GILOKA MÛLÛLEYAN – GLOMERUL

GILOKA MÛLÛLEYAN – GLOMERUL

Kurê Reşîd

Glomerul an jî giloka mûlûleyan (bi latînî: glomerulus) tora mûlûleyên bi şêweya gilokê ye, di beşa tenolkeyê gurçikê (bi latînî: renal corpuscle) de ji aliyê qepsûla Bowman ve pêçayî ye.

 

–Pêkhateya glomerulê–

Her wekî ji navê wê jî diyar e, giloka mûlûleyan ji koma mûlûleyên xwînê yên bi qepsûla Bowman dorpêçî pêk tê.

Giloka mûlûleyan (glomerul) di navbera xwînberokan de cih digire. Xwîna ji dil tê bi xwînberoka hatî digihîje glomerulê. Xwîn bi navbenkariya xwînberoka derketî ji glomerulê tê dûrxistin. Ango herdu lûleyên glomerulê jî ji xwînberokan pêk tê. Mûlûleyên glomerulê ji xwînberoka hatî şax didin. Xînberoka hatî di nav qepsûla Bowman de dabeş dibe û şax dide bo 4-5 mûlûleyan. Ev mûlûleyan jî şax didin bo pirtir mûlûleyên biçûktir. Bi badokên mûlûleyan, giloka mûlûleyan ango glomerul peyda dibe. Di navbera badokên mûlûleyên gilokê de bi navbeynkariya mûlûleyên hê biçûktir girêdanên nû tên avakirin, bi vî awayê glomerul dişibe torek ji mûlûleyên xwînê.

Mûlûleyên glomerulê ji çînek xaneyên rûkeş (bi înglîzî: epithelial cells) pêk tên. Rûkeşexane (xaneyên rûkeş) li perdeya binçîne (bi înglîzî: basement membrane) ve girêdayî ne. Di navbera xaneyên rûkeş de gellek kunikên parzûnkirinê (bi înglîzî: filtration pores) hene. Tîreya her kunek bi qasî 0.1 µ e. Erkê parzûnkirinê ya glomerulê ji aliyê van kunikên parzûnkirinê ve tê dabînkirin. Çîna navî (bi înglîzî: visceral layer) ya qepsûla Bowman rasterast li ser mûlûleyên glomerulê de dirêj dibe. Çîna navî ji xaneyên taybet ên bi navê podosît (bi latînî: podocytes) pêk tê. Xaneyên podosît ên çîna navî niçikên dirêj lixwe digirin. Ji niçikên podosîtan re pedîsel tê gotin (pedicellus = piyê biçûk). Pedîsel derdora mûlûleyên glomerulê dipêçînin bo destek bidin diwarê mûlûleyan, lê pedîsel her derê mûlûleyan dapoş nakin. Di navbera pedîselan de qelîştokên zirav hene û wekî gelîştokên parzûnkirinê tên navkirin. Madeyen nav plazmaya xwînê di qelîştokên parzûnkirinê de derbasê valahiya qepsûle dibin. Li gor vê esasê, dema xwîna nav glomerulê tê parzûnkirin, madeyên parzûnbûyî ji sê pêkhateyan derbas dibin; ji kunikên xaneyên rûkêş, ji perdeya binçîne û ji qelîştokên parzûnkirinê.

Xwîna di nav mûlûleyên glomerulê de maye û nehatiye parzûnkirin, bi navbeynkariya xwînberoka derketî, tenolkeyê gurçikê diterikîne. Xwînberoka derketî ji yekbûna mûlûleyên glomerulê peyda dibe.

 

–Erkê glomerulê–

Erkê sereke yê glomerulê parzûnkirina plazmaya xwînê ye. Glomerul mîna amarekî bêjingê ye. Çawa ko tiştên hûrik di bêjingê de derbas dibin û yên gir li ser bêjingê de dimîne, herwisa madeyên hûrik ên nav plazmaya xwînê jî di glomerulê de derbas dibin lê proteînên gir û xaneyên xwînê derbas nabin.

Tîreya xwînberoka derketî ji ya xwînberoka hatî kêmtir e. Ango xwînberoka derketî ziravtir e. Tengbûna xwînberoka derketî dibe sedema zêdebûna pestoya xwîna nav mûlûleyên glomerulê. Bilindbûna pestoya xwînê parzûnkirina li giloka mûlûleyan hêsantir dike. Pestoya xwîna xwînberoka hatî, zorê dide plazmaya xwîna nav glomerulê û %20ê plazmaya xwînê bi parzûnkirinê derbasê nav qepsûla Bowman dibe. Pestoya bilind a xwîna nav glomerulê, rê dide hin madeyên nav plazmaya xwînê werin parzûnkirin û derbasî qepsûla Bowman bibin. Xaneyên xwînê, perikên xwînê, proteîn û hin madeyên din ên gir, ji kunikên mulûleyan derbas nabin loma di nav xwînê de dimînin. Av û tîwaweyên hûrik ên wekî glukoz, asîdên amînê, sodyum, ure vîtamîn,xwê û hvd tên parzûnkirin.

 

–Hokarên bandor dikin li ser parzûnkirina li glomerulê — 

  1. Xwînberoka hatî ,li gor xwînberoka derketî xwediyê tîreyek mezintir e loma xwîna xwînberoka hatî bi pestoyek bilind dikeve nav giloka mûlûleyan. Pestoya bilind ji giloka mûlûleyan parzunkirina madeyan hêsantir dike.
  2. Hebûna kunikan li ser dîwarê mûlûleyên glomerulê rê dide hinek plazma û madeyên nav plazmayê werin parzûnkirin.
  3. Qelîştokên parzûnkirinê yên navbera pedîselan, rê dide madeyên parzûnbûyî bi hêsanî derbasê valahiya qepsûlê bibin.
  4. Mûlûleyên badayî yên glomerulê ji bo parzûnkirinê rûyê fireh dabîn dikin. 

*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin. https://ku.wikipedia.org/wiki/Glomerul 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev