RENGÊ HESTÊN MIN

RENGÊ HESTÊN MIN

Husên Duzen

 

Ez ne ji rengan, ne jî ji dermanan pir hez dikim. Tixûbê di navbeyna dermanekî û jahrekê de zaf zirav e. Bi bêhemdî be jî ku merov ew sînor derbas kir, derman dibe jahr, lema ez ji dermanên pir qet hez nakim. Piraniyan rengan jî tiștekî wusa ye. Ger bi hosteyî li nav hev ketibin, ji du sê rengên bingehîn bi dehan rengên govendgirtî çêdibin. Lihevanîna her çend heban ji wan jî bedewiyeke têkel dide. Ger di hedê xwe de hatibin bikaranîn, ez dikarim bê west bi șev û roj li wan temașe bikim. Gelek caran reng in ên ku westa ruhê min dibin. Carnan jî pirbûna wan dibe sedemê westeke giran di hemû șanikên bedena min de.

 

Min ji rengên pirr ên di wêneyên serokên dewletan de hez nekir. Her wuha ji nivîskarên pirreng jî. Di salên ku wêneyê Fîdel kêm reng bûn min jê hez dikir, kengî ku wêneyên wî bi qederekî pir ji rengan hatin belav kirin, min hew jê hez kir. Dibe ku bingehê gotina ku dibêje filankeso li ber çavên min reș bûye jî ev be.

 

Ji bo ku ez stressa rojane ya bi hemwelatiyên xwe re jibîr bikim, gelek caran ez li wêneyên Mesud Barzanî yên dema pêșmergetiya wî temașe dikim. Ew bi kincên xwe yên kêmreng û mereqa di çavên xwe de bi min xweșik tê. Her ku ez portreyekî wî yê pirreng li dîwarekî dibînim tirs dikeve nava min. Tirsa min ew e ku ez ji pirbûna rengan hew karibim li wêneyên wî yên berê jî temașe bikim.

 

Belkî ji șertên welatê min be, lê min her ji nivîskarên xwedî pirtûkên bi çapên neprofesyonel bêtir hez kiriye. Pirtûkên wisa kovareke bi benan girêdayî ku min hîn di dema Sandenistan de ji Nîkaraguwayê bi xwe re anîbû tînin bîra min. Ew kovar her di refika min a pirtûkan de ye. Kengî ku bahsa kêmxwendina pirtûkên kurdî dibe û gazin ji kêmderfetên belavkirina weșanên kurdî dibe, ez bêhna xwe bi wê kovarê derdixim.

 

Wêneyên hin hevalên min î pirreng jî hin caran min ditirsînin. Di kêliya ku hinek li rexekî radiwestin û hinekên din di nav rengan de digevizin, ez diwazim hevalên min ên kêmreng bin.

Li gor azmûnên min çiqas wêne kêm reng bin, hizir ewqas geș in. Rengên pir dikarin rûmetê jî kêm bikin. Ez ji wêneyên bi rengên kêm, lê bi kedê baș lihevhatî hez dikim.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *