ÇÊND KEVNEŞOPIYÊN KURDMANCAN YÊN DI DERBARÊ ZAROKAN DE

ÇÊND KEVNEŞOPIYÊN KURDMANCAN YÊN DI DERBARÊ ZAROKAN DE

Axa Kurdikî

 

1- LI PEY AVÊTINA NAVIKÊ

Dema zarokek tê dinê, navika wî tê birîn û bi qasî çar tiliyan kordona navikê bi navikê ve dimîne û piştî çend rojan ew navika hişk dibe û ji zikê wî qut dibe, ango navika wî dikeve.

 

Îca wê navikê radikin û li pey kesekî ku xûy û xusyetê wî xweşin (bêyî xebera wî) diavêjin, da ku xûy û xusyetê wî zarokî jî wek ê wî kesî xweş bibe. Hinek jî diavêjin paş kulînê da ku ew zarok malkir û girêdayiyê mala xwe be.

 

Û hinek jî bi çem an jî coyekê de berdidin, da ku jiyaneke aram û wek avê zelal û herikbar bijî.

 

2- BELAVKIRINA DANÛGAN

Dema zarok hinekî mezin dibe û hêdî hêdî didanê wî derdikevin, xwediyê zarokî xwarina danûgan çêdike û li der û cîranan belav dike da ku didanên wî bi hêsanî û xweşik derkevin.

 

3-KOSTEK QETANDIN

Dema êdî zarok hewl dide ku rabe ser xwe û bi nigan here, ango bimeşe, bangî der û cîranan dikin û kesek zarokê di hemêza xwe de dide rûniştikandin û deziyekî zirav digire û her seriyekî wî bi tiliyekê wî ya girikê ya nigan ve girê dide, yanî zarokê kostek dike. Kesekî din jî bi nava wê deziyê digire kaş dike diqetîne û dezî digire û direve û kesekî din jî dide pey wî.

 

Yê kostek qetandiye wî deziyê dibe diavêje çêm an coa kaniyê an bîra avê û dîsa direve ber bi zarokê ve û yê din jî bera pê wî dide da ku wî bigire û ev rewş hetanê yê kostek qetandiye tê digihêje cem zarokê didome.

 

Dû re jî tiştên wek leblebî, şekirê nok, gûz û findiqan, yanî xwarin an çerezên gulover yên gêr dibin belav dikin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev