TAWÎS Û JUNO

TAWÎS Û JUNO

La Fontaîne

Lêanîn: Memê Miksî

 

Ji bo derdê xwe Tawîs

Ber da wê Juno ya sîs

Derbaz bû ew ji derî

Rawesta li ber serî

Got: Ey Xwedawenda min

Ev çi deng e te da min?

Dizanim litfa te ye

Me pêdivî pê heye

Lê ji ber xweş nîn e qet

Ji min aciz e milet

Halbukî dengê bilbil

Dewa dike derdê dil

Newayek zîz û bi coş

Gel pê dibin mendehoş

Hem bi wê qameta jar

Ew bûye xemla bihar

Wê jî bersiv da bihirs

Got: Çima vê dikî pirs?

Çavnebariya bilbil

Bi te ma nefsûyê çil?

Ji hevrîşmî hezar reng

Me xemiland li te çeng

Heya ku tu dikarî

Dimeşî bi kubarî

Hem dema dûv vedibe

Li derdor bilav dibe

Dizanî çi gewher î?

Law î wek zêra zer î

Li bin vî esmanê şîn

Yek mîna xwe dilovîn

Bibêje tu dibînî?

Hêj bi xwe razî nîn î

Me hûn cur be cur dane

Ka negirin bihane

Mînakan tu bixwazî

Çelengî me da Bazî

Xasê Elih e quwet

Tişt nîn e bo wî zehmet

Beriya her afatê

Ji Reşêlê xeber tê

Û li sergoyê malan

Qijik dinêre falan

Teyr tev jixwerazî ne

Bê gazind û nazî ne

Bidomînî giliyan

Dê tu bidî xwe ziyan

Vêca devê xwe bigir

Bes te bibînim li vir

 

Juno: (mît.) Xwedawenda romaiyan a bi nav Hera

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *