hinek serekên Komîtêya Perwerdeya Gelî ye, ku wana heta sala 1930î hindava miletên kêmjimar yên Azirbêcanê da derbaz kirine.

(dûmayîk heye)

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev