
Ali Gurdilî
1- Ev biwêj ji aliyê feylesofê alman ê navdar Friedrich Nietzsche ve, ji bo ravekirina saziya ehlaqê hatiye bikaranîn, bê ka ehlaq di civakekê de çawa dertê holê, çi fonksiyonan pêk tîne û mirov ji bo çi pê girêdayî tevdigerin. Friedrich Nietzsche vê rêbaz û feraseta xwe ya ehlaqê, di kitêba xwe ya ”Zur Genealogie der Moral” de berfireh kiriye. Kitêb ji beşên mîna ”ehlaqê kole û efendiyan”, ”bîra (hişmendiya) guneh û sûcdariyê” û ”îdeala çilekêşiyê”, pêk tê.
Di vê kitêba xwe de Nietzsche dibêje ku ehlaq, ji ber kesên bêhêz yên ku ne xwediyê tevgerên afirandêr (dahêner) in û dixwazin ku rê li ber kesên afirandêr jî bigrin derketiye holê û bi rêya rê û rêzikên ehlaqî, bi rêya normên ehlaqî, dixwazin bêhêzî û bêqabiliyetiya xwe biveşêrin û bigîhînin hevsengiyekî derketiye holê. Li gor baweriya wî ehlaqa yekem ya ku mirovan keşf kiriye, ehlaqê efendiyan e.
Lewre rehma efendiyan tune, derbarê jiyan û mirinê de, ew bi xwe biryara xwe didin û xwediyê wê behremendiyê ne, ji bo xwe dijîn û ne mecbir in ku bi xweşbînî tevbigerin. Kesên bêhêz û belengaz jî, bêgav mane ku yekîtiya xwe pêk bînin û bi têgihên mîna dostanî, wekhevî û biratiyê bijîn. Armanca vê yekê jî doz û dawa heyfhilanînê ye, veşartina qelsî û bêhêziyê ye. Wate, ehlaqê koleya ye.
2- Çawa ku li cem Nietzsche û Karl Marks jî hatiye dîtin, helwesta ku dixwaze ehlaqa heyî biruxîne û cih ji feraste xwe ya ehlaqî re veke.
fr: généalogie de la morale / tr: ahlakın soykütüğü
Çavkanî: Ferhenga Felsefeyê
Riataza