Dîwana Dengbêjan û Govend

Dîwana Dengbêjan û Govend

Seregola Intabê

Di 6ê Gulanê de li Stenbolê di Navenda Çandê ya Bariş Manço de bi organîzasyona SEYMEyê dîwanek ji dengbêjan saz bû. Di dîwanê de dengbêjên baş yên wek Sebrî Agirî, Mehemedê Beyro, Mehemedê Serhedî, Dengbêj Xalîde û Evîn Sindî cîh hildan.

Dengbêjan, bi dîwanbirîya Sebrî Agirî ve bi piranî kilamên sereke yên evînî pêşkeşî guhdarên xwe kirin. Her yek ji wan gava ku dor hate wan bi dengên xwe yên baş û bi hunerên xwe yên serketî ve kilamên papûler yên evînîyê li ser dilên guhdaran de reşandin.

Wek tê zanîn Navenda Çandê ya Bariş Manço li Kadıköy e. Kadıköy, her çiqas wek navendek dînamîkên çepgeran tê xûyan jî, tê zanîn ku di heman demê de welatê tamara nijadperestîya “çep”an e jî. Jixwe Navenda Çandê ya Bariş Manço jî bi zêdeyî çalakî û orgazîsazyonên ku ji vê bayê tên re derî û perdeyên xwe vedike ye.

Lê ev cara yekemîne ji programek ku xwerû bi Kurdî ye re mazûvanîyê kirîye. Ev ji bo rêvebirên wan pêşketinek baş û rûdanek balkêş e. Di vê rûdanê de bêguman para Şaredarê Kadıköy mezin e. Navenda Çandê ya Bariş Manço sazûmanek ji sazûmanên Şarederîya Kadıköy e. Şaredar, Şerdil Dara Odabaşi sîyasetmedarek ji partîya CHPê ye û camêrek ji Siwêregê ye. Şaredar Kurdek mîna Odabaşi nebûya derî û perdeyên wê navendê ji çalakîyek Kurdî re zor vedibûya. Heye ku emê di pêşerojan de jî aktîvîteyên kulturî û hunerî yên kom û hunermendên Kurd di vê sehneyê de bibînin. Ji bo vê divê hunerhezên Kurd teqîpkirina vê navendê jî hildin programa xwe û pêşkeşîyên berhemên hunermedên Kurd bêxweyî û bêbîner nehêlin.

Lê kêmasîyek di programê de hebû ku motîvasyona sereke ya vê nivîsê ye. Wekî ku me li jor jî behs kir, dengbêjan kilamên sereke, bi zêdeyî yên evînîyê bi serketî pêşkeşî guhdarên xwe kirin. Lê di dawîya bernameyê de dengbêj yekcar dest bi kilamên govenda kirin û hewaya salonê bi carekî ser û binê hev bû. Serbarî ser ji salonê hinek guhdar rabûn govend gerandin. Çend xortên ji komek piçûk rabûne ber sehnê, pişta xwe dan dîwanê, komek jî li kêleka salonê di cîhê teng ya palgehan de qaşo govend gerandin. Di serî de nivîsarê vê nivîsê û gelek kesên din ji bîneran şaş û metel man. Dîwana dengbêjan ji nişkêve reng guhartibû û bibû sazbendên dewata.

Ev guhartina hewaya salonê, qedr û giranîya dîwanê sivik kir û bêqayîde û bêûsûlîyek ku ne para çand û dîroka dîwanên dengbêjan e peyda kir. Ji bo ku rewş li ber çavê xwendevan zelal bibe meriv dikare mesela ji qonserek muzîka qlasîk mînak bide. Xwendevan dikare konçertoya Çar Demsal ya Vîvaldî yan jî Dewata Fîgaro ya Mozart bîne ber çavê xwe. Çawa ku qonserek muzîka qlasîk de piştî pêşkeşkirina Çar Demsal yan jî Dewata Fîgaro def û zirne nikare were lêdan, tango û zamba nikare were leyistin, her wiha di pêşkeşîya kilamên wek Dêran, Miho û Gula Ber Qefayê de kilamên ritmîk yên dewata nayê gotin û govend nayê gerandin.

Di vê kêmasî û qusûrê de qasî bernamenûsên dîwanê ez dixwazim bal bikşînim ser bîneran jî. Ji ber ku di vê bêqayîdetîyê de para bîneran jî heye. Divê bîner jî bizanibe ku hatîye kêderê û guhê xwe dide çi. Bi zanistî li çand û hunera dengbêjîyê xwedî derkeve. Her wiha divê bîner qebûl neke ku di konserek dengbêjîyê de kilam û awazên dewata were lêdan û li ber dîwanek şevbihurk de govend were gerandin.

Wisa nebe, wekî tiştên din ev hunera Kurdî ya neteweyî ku di van salên axirîyên de ji nû ve vedije dê dejenere û pûç bibe.

Gotinên Kurmanca yên xwe hene: Rast e “keledoş xweş e bi sîr û pîvaza.” Sîr û pîvaz bi şirînayî nayê xwerin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *