Xewna Şêxan û Tîbûna Bektaşî

Xewna Şêxan û Tîbûna Bektaşî

İkram Oguz

Hin dem hene, mirov ji civakê, heta jixwe jî direve…

Ne dixwaze bigrî, ne jî dixwaze bikene.

Ez jî di van rojên dawîyê da, di rewşeke wusa da me.

Loma min îro di derbarê pêkenokeka ku di meha rocîyê da û di navbera sê Şêx û Bektaşîyek da derbasbûye, nivîsî.

Kesên ku vê nivîsê bixwînîn, êdî digrîn ya jî dikenin, ew dizanin…

 

***

Wek tê zanîn, meha rocîyê di her salê da deh roj pêş da tê.

Di 36 salan da care, tûr a xwe ya li dora salê diqedîne.

Ji vir 36 sal berê jî di meha Nîsanê da dest pê kiribû, 36 sal şûnda jî wê careke din dîsa di vê mehê da dest pê bike.

Kî dizane 36 sal ya jî 360 sal berê, dîsa di meha rocîya demsala biharê da rêya sê Şêx û Bektaşîyek li hev diqelibe.

Di demên borî da, demsala biharê li alîyeke welatê me bi berf û bagerê derbas dibû.

Bi ba û bahozê ra fizilduman ji erdê radibû, tîpî dest pê dikir û bi tîpîyê ra jî gîskên pîrê di axil da dixeniqîn.

Li alîyeke din jî baran dibarî, erd û ezman diqelişî û lêhî radibû, rêwî ji rêya xwe diman û xwe diavêtin ber bextê xandaran.

Di rojek ji rojên meha Nîsanê û rocîyê da Bektaşîyek jî ji mala xwe derdikeve di nav gund û bajaran da rêwîtîyê dike.

Danê esrê dibe gujîna ewran û dû ra baraneke gurr dest pê dike û dibare.

Lê baraneke çawa…

Mirov dibêje qey ezman qelişîye û di wê qelşê da bi elban avê dirijînin xarê.

Bektaşî di bin wê baranê da şil û şelpeze dibe.

Bi lez û bez xwe diavêje hewşa xaneke li ser rê û ji xandar daxwaza odeyekê dike.

Mixabin xan tijî û ciheke vala nîne.

Xandar li rewşa Bektaşî dinihêre û gurrbûna barana ku dibare texmîn dike.

Guneyê wî bi Bektaşî tê û loma jê ra dibêje; „Cîhê ku tu bi tena serê xwe tê da bimînî, tune. Lêbelê odeyeke min a mezin heye û tê da sê Sêx dimînin. Ez dê berê ji wan bipirsim, ger ku riza wan hebe û tû jî bixwazî, dikarî ji bo şevekê li cem wan bi cîh bibî.“

Xandar tere cem Şêxan û ji wan lava û rica dike, ku Bektaşî şevek li cem wan bimîne. Her sê Şêx ji bo xatirê xandar, daxwaza wî dipejirînin.

Xandar vedigere, Bektaşî dibe û li oda ku her sê Şêx tê da dimînin, bi cîh dike.

Nêzikî banga mele ya êvarê, xandar sifra fitarê li odê radixe û xwerin û vexwerinê li ser sifrê amade dike.

Bi banga mele ra her sê Şêx fitara xwe vedikin…

Bektaşî jî bi saya wan zikê xwe yê birçî têr dike.

Piştî xwerina fitarê xandar sinîyeke peqlewayê tîne û datîne ser sifrê.

Bektaşî çawa ku sinîya peqlewayê dibîne, ji kêfê av ji devê wî tê xarê.

Bi kelecan hewl dide xwe û dest xwe dirêjî sinîyê dike.

Her sê Şêx bi hev ra sinîyê ji ber wî dikişînin û jê dûr dixînin.

Kêfa Bektaşî direve, çavê wî di sinîya peqlewayê da dimîne.

Şêx li rewşa Bektaşî û sinîya peqlewayê dinihêrin û di ber xwe da hinekî dikenin.

Dû ra ji Bektaşî ra dibêjin; „Em dê peqlewayê bixwin, lê ne niha. Piştî terawîyan emê ji bo şêwr û mişewrê, serê xwe daynin û razên. Ji me kî di xewa xwe da bûyereke baş û bixêr bibîne û di wê bûyerê da bijî, divê peqlewa jî para wî be…“

Gor wê biryarê Şêx û Bektaşî piştî terawîyan dikevin nav nivînan, serê xwe didin ser balîfê û radizên.

Di dema paşîvê da ji xewê hişyar dibin û tiştên ku di xewa xwe da dîtine, yekoyek ji hev ra dibêjin.

Şêxê yekemîn dest bi axaftinê dike û dibêje:

  • Ez bi şev çûm Kabeyê, min li wir nimêj û duayên dûr û dirêj kir. Di nav duayê xwe yên pîroz da jîyam…

Şêxê duyemîn bi gotinên yê yekemîn dikene, bi pozbilindî li derdora xwe dinihêre û dibêje:

  • Çûyîna Kabeyê jî tiştek e… Ez bi şev derketim ber derê xanê û ber bi ezmanan firîyam. Çûm li ser qatê yekemîn dawestîyam û bi meleykeyan ra du rekat nimêj kir û şûnda vegerîyam…“

Şêxê sêyemîn hinek bêdeng dimîne, dû ra di ber xwe da dikuxe, qirika xwe paqij dike û bi dengeke nizm dibêje:

  • Ma çûyîna Kabeyê û derketina asîmana jî tiştek e. Ez ji cîhê xwe rabûm û di nav çirkeyek da gihîştim Arşê Ala. Min li hizûra Xwedê nimêj û dua kir, ku bûyera herî baş û bixêr jî ya min, peqlewa jî heqê min e…“

Berî biryarê her sê Şêx li ser Bektaşî vedigerin û jê ra dibêjin; „Te di xewna xwe da çi dît û çi kir?“

Bektasî berê xwe dide her sê Şêxan û bi rûken dibêje:

  • Şêx û alimên pîroz, ez di nîvê şevê da ji xewa kûr hîşyar bûm, ku ez çi bibînim. Nivînên we her sê aliman jî vala ye. Ji xwe hûn jî dibêjin û piştrast dikin, ku we her yekî berê xwe daye derekî û çûne. Bi tunebûna we ez jî fikirîm, ku hûn êdî venagerin. Loma min sinîya peqlewayê da ber xwe û bi kêfxweşî xwer.

Piştî xwerinê giranî daket ser min û ez xilmaşî bûm. Çend saet derbas bibû, nizanim. Tî bibûm, ji tîbûnê dev û lêvên min zuha bibûn û bi hev ra zeliqîbûn. Ji dûr û kûr va dengê avê dihat, ava ku ji çavkanîyên li quntarê çîyan derdiket û diherikî… bi xûşîna avê ra ez hişyar bûm. Gelo hûn dikarin ji bo xêra xwe tasek ava sar bidin min…

Bi gotinên Bektaşî ra Şêx li rûyê hev mêze dikin û ji halê xwe ra bêhemdî dikenin.

Bektaşî jî bi wan û kenên wan dikene…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev