Pirsa we û bersiva me – 216

Pirsa we û bersiva me – 216

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Rêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke xwendevaneke me alîkarî ji me xwest, me jî berê xwe da mamostayekî kurd, zaneyê henekên kurdî Mem Dogala. Birêz Mem Dogala daxweza me înkar ne kir û soz da her heftê çend henekên kurdî ji me ra bişîne. 

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsên birêzan xwendevanên malpera xwe  û bersivên birêz Mem Dogala taybetmendîyên jîyana gelê xwe nas bikin û hinekî jî bikenin..

 

Pirsa xwendevanên me û bersiva Mem Dogala

 

Pirs: – Henekên kurdî zanebûnên me di hêla naskirina kûraya dilê gelê me didine dewlemendkirinê, me kêfxweş dikin û, wek gotina bizîşkan, bi erênî tesîr li ser tundurustîya me dikin. Ji kerema xwe çend henekên ji jîyana kurdan raberî me bikin.

Bersiv: Henekên kurdî – 22

1-

Dema ku Eyşoka zerik di rojeke berf û bagerî de trembêl dajot, ji nişka ve gotina bavê wê hat bîra wê û di tenişta rê de trembêla xwe rawestand. Bavê wê jê re gotibû:

“Heke hûn rastî bagerek berfê werin, bisekinin heya ku trembêlek berfê dimalê were, hûn jî bidin pey wê”.

Piştî bîstikekê tirimbêla berf maliştinê hat û wê bi qasî 1 saet da pey û ew şopand. Di dawiyê de ajovanê trembêla berf paqij kirinê sekinî, û bi meraq ji Eyşoka zerik pirsî:

-Te xêr e eva saeteke tu bi trembêla xwe min dişopîne?

Eyşoka zerik got:

-Min gotina bavê xwe anî bîra xwe û ji ber vê yekê, min da pey te.

Ajovan serî hilda û got:

-Min derdora IKEA ji berfê paqij kir û niha jî ez diçim McDONALDSê xwarinê bixwim.

 

2-

Li salonek ji werzişgehên herî germ ên Stokholmê, dema ku zengilê têlefona desta lê dixe xortek ji werzişvanan  bersivê dide.

– Halo, delalê min?

-Silav delalê!

– Hûn li salona werzişê ne?

– Erê.

– Ez li dikaneke cila a cîhanê ya bi navûdeng im. Û li vir min saqoyek a heri xweşik dît! Buhayê saqo bi çar hezar kronî ye, lê erzankirine anîne çar hezar û pencsed kronî.

– Tu çi difikire? Ez bikirim an na?

– Nefikire ger te ewqas ecibandibe.

– Bê guman ez dê bikirim, delalê min!

– Wê çaxê em li malê hev dibînin.

– Maç!

Xort li xwe zivirî û got:

– Kes dizane kî xwediyê vê têlefona desta ye?

 

3-

Kerîkek pezê Mecîdê gundî hebûye. Xwarina wî û malbata wî sê danê rojê firdikê dew bû. Rojekê bangî jina xwe dike:

-Keçê Sêvê, mane dinya mirine, ma em vîqas malî ji kêre dikin? Weleh, emê îde malê xwe bixwin. Werêne werêne, emê ji niha pê de nanê xwe bi şîr bixwin.

Pîyalek şîr didênin ber xwe û nanê xwe bi şîr dixwin.

Kurê wan Hemîdo radije kevçî û di kevçîyê diduyan de Mecîd destê kurê xwe Hemîdo digre û dibêje;

-Kuro lawo ev çîye? Hey malnexirab ev şîre, ne dewe. Keçê Sêvê ka were li kurê xwe binêre, tu dibe qey malê gawiraye bi kevçîya ketîye ser şîr de. Bi destê kurê xwe digire û parîyê wî yê nên di nav şîr de, sê caran diweşîne û destê wî ber dide, dibêje a niha bixwe.

 

4-

Du sofî li bajarê Êlihê di mizgeftê de destê xwe ber bi ezmana vedikin û dua dikin. Yekî di duaya xwe de digot:

-Ya Rabî, Tu min bibe bihuşta xwe.

Ya Rabî, Tu min bike cîranê Resûlillah.

Ya Rabî, ji ava hewtê Kewserê min têr bike.

Ya Rabî, Tu libasê Bihuştê li min bike….

Sofîyê din jî, wiha dua dike:

– Ya Rabî, Tu dolara bide min.

Ya Rabî, Tu texsîkê bike nesîbê min.

Ya Rabî, Tu xanîyekî di ber behrê de bike nesîbê min.

Ya Rabî, Tu mal û milkê dinyê bide min…

Sofîyê pêşî li hevalê xwe zîvirî û got;

-Kuro tu çi bîçim duayan dike? Ez ji Xwedê ne’metên bihuştê dixwazim û tu malê dinyê dixwaze.

Sofîyê ku malê dinyê ji Xwedê dixwest got:

-Kuro bawerî û îmana min bi Xwedê û bihuştê heye, û şibha min ji îmana min tune lê bawerî û îmana te nebî ez çi bikim. Pêwistîya mirov bi çi hebî, mirov wî tiştî ji Xwedê dixwaze.

 

5-

Qantirek ji mehîna mêrik re çê bûbû.

Ewî ji kêfa got;

-Heyla dîyaminê, Wele ezê hersal dîya xwe ji kera bikşînim.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev