Bo 75 salîya merivê zêrîn

Bo 75 salîya merivê zêrîn

Kinyazê Îbrahîm ji pişta miletê me û welatê me çû…

Têmûrê Xelîl

Di wêne da hûn du kurdên welatparêz dibînin –

Akademîsyan Kinyazê Îbrahîm û Parlamentarê DUMA Rûsîyayê Zelîmxan Mûsoyev,

ku tevaya jîyana xwe wek dîwarekî ji pola pişta gelê xwe bûne

û kedeke mezin kirine nava karê hevgirtin û hevhezkirina miletê me da.

Dû mirina hinek kesan ra cihan ber çavê te dixeyîre, dibe wek rengekî, hewa sar an germ ferq nake, weke ku eynî hewa ye, ne dixwezî yekî bibînî, ne jî dixwezî kesek te binîne. Piştî mirina Kinyazê bira wisa hate serê min. Heta min ji xwe ra digot: -Êdî ezê bo çi herim wan waran, ku Kinyazê bira lê tune. Pişt ra min dît ku kurên wî – Wezîr û Selheddîn, hevalê wî yê wek bira profêsor Ezîzê Zîyo û gelekên din xwe dane ser riya Kinyazê ber dilê me hemûyan ezîz, karê wî bi ”serokatî û rêberîya” wî berdewam kirin, Weqfa ser navê wî damezirandin, amadekarîya têlêvîzyona bi navê BERBANGê dikin, ku bi dehan salan Kinyaz ew rêxistina kurdên Qazaxistanê bi awayekî serketî bi rê va dibir. Ango, wan kesan wisa kirin, ku Kinyazê bira zindî bimîne, herdem bi “şêwr û şîretên” xwe bi me ra be. Anaha jî, dema vê nivîsê dinivîsim, weke ku ewê vê nivîsê bixwîne û wê bêje: -Mala te ava, lê te ez zêde mezin kirime. Bi xwe nizanibû ku mezin e, lê me hemûyan zanibû.

Piştî hilweşandina Sovyeta berê kurdên hemû komarên wî welatî ziyaneke mezin ketin û zirareke pir kişandin. Ew miletên ku axa wan li ser erdê Sovyeta berê hebû zirareke wisa ne dîtin. Wek nimûne, ermenîyekî ku li ser axa komareke din dima, dema rewşa wî ya sîyasî xirab bûya, ew dikaribû vegerîya welatê xwe – Ermenîstanê. Rewşa wan miletan jî ne xirab bû, ku axa wan li ser erdê Sovtyeta berê tunebû, lê dervayî wî welatî hebû. Wek nimûne, eger rewşa almanekî Sovyeta berê ya sîyasî xirab dibû, ewî dikaribû berê xwe bide welatê xwe – Almanîyayê. Lê ya kurdan ne wisa bû, ji ber ku axa kurdên Sovyeta berê ne li wî welatî hebû, ne jî dervayî wî welatî. Û her kurdekî Sovyeta berê xwe li rêyekê girt. Kinyazê Îbrahîm çû Qazaxistanê, ez jî çûme Swêdê.

Dibêjin, ku gava meriv 10-15 salan hev nabîne, îdî li hev sar dibe, zêde bîra hevdu nake. Ez dibêjim ku di hindava Kinyaz da ev gotin ne bona min e, ez hema bêje her ro wî bîr tînim û bêrîya wî dikim. Ji bo welatparêzîya wî ya bê hed û hesab, ji bo aqilmendî û zanebûnên wî. Ew hela di xortanîya xwe da bû serokê min: ez endamê Komela Xwendekarên Kurd li Ermenîstanê bûm, ew serokê Komelê bû. Ew çawa bû serok? Dema hilbijartina serokê Komelê 7 endamên komîtêya kargir ya komeleyê hebûn. Yek ji wana wê rojê nehatibû û gotibû, ku ew dixweze ji endametîyê derkeve. Em man 6 kes. Ji bo serokatîyê dengdan çê bû û 3 kesan dengên xwe dane Kinyaz, sê kesan jî dengên xwe dane hevalekî din. Ji ber ku xênji Kinyaz hemû endamên dinê bi dînê xwe va êzdî bûn, hinek ji wana xwestin ku yekî êzdî bibe serok. Min jî dixwest ku Kinyaz bibe. Min dît ku dibe wisa biqewime ku Kinyaz neyê hilbijartinê wek serok, min hevalekî xwe anî kire endamê komîtêya kargir û piştî dengdana dudan Kinyaz 4 deng sitend û bû serokê me, hevalê dinê 3 deng sitend.

Carna ji bo komelê pere lazim bûn bona kirêkirina salonan, bona kirîna kulîlkan, bona kirêkirina avtobûsan, bona çapkirina afîşan û bona tiştên din. Ew hemû xerc û xerac Kinyaz ji berîka xwe dikir. Civînên me ser dereceyên bilind derbaz dibûn û nav û dengê komela me li hemû Ermenîstanê belav bû. Di wan salan da Kinyaz ewqas pêşda çû, ku bû doktor, dosênt û dêkanê beşa ziman û edebîyeta azirî li Înstîtûta Ermenîstanê ya pêdagogîyê. Hema bêje nîvê xwendekarên wî kurdên Ermenîstanê bûn, ku mektebên azirî xilas kiribûn û hinek ji wan jî kurdên Azirbêcanê bûn. Kinyazê Îbrahîm wek lêktor (dersbêj) û wek zanyar bû hizkirîyê hemûyan, çend pirtûkên zanyarî bi çend zimanan çap kirin û hemû jî derheqa pirsên bi kurdan va girêdayî bûn. Wan deman ew serhevdu 35-37 salî bû. Paşê gihîşte dereceya prorêktorê Zanîngeha Almaatîyê li Qazaxistanê, profêsor û akadêmîk û kubarîya me kurdan.

Hinek kes dikarin bifikirin, ku çawa dibe mirovek tenê di wî emirî da ewqas kar kiribe. Sureke wê yekê ew e, ku di navbera wî û hema bêje hemû ronakbîrên kurd baş bûye. Wek ku di nav her miletekî da, di nav kurdan da jî hinek ronakbîr hevdu hiz nakin, qedirê hev nagirin. Sebeba wê yekê jî piranî an hevsûdî û çavnebarî ye, an jî nezanî ye. Lê Kinyaz wisa dikir, ku bi hemûyan ra ziman didît. Bi merivên bi aqil û paqij ra baş bû, bi hevsûdan ra ne xirab bû. Û ew kesên hevsûd di navbera salan da bi danûsitendinên xwe yên bi Kinyaz ra camêrî û mêranîya wî didîtin û terka hevsûdîyê didan, dibûne dostên wî.

Di nav ronakbîrên cihanê û yên kurdan jî di nav da, hinek kes zane û welatparêz in, hinek xwende û camêr in, hinek bi aqil û paqij in. Lê ji hezaran yek, ku him zane û welatparêz be, him xwende û camêr be, him bi aqil û paqij be. Kinyaz yek ji wan bû. Hela di ser da jî bedew û qeşeng bû. Ez wisa texmîn dikim, ku hinek keçên ku berhemên wî dixwandin, dibine evîndar, lê gava wî û karê wî didîtin, tam bengî dibûn.

Ez ji Kinyaz hiz dikim, ji ber ku ewî ji bo gelê min karekî pir mezin kirîye, ji ber ku maeşê wî ji wî karê kirî ne hatîye, hela di ser da jî belkî ji berîka xwe pere dane bona karê weşanê, çapkirinê, qebûlkirina mêvanên komelê û h.w.d.

Ez her ro bîra wî dikim û ji wê yekê lezetê dibînim. Bira şîrê diya te li te helal be. Bira her kes ewqas ji te hiz bike, çiqas ku ez ji te hiz dikim.

Derheqa Kinyazê Îbrahîm da ji min ra him dijwar e binivîsim, him jî hêsa ye. Dijwar e, ji ber ku nava gotareke biçûk da mirov nikare temamîya karê wî yê wêjeyî, mamostatîyê, zanyarîyê, mirovhizî, berbihêrî, dilovanîya wî bîne ber çavan. Hêsa ye, ji ber ku min ew rind nas dikir, karê wî bi kêrhatinê va dagirtî bû.

Niha wêjezanên kurd gelek hene. Lê sê şertên sereke hene, ku bi saya wana hinek ji wan zanyaran pêşîya hevalbendên xwe dikevin: şertê pêşin ew e, ku talant û xebathizî di xortanîyê da dîyar dibin û tu ji demê zûtir dibî zanyar. Û ne ku tu ulm wek meslek ji xwe ra hildibijêrî, lê ulm bi xwe bere-bere bi xwe dibe meslekê te. Şertê duduyan ew e, ku zanyarên binavûdeng berhemên te qîmet dikin. Şertê sisîyan jî – gava bingeha têma te a dîsertasyonê ne tenê goveka têmakê ya teng hildigire nava xwe, lê govekeke berfireh.

Ev hersê derece jî cem Kinyazê Îbrahîm hebûn, bûbûn rewşa xeysetê wî, dîyarbûna talant û xebathizîya wî.

Em bêne ser şertê pêşin: dema Kinyaz şagirtê dibistanê bû, nûçegihan-rojnamevanekî rojnameya ”Rya teze” û Weşanên radyoya kurdî ya Rewanê yê herî aktîv bû. Ango, hela xwendkarê Zanîngehê bû, lê îdî ketibû nava cihana nivîskarîyê. Wî dibistan û Zanîngeh bi qîmetên here baş, ango bi mêdalyayên sor va xilaz kirin.

Şertê duduyan: em bîr û bawerîyên çend zanyarên binavûdeng bînin, ku derheqa Kinyazê Îbrahîm da gotine:

1.Sêkretarê Şêwra Koordînasyon ya Zanyarî ya Komara Azirbêcanê Têmûr Ahmedov: -Têma dîsêrtasyona Kinyazê Îbrahîm gerekê bê testîqkirin, ji ber ku ew kedeke mezin e di nava dostanîya lîtêratûrayên gelên Yekîtîya Sovyet û dostanîya gelan da.

2.Serokê Yekîtîya Nivîskarên Azirbêcanê, akademîsyan, Mêrxasê Xebata Sosîalîstîyê Mîrza Îbrahîmov: -Ez wek serokê zanyarî yê Kinyazê Îbrahîm wextê pewankirina dîsêrtasyona wî ya namzedîyê dixwezim destnîşan bikim, ku ew zimanên rûsî, ermenî, azirî, kurdî, tirkî rind zane û serederî li zimanên farisî, erebî û çend zimanên gelên Asîya Navîn dike, herwiha fikra wî ya wêjezanîyê ku wî di hêla pevgirêdanên wêjeyên gelan da bi kar anîye, mecalên baş saz kirin bona wê yekê, ku pevgirêdanên kurdan yên wêjeyî tevî gelên bira derkevine meydaneke berfireh û hêjayî guhdarîya wêjezanên binavûdeng bin.

3.Serokê Yekîtîya Nivîskarên Ermenîstanê Vardgês Pêtrosyan (kovara ”Adrbêcan”, hejmar 10, sal 1984). –Di dereca pêşdabirina wêjeya adirbêcanî li Ermenîstanê keda wêjezan-rexnekarê xwedî aqilmendîyeke mezin Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv pir e.

4.Akadêmîsyanê kurdî pêşin, Sêkrêtarê ulmîyî sereke yê Sedirtîya Akadêmîya Zanyarî ya Komara Qazaxistanê Nadirê Kerem Nadirov: -Kêm caran diqewime, ku mirovek bi tenê di çend dereceyan da jêhatî be: him wêjezan û rexnekarê wêjeyê be, him bedew û bejineke tîtalî lê be, him welatparêz û milethiz be, him jî camêr û maqûl be. Kinyazê Îbrahîm eynî yekî wisan e.

5.Profêsor, Bavê zargotina kurdî Hecîyê Cindî. –Lêkolînên Kinyazê Îbrahîm dereceyên teze ne di nava edebîyeta me da. Ew bi saya nivîsên xwe yên derheqa edebîyeta kurdan da miletê xwe derdixe erafê hemdinyayê.

Herwiha ev kesên xwedî zanebûnên mezin qîmetekî mezin dane karên Kinyazê Îbrahîm: profêsor, nivîskarê ermenîyayî berbiçav Hêktor Rştûnî, akadêmîsyanê Akadêmîya Zanyarî ya Îraqê, serwêrê Kabîneya Kurdzanîyê ya beşa Lênîngradê ya Înstîtûya Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Zanyarî ya Yekîtîya Sovyet Qanatê Kurdo, rêktorê Înstîtûta Yêrêvanê ya Pedagogîyê ya ser navê Xaçatûr Abovyan Lêmvêl Valêsyan û gelekên din.

Em bêne ser şertê sisîyan û serdestîyên namzadê ulmê fîlologîyê, doçent Kinyazê Îbrahîm bînine ber çavan, ku têma dîsêrtasyona wî ha bû: ”Pevgirêdanên kurdan—azirîyan yên lîtêratûrîyê”, ku sala 1978an bi pirtûkeke cihê ronahî dît. Têma dîsêrtasyona wî a doktorîyê, ku wek monografîya-berhema zanyarî îdî bi pirtûkeke cuda, bi zimanê azirî, bi rêzyûmêya rûsî ronahî dîtîye, wa tê binavkirinê: ”Lîtêratûrayên miletîyê û pevgirêdanên wan yên lîtêratûrîyê”, ku ser hîmê ji dîroka pevgirêdanên gelê kurd yên lîtêratûrîyê bi gelên Pişkavkazê ra hatîye nivîsar.

Xênji vana, gotarên wî yên zanyarî yên wisa giranbuha ronahî dîtine, wek ”Adrbêcan di nava lîtêratûra kurdan da” (bi zimanê azirî), ”Nivîskarên Adrbêcana Îranê derheqa kurdan da” (bi rûsî), ”Pevgirêdanên kurdaye lîtêratûrîyê bi lîtêratûrayên gelên Sovyetistanê ra” û ”Çend nimûneyên ji lêkolînên ser dîroka pevgirêdanên rûsan-kurdan yên lîtêratûrî” (bi kurdî), ”Samed Vûrxûn derheqa kurdan da” û yên mayîn.

Nava salan da bi zimanên ermenî, rûsî, kurdî, azirî di rojname û kovaran da ji 50î zêdetir nivîsên Kinyazê Îbrahîmî zanyarî çap bûne, ku di wan da piranî behsa pirsên dîrok û têorîya pevgirêdanên lîtêratûrîyê, pêşdabirina dereceyên lîtêratûra bedewetîyê yên vê demê têne azirûkirinê. Û, femdarî ye, ku bona nivîsara wan monografîyan, gotaran gerekê bi sedan pirtûkên cuda-cuda bixwînî, wan zimanan rind bizanibî.

Ango, zelal û ferih zanebûna çend zimanan, herwiha ew yek, ku ew bona nivîsara têmayeke zanyarî bi sedan pirtûkên cihê-cihê dixwîne, bi wê yekê va ew ji gelek ulmdaran tê cudakirinê.

Niha em çend gotinan jî derheqa xebata wî ya sereke û civakî da bêjin. Lê bi texmîna min, ew her karek bo xwe karê sereke dihesiband.

Ewledê kurdayî hêja Kinyazê Îbrahîm doçentê Înstîtûta Yêrêvanê ya Pedagogîyê, serwêrê kafedra ziman û lîtêratûra azirî, cîgirê dêkanê fakûltêta fîlologîyê, endamê Şêwra Zanyarî ya Înstîtûtê bû. Ewî xênji Înstîtûyê, Aspîrantûrayê, herwiha Fakultêta Zanîngeha Yêrêvanê ya Marksîzm-Lênînîzmê beşa agîtasyon-propagandayê ya felsefeyê ya li rex Komîtêya Navbendî ya Partîya Komûnîstîyê ya Ermenîstanê temam kiribû.

Kinyazê Îbrahîm endamê Şêwra şanoya Yêrêvanê ya bi zimanê azirî ya ser navê Cebar Cebarli bû, ku şanoya dramatûrgîyê ya dewletê bû. Kinyazê Îbrahîm endamê Yekîtîya Nivîskarên Sovyetistanê bû.

Meriv zendegirtî dimîne, ku ew çawa pêra digîhand van hemû tiştan bike. Carina wisa diqewimî, ku bi sietan dikaribû bi têmayêd cuda-cuda xeberde. Û kêm merî zane, ku ew carina sibê ber textê xwe yê nivîsarê safî dikir, ku dora wî bi sedan pirtûkên ulmî bûn, ku ew bi aqilane bi kar dianî. Û gava cînar jê dipirsîn, ku çima ronahîya odeya wî heta sibê dişuxulî, ew awa bersiva wan dida: ”Wêjeya cînarên me pêş ketîye, lê ya me hewcê pêşdaçûyînê ye”.

Her tişt nîbû, ku min di vê gotarê da derheqa ewledê kurdayî hêja û aqilmend – Kinyazê Îbrahîm da got. Lê wek ku gelê me dibêje: ”Em çi jî bêjin, bejina siwarê min tê”.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev