HIRÇ 40 ROJÎ DI KUNA XWE DE DIMÎNE Û KUDIKÊN XWE PERWERDE DIKE

HIRÇ 40 ROJÎ DI KUNA XWE DE DIMÎNE Û KUDIKÊN XWE PERWERDE DIKE

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkoler

 

Di van çil rojên Çileyê de, hirçên li şax û çiyayên Kurdistanê di kunên xwe de dimînin û dernakevin derva.

Diyar e ku hirç ajaleke goştxur e, lê dema goşt bi dest nekeve, giyayê nerm, karok, fêkiyên bejî, bi taybetî hirmî, karçîn û berûyan dixwun.

Hirç di wan 40 rojan de kudikên xwe perwerde dikin û bi taybetî wan hoyê du tiştan dikin:

 

. Çewa dê ew nêçîr bikin û xurê xwe bi dest bixin.

. Dema xwarina berî Çile ku di qula xwe de kom kirine biqede, wan fêrê alastina binê piyê xwe dikin: Dema hirç binê piyê xwe didalêsin, kefeke qalind mîna rûnê malê çêdibe û wê kefê dixwun.

 

Îcar piştî 40 rojan dema hirç ji qulên xwe derdikevin, pirî ku binê nigê wan ji alastinê tenik bûye, nikarin zêde bibezin. Di wan deman de ji aliyê şivan û segên wan ve pir têne kuştin.

Pirsa ku meriv ji hirçan werbigire ev e:

 

. Hirç di van 40 rojên xedar de kudikên xwe perwerde dikin.

. Gelo kesên me ku ew jî di van rojên serma de dernakevin derva, zarûkên xwe perwerde dikin an jî wan bi tena serê wan dihêlin û dikin dîlê televizyon û tabletan?

 

Eger di van 40 rojên hewyê de, her dê û bav rojê karibin zarûkên xwe fêrê 10 peyvên kurdî bikin, ev e dikin 400 peyv.

Jixwe kî 400 peyv ji zimanekî zanibe, ji bo pêdiviyê bes e.

 

Xwedayê mezin alîkarê kesên hayjixwenemayî be. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev