Pirsa we û bersiva me – 215

Pirsa we û bersiva me – 215

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Rêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke xwendevaneke me alîkarî ji me xwest, me jî berê xwe da mamostayekî kurd, zaneyê henekên kurdî Mem Dogala. Birêz Mem Dogala daxweza me înkar ne kir û soz da her heftê çend henekên kurdî ji me ra bişîne. 

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsên birêzan xwendevanên malpera xwe  û bersivên birêz Mem Dogala taybetmendîyên jîyana gelê xwe nas bikin û hinekî jî bikenin..

 

Pirsa xwendevanên me û bersiva Mem Dogala

 

Pirs: – Henekên kurdî zanebûnên me di hêla naskirina kûraya dilê gelê me didine dewlemendkirinê, me kêfxweş dikin û, wek gotina bizîşkan, bi erênî tesîr li ser tundurustîya me dikin. Ji kerema xwe çend henekên ji jîyana kurdan raberî me bikin.

Bersiv: Henekên kurdî – 21

1-

Hemo ji Soro pirsî; Cixara te heye? 

Soro destê xwe avêt berîka xwe û pakêta cixarê derxist û dirêjî Hemo kir. 

Hemo: Ez cixarê nakêşim. 

Sora: Madem tu cixarê nakêşe, tu çima dipirse? 

Hemo: Min pirsî bê ma tu hazirî. 

 

2-

Di darizandineke li bajarekî piçûk de, dozger gazî şahida yekem, xanima pîr kir, da ku şahidiyê bike.  

Dozger ji xanima navser pirsî:  

– Gulê xanim!… Ma hûn dizanin ez kî me?  

– Bê guman, ez dizanim tu kî yî, birêz Nuredîno. Ez te ji biçûkayî ve nas dikim. Te gelek derew dikirin, te jina xwe dixapand, te mirov dixapandin û tu sextekarekî di ser xwe re bûyî.  

Dozger matmayî ma! wî jûre îşaret kir û pirsî:  

– Gulê Xanim!… Hûn dizanin kî parêzerê parastinê ye?

– Bê guman ez dizanim. Min ji zaroktiya xwe ve birêz Birho nas dikir. Ew xwedêgiravî tembel û pirsgirêkên wî yên alkolê hebûn. Ew nikare bi kesekî re têkiliyek normal bike û ew yek ji parêzerên dewletê yê herî xirab e. Hêjayî gotinê ye ku ez bêjim, wî jina xwe bi sê jinên cûda xapand. Yek ji wan jî jina we bû.  

Ji şerm û fedîkirinê, ruh di parêzerê parastinê de nema, hindik mabû ku bimre. Dadger gazî dozger û parêzeran kir û bi dengek nizm ji wan re got:  

– Divêt yek ji we xwe bixe bara min, da ku ew min nebîne û nizanibe ez kî me. Ew min bibîne, ezê fermana dardekirina we herduyan bipejirînim û we bişînim ber sêdarê.  

 

3-

Kurê Şêro yê mitirb nexweş ketibû. Şêro destê xwe ber bi ezmana vedike û wiha dibêje:  

-Ya Xwedê, ez tajî, kewê gozel, serada malê û konê reş dikim sedeqe ku kurê min ji vê nexweşîyê rizgar bibe.  

Jina Şêro jê re dibêje:  

-Kuro Şêro, te tiştek bi me nehişt û hemû tiştên me kirin sedeqe. Emê bê tajî û bê kew û kon çawa îdare bikin? 

Şêro weha bersiva jina xwe dide:  

-Keçê ya dila di dila de ye, ka bila kurik rihet bibe. Keçê pepûkê, ha aha aqilê te ew aqil e ku te bawer kir. Ma ji te wê ye rast e ezê wan tişta bikim sedeqa.  

 

4-

Mêrikê koçer ji hevalê xwe pirsî; Gelo serokwezîr çi dixwe? 

Hevalê wî: Bi Xwedê, vêga divsê dixwe.  

Koçer: Gelo bi çi dixwe? 

Hevalê wî: Bi simkerkê dixwe.  

 

5-

Dema jin û mêr taştê dixwarin, mêrik li rûpelên kovara rojnameya xwe dinêrî. Ji nişka ve hêrs dibe û dibêje; 

-Binêre, xortên wek hirça her tim bi jinên herî bedew re ne. 

Jina wî rasterast bersiv da; 

-Spas ji bo pesindana te!..

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev