
Em ziman, netewe û welatê xwe li dij êrîşên dijminane biparêzin
Şemsettin Işıklı
Ev e sed sal e, Sîstema Serweriya Tirk bi hemû sazî û dezgehên xwe ve, bi hemû gotin û kirinên xwe ve, bi hemû plan û bernameyên xwe ve bi helwêstgirtineke dijminane li tunekirina zimanê kurdî dixebite.
Hemû civat û pêkhate, hemû kes û grûb, hemû alî, hemû reng û dengên vê sîstemê, vê helwêstgirtina dijminane ecibandine û li gor wê tevdigerin.
Sîstem, têkiliya di navbera ziman û axê de baş dizane. Dizane heta ku zimanê kurdî hebe dê kurd û Kurdistan jî hebin.
Di nav sînor û çarçoveya vê sîstemê de xwedî lê derketin û parastina zimanê kurdî ne mimkun e.
Ji bo ku em bikarin ziman, netewe û welatê xwe li dij êrîşên dijminane biparêzin:
Ji me re rûh û hişmendiyeke şoreşger û serxwebûnxwaz pêwîst e.
Ji me re rêxistinên neteweyî û cudaxwaz pêwist in.
Ji me re yekîtiya serxwebûnxwaz û cudaxwazan pêwîst e.
Ji me re serîhildan pêwist e.
Ber bi Kurdistaneke Serbixwe ve!
Riataza