Ehmedê Xanî û pirsa tifaqê…

Ehmedê Xanî û pirsa tifaqê…

Şerefxan Cizîrî

 

Siyaseta Kurdan, partî û tevgerên entelektuelî bi salan e ku pirsa tifaqan niqaş dikin. Niqaşên me hîna jî berdewam dikin. Lê tu encamên tebût û li gorî hewcedarîya civaka Kurdan heta nûha derneketine holê. Hemû kes û tevgerên siyasî di nava derûniya kesayatıya xwe de dixwazin ku tifaqekê di nava siyaseta Kurdan de saz bikin. Lê daxwaz û kirin jî li hevdû nakin. Baş xuyadike ku di pirsa tifaqan de siyaseta Kurdan xitimîye, qurmiçîye, ev jî bi rastî nîşaneya rewşeke malkambax e.

Her kes dizane ku bêyî tifaqên mayînde Kurd nikarin bi ser bikevin. Heke em dixwazin ku di doza xwe de Kurd bi ser bikevin dive wê gavê em tifaqên birêk û pêk ava bikin. Tifaqên me divê demdirêj bin. Em divê siyaseta Kurd û Kurdistanê bi hevdû re entegre bikin. Divê di nava siyaseta Kurdan de amintî û bahwerî bi hevdû re bibin nirxên mayinde di civaka me de. Ji bona doza netewî em hevbeş bibin û berbi hevdû de werin. Ne ji hevdû bi dûr bikevin.

Li gori rastîyên siyasî û hewcedarîyên netewî hemû derdor di pirsa tifaqan de ji xwe re avanîyekê saz dikin. Lê di têkilîyan de amintî û bahwerî li hevdû nakin. Şikestineke derûnî rehên xwe berdane nava siyaseta Kurdan. Tecrubeyên me gelekî tahl in. Bi rastî divê ev tahlî were guhertin… “Ma ku tehlî bi me şêrin nebe, emê çi bikin ji siyasetê?”  Hinek ji me tene pêwendiyên li gorî xwe derdixînin pêş, şert û mercan bi dûv hevdû de rêz dikin û çewaleke dîtinên negatîf derdixînin pêşberî civaka Kurdan. Qet nabe dibêjin. Pitpita li ser tenûran dikin.

Hinek hinekan dixin hindirê tifaqê û hinek jî hinekan li derveyî tifaqa netewî dihelin. Li gorî kêf û derûniya xwe tifaqan ava dikin. Li gorî derûnî û kêfa xwe tifaqan hildiweşînin. Ma ne kêfa dinyayê ye lo? Lê em zû jibîr dikin ku kêf û rastiyên siyasi li hevdû nakin. Hinek ji me saziyên xeyalî û teorîk avadikin, ew sazî ne li gori rastiyên civaka me formulan pêşkêş dikin. Ev formülên xeyalî û teorîk hinekî ji pratîka siyaseta Kurdan jî dûr in. Bi civaka me re ne li hevkirine. Ev formülên xeyalî û teorîk tenê li ser qaxezê hatine nivîsandin û bi rastîyên civaka Kurdan re li hevdû nabanin, ew biyaniyên siyaseta Kurdan e. Li gorî berjewendiyên demkî hatine formülekirin û bikêrî tifaqê mayin de jî nayên.

Belê. Di nîqaşên li ser tifaqan de referansa helî navdar, weke ku tê zanîn, dîtinên Ehmedê Xanî ne. Hema hema hemû derdorên Kurdan Ehmedê Xanî ji bona dîtinên xwe dikin çavkanî. Pêşbînî û dilbijandinên Ehmedê Xanî dipesinînin. Lê bi rastî jibîra dikin ku Ehmedê Xanî sêsed sal berê dîtinê xwe formüle kiribûn, şîret li Kurdan kiribûn, pesnê Kurdan dabû lê piştî sêsed salî jî hîna Kurdan tifaqa xwe ya netewî ava nekirine! Berovajî, hinek ji me tifaqa netewî hîna jî weke dîtineke xeyalî şîrove dikin û bi dildarî nêzîkî pirsa tifaqan jî nabin.

Hinek dibêjin qey; wê hinek “xêrxwaz” ji ezmanan dakevin ser rûwê erde û Kurdan xelas bikin! Rastiya me bi rastî tahl e, bûye kafirkerafî! Xeyalperest û Negativistên me gelekî zêde bûne. Derûniyeke xerab di nava siyaseta me de pêşketiye. Hemû kesên ku siyaset û dîrokê baş dizanin, ji ber vê rastiya hanê jî dizanin ku tifaqên mayînde di nava civaka me de, bêyî fedakarîyeke bêhempa qet ava nabin. Bêyî fedakarî, xebat, aramî, hevdû qebûlkirin û ji hevdû re rêz girtin tifaqên mayinde ava nabin! Ji ber wilo jî divê em Kurd di siyaseta navxweyî de hinekî werek bin, diwarên seqakirî biderizînin, em pêşdarazînên ku hene ji hevdû belawela bikin, em hinek tiştên tahl karibin daqûrtînin. Ji bona çî? Hilbet, Ji bona ku doza welat bigîhêja armanca xwe!

Lê hemû derdorên me yên siyasî û entelektuelî jî di vê pirsê de ji xwe re li hicetan digerin, boxçeyan pîne dikin, li gorî konjuktura siyasî pirsa tifaqan sar dikin û germ dikin. Xebat, ji ber wilo jî bê encam dimîne. Belê, gotin û helwestên vala, dahnê êvaran dikevin qulê kewaran! Di reşayê de jî tu kes tiştekî ji hevdû natefsilîne. Ronahî xuyanake. Vemirîye! Dîtin, tebûtbûn û helwestên pêwist tên jibîrakirin. Dem û derfet derbas dibin û Kurdên me jî ji hevdû re qala feleka xaîn dikin! Ma gelo ev ne diyardeyekê nêkir kiriya siyaset û rêbertiya Kurdan e? Ew Ehmedê Xanî ku qala tifaqa Kurdan dikir, îro bûyê beniştê devê hinek nekirkêrên siyasetê! Ma bi rastî Ehmedê Xanî kî bû û gelo di derbara tifaqa netewî de çi gotibû? Çi parasti bû? Ev jî ji bona wan derdorên nekir kir, hilbet, ne baş diyar bû.

Belê, Ehmedê Xanî di navbêna salên 1651-1707 de jiya bû. Cîhê ji dayikbûna wîna hîna jî baş ne zelal bû. Lê em dizanin ku li Bazîdê çûbû ser dilovanîya xwe. Ehmedê Xanî, weke ku ji paşnavê wîna jî baş dîyar dibe, jî eşîra Xanîyan bû. Ev eşîr bi berfirehî li devera Heqariya, Wan û Bakûrê Cizîrê dijiyan. Ehmedê Xanî xwediyê pirtûkên weke Nûbihara Biçûkan, Eqîda Îmanê, Mem û Zînê bû. Bi taybet jî di pirtûka Mem û Zînê de hest û ramanên netewperweriyê derxistibûn pêşberî civaka Kurdan. Mirov bi hêsanî dikaribû bigotana ku di vê demê de hest û ramanên netewî li Ewrûpa jî hîna gelekî qels bûn. Ewrûpî piştî Ehmedê Xanî bi hest û ramanên netewperwer re rûbêrû dibûn. Bi taybet jî piştî şoreşa Frensa netewperwerî di nava welatên Ewrûpa de belav dibû û dibû helwesteke siyasî, felsefî, edebî û hunerî. Weke ku ji dîtinên Ehmedê Xanî jî diyar dibe, me Kurdan beriya Ewrûpîyan hest û ramanên netewî formüle kiribûn, lê ev sêsed sala ku me tifaqa xwe ya netewî ava nekiribû! De îca were vî kerî di vê neqebê re derbas bike lo! Kurt û Kurmancî; ev sêsed sal bi rastî nişaneya dîroka nekirkêrîye…

Ji ber rastîyên civaka Kurdan Ehmedê Xanî hest û ramanên netewperweriyê bi rêya berhemên edebî formüle kiribûn. Di nava wan hest û ramanan de mirov pêrgî Kurdperweriyê dibû, mirov pêrgî pirsa desthilatdarîya siyasî dibû, mirov pêrgî hewcedarîya avakirina dewleteke Kurdî dibû, mirov pêrgî pirsa, ew ê Kurd çawa ji bindestiyê xelas bibin dibû, ûhw. Ango, Ehmedê Xanî ji rewşa Kurdan ya dema aktüel birêve diket û hewcedarîya tifaqan li ser vê rastîya hanê formüle dikir. Pêşî rewşa siyasî û civakî dihate sêwirandin û dûra hewcedarîya tifaqa netewî dihate formüle kirin. Rastî beriya daxwazan hebû, hewcedarî beriya daxwazan hebû û dûra jî formül ji bona pêşêroja Kurdan dihate formüle kirin. Rêbaz ev bû.

Di dema ku Ehmedê Xanî tê de jiya bû, Osmanî û Fars di nava şer û rikberiyê de bûn. Di nava wan dewletan de Kurd dihatin perçikandin, Kurd dibûn leşkerên dewletên biyanî, Kurd dibûn aligirên dijmin û dagirkerên xwe. Ziman û çanda wana lawaz dima. Kurd li herdû aliyan jî qir dibûn, perçedibûn û bêtifaqîya wana dibû alikarê ku Kurd bikevin xizmeta dewletên heremî. Ji ber wan rastîyên siyasî, kulturî û civakî Ehmedê Xanî hinek derz derxistibûn holê, li ser wana baş ramîya bû û rastîyên civaka me formüle kiribûn. Ehmedê Xanî nasnamê û yekitîya Kurdan parasti bû, zimanê Kurdî parasti bû. Bi zimanê xwe nivîsandibû.

Wê dema aktüel nivîskarên Kurdan berhem û dîtinên xwe bi tevahî bi Erebî û Farisî nivîsandibûn. Erebî, weke ku baş tê zanîn zimanê ola mislimantiyê bû û li gorî mislimantiyê zimanê Erebî zimanê pîroz bû. Zimanê Farisî û Osmanî jî zimanê dewlet û siyasetê bûn. Lê çilo bê jî; Xanî di nava wan zimanên mezin de xwedî li zimanê xwe derketibû û Zimanê Kurdî ji xwe re kiribû bingeh. Lê car carna jî hinek hewlên wî yên Erebî nivîsandinê ji hebûn…

Baş tê zanîn kû beriya Ehmedê Xanî jî Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran û Elî Xerîrî ji bi Kurdî nivîsandibûn. Lê Kurdî nivîsandin ne gelekî di rojeva civaka me de bû.

Ehmedê Xanî di berhemên xwe de wilo dibêje; Heke tifaq û hevkariya me Kurdan hebûna, wê çaxê Rom, Ereb û Ecem, hemû wê bibina xizmetkarên Kurdan. Wê çaxê me yê ola xwe ji timam kiribana, zanist û zanebûn ji dikete destê me. Gotin û soz ji hevdû cüda dibûn, jêhatî û nekirkêr ji hevdû cüda dibûn… Kurt û Kurmancî; pêşî divê Kurd li hevdû werin, bi hevdû re alikar bin, tifaq û dewletê ava bikin, zanist û desthilatdarîyê bi dest bixin û bi şanazî di welatê xwe de bijîn…

Nûha gava ku mirov cewhera raman û hestên Ehmedê Xanî bi ser hevdû de bigûveş e, divê mirov beşik wilo bibêje; Ehmedê Xanî pêşî xwedî li zimanê xwe derketibû, xwedî li dewlet û desthilatdarîya Kurdan derketibû û realîzekirina wan raman û hestan jî di avakirina tifaq û hevkariyan de didît. Rastiya ramanên Ehmedê Xanî bi kurtî ev bûn.

Bila di vê mijarê de baş were zanîn; Ehmedê Xanî, ji bona Kurdan ne li rêber û serokekî digeriya. -Weke ku hinek nezan vê pirse formüle dikin-. Xanî li dûv pêwendî û sazkirina civakekê digeriya. Ehmedê Xanî tifaq û hevkariya Kurdan ji rêber û serokan gelekî giringtir dibîne. Hilbet wê rêber û serok jî di nava tifaqan de hebin, lê wê ne di ser tifaqan re bin. Ji bona tifaq û hevkariya Kurdan civakîbûn, pêwistibûn û tevgirêdanên dîrokî dibin bingehên peymanekê. Ev peymaneke netewî û civakî bû. Ji ber ku tifaqa netewî ne li ser takekesan avadibû, tifaq li ser programan, li ser civakîbûnê û li ser tevgirêdanên organîk formata xwe digirtin.

Mirovên xwedî berpirsyarî îro eşkere dibine ku, Kurd divê tifaq û hevkarîyan avabikin, hevbeşbûna Kurdan derxinin pêşberî siyasetê, dawî li şer û pevçûnên navxweyî werînin, qayîş û berberîyên bêwate ji siyaseta Kurdan dûr bixînin û rê li ber rizgariya welatê me vekin.

Di wan daxwazên Kurdan de wê dîtinên Ehmedê Xanî rê û rêçikan li ber me hêsanîtir bikin.

Çavkanî: http://www.rupelanu.com/

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev