Ji nimûneyên zargotina me – 271

Ji nimûneyên zargotina me – 271

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema îro me ji pirtûka “KLAMÊD CMAETA KURDAYE LÎRÎKÎYÊ”, ku sala 1972an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend kilamên xweş raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

  1. LAWIKO QURBA, BARANE

Lawiko qurba, barane, baran barî, erd şilî kir,

Cenîya delalê dilê min torin bû,

Delalê dilê min xay ne kir,

Hergê min xay-xudanê xwe şerm nekira,

Ezê biçûma pêşîyê. Xelqê bigota:

-Tole yar bû, dil şewitî.

* * *

Ezê teyr bûm, li dinê geryam,

Ezê qaz û quling bûm,

Ser ava gola dimeşyam,

Bona kaw û kubara dihelîyam.

 

Minê hêlîna xwe çêkirîye

Welatê xerîba, Nûredînê,

Memikê xelqê têlî delal usa şîrinin,

Hesavê topraxa Dîhadînê.

 

Lo, lo weylo, lê, lê kulmalê,

Mala xelqê têlî delal malane wêda,

Mi evdala xadê, minê dîtibû qemereke sûret sore, çevbeleke rûniştîye têda.

 

Nizam bavê xelqê delal vê sibê jêra çi gotibû,

Şirikê xizêmê, lepê guhara xar bûbû ser lêvêda.

Bira yareke merîya hebe,

Ne bi qîz be, ne bi bûk be,

Bira bejinzirav be, dêmê gulî, çene çûk be,

Herça wê zerîyê ramûse –

Bira savêra qol, tûra mirîşkê androsê (darkolk) ber tendûrê xweke,

Hetanî sibê ber pepûk be.

 

 

* * *

 

Dilê min kerî pezê vê zozanê,

Van koçera danê nîvro berxê xwe berdanê,

Gunengê min tifala xadê situyê malxwê malê,

Ez nedame xortekî çarde salî,

Ezê dame çîmê ser kulekê, savêra Qolo,

Antrosê ber tendûrê, tûra mirîşkê,

Hetanî sivê ser sîngê minî zer

Davêje tûkê, vê belxemê.

 

 

  1. XELÎLÊ QAZÎ

 

Eman, eman, eman,

Ez Xelîlim, Xelîlê Qazî,

Di dinêda digerim sêfîl û belengazî,

Kafirbavê, teyê goştê min helandîye,

Ji hestûngêd rût û tezî çi dixwezî?

 

Eman, eman, eman,

Erê Xelîl, lawo,

Ew çi dere di hewşa me,

Her tişt xweşe wexta xweda,

De bira xadê mirazê min têlî Xanimê biqedîne,

Ser lihêf û doşekê tûsiz qedîfeda.

 

Eman, eman, eman,

Xelîl, lawo,

Ez dîharê wêranê, wa wêranê,

Tevînga berfê dabû ser baranê,

De bira xadê mirazê min û têlî Xanimê biqedîne,

Bira têkeve roja eyda remezanê.

 

Eman, eman, eman,

Xelîl, lawo,

Min go – Dîarbekir, xweş Dîarbekir,

Ezê çûme gaz û bêlanê wêrana şewitî,

Minê rabû derdê dilê xwera felek vekir,

Kafirbavê, tu ya min bûyî. Xadê ne kir.

 

Eman, eman, eman,

Xelîl, lawo,

Ezê nexweşim, were ser min,

Hergê gundî-cînar li min pirs kin, bê – ew kê bû,

Ezê bêjim pir bê hal bûm,

Min şandîye –

Şêxê Bexdayê hate ser min.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev