HELEQETÎYÊD PISMAMTÎYÊ DI NAV KURDAN DE • EMÎNÊ EVDAL

HELEQETÎYÊD PISMAMTÎYÊ DI NAV KURDAN DE • EMÎNÊ EVDAL

Tîpguhêzî: Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr

 

Emînê Evdal di dema xwe a kêmderfet û kêmtêkilî de bi berfireyî jîyan û kar û têkilîya Kurdan a dema xwe û a berî dema xwe pêşberî me dike.

 

Ev berhema li ber destê we ji sê beşên sereke û beşa tekstan pêk hatiye. Nivîskar di beşa yekê de li ser jîyana kar a Kurdên dema xwe nivîsîye. Xwedîkirina heywanan, amadekirina pêdivîyan, karê cotkarî û çandinîyê û biparvekirina van karan bi hûrgilî di vê beşê de hatine nivîsîn.

 

Beşa duduyan li ser sazbûna malbatê, endamên malbatê û têkilîyên ber û êlên Kurdan e.

 

Sernavên beşa sisêyan jî; Nîşan û Sîmbolêd Beran û Qebîlan, Wexta Zewacê, Wexta Heyfhilanînê, Wexta Bûyîna Zaran, Wexta Mîratxwarinê, Wexta Hebandinê û Wexta Navdanînê ne.

 

Wekî din di beşa tekstan de çar çîrokên ji zargotina Kurdî hene.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev