Ji nimûneyên zargotina me – 272

Ji nimûneyên zargotina me – 272

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema îro me ji pirtûka “KLAMÊD CMAETA KURDAYE LÎRÎKÎYÊ”, ku sala 1972an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend kilamên xweş raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

  1. LAWIKO QURBA, EWRÎ TERE

 

Lawiko, qurba!

Ser mera ewrî tere,

Binatara meda xozangere,

Kê dîtîye, kê bînaye

Meriv jina bûkîn malda bihêle,

Pey jina bi mêr bigere.

 

Lawiko, qurba!

Bira yeke min be, yeke te be,

Bira gundî-malîn tev şedengê me be,

Herçê mizgînîke xêrê ji minra bîne,

Bira kirasê canê min tunebe.

 

Herê kulmal, min go baran barî ser şîlana,

De bira kevir-kuçikê ezmana bibarin ser cînara,

Herçkê orta min û kewa gozel xeber bide –

Bira heft sala bikeve êşek ji êşa dev-dirana.

 

Harê lawiko, qurba!

Çevê reş belane, çevê reş belane,

Minê rojê heft cara

Kilê Sibhanî kildane,

De divê sala îsalin seva çevê belek geleka jinê xwe berdane.

 

Herê kulmal, minê tarekê çêkirîye ji hestûyê mera,

Têlê ortê avîtîye biskê yara,

Kê dîtîye, kê bînaye,

Meriv yarê teze bigire,

Yarê kevin por û posîde

Stuyê xwe xar kin, hêsîrê dîl

Xwe bide ber dîwara.

 

  1. LO, LO DELAL

 

Lo, lo delal!

Bira me nahata bayê Wanê, lê nexista, nehejanda,

Bejina Dewrêşê Evdî rîşîyê şerê,

Qemê û qayîşê, formê û tevgirêdanê.

Gelî malî û cînarno,

Gazin û loma li min qijikê nekin,

Îsal heft sale minê xwey kirîye

Ji bona denê şevê û tevrazanê,

Delalî malê,

Şekirê nav dezmalê,

Siwarê xezalê,

Bavê Eyşanê.

 

Lo, lo delal!

Eze Şêwrîme,

Ne Milîme,

Ezê eba reşe berîya jêrîye apincî sipîme,

Ne layîqî devê gede-gûdê vî zemanîme.

Layîqî simbêla Dewrêşê Evdîme – reşe narincîme,

Delalî malê,

Şekirê nav dezmalê,

Siwarê xezalê,

Bavê Eyşanê.

Gelî heval, hogirno,

Gazin û loma ji min nekin,

Îsal heft sale

Minê xwey kirîye –

Orta kiras, vê kitanê.

 

 

* * *

 

Were domam, mereza dilê min domam,

Te li bi çeva ez dîn kirim,

Ezê par van çaxa kûvîyê serê çiya bûm,

Îsal ji pêra teyê ez nava sîng û berê xweda kelî kirim.

 

Were domam, mereza dilê min domam,

Minê îşev xewnek dîye,

Dikim, nakim nikarim şiro vekim.

Ezê çûme cem keşîşê evê dêrê, cem şêxê êzdîxanê, cem mellengê surmanîyê –

Kesekî xewna min ji minra şirovenekir.

 

Were domam, mereza dilê min domam,

Ez û domama xwe rastî hev hatin,

Domama min go: “Tu çira usanî,

Ne deyndarî, ne xûndarî, ne cirmdarî, go çira usanî?”.

Go: “Domam, min îşev ji pêra xewnek dîye,

Kesekî xewna min ji minra şirovenekirîye”.

Go: “Lawiko, ezê xewna te ji tera şirovekim”.

 

Go: -“Minê îşev xewnek dîye,

Dareke zeytûnê hewşa mala bavê minda rabûbû,

Cotê tîremera pêva dikişîya, cotê hinara pêva ba bû,

Fêza hinara hûr dikana sedefî bû,

Fêza dikanada zînê mozirganî bû,

Fêza zînda çevkanî bû, fêza wê rasteke meydanî bû,

Fêza rastêda du teyrê sipî danîbûn”.

De domam, mereza dilê min, domam.

De min go: “Dara zeytûnê bext-mirazê min û teye,

Cotê tîremera reş – gulîyê minin,

Cotê hinara zer memikê minin,

Hûr dikana sedefa – dev-diranê minin,

Zînê mozirganî – pozê mine,

Çev û kanî – çev û birûyê mine,

Rasta meydanî – enîya mine,

Herdu teyrê sipî – bext-mirazê min û tene”.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *