Tê gotin mirov tenê ye, lê belê hebûneke civakî ye

Tê gotin mirov tenê ye, lê belê hebûneke civakî ye

Sultan Arslan

Têgînên bingehîn ên ku em di derbarê têkiliyên mirovan de bikar tînin – ez, tu û yên din in. Her têkilî tê wateya ku mirov hin mijar û hin tiştên hevpar bi hevre ava dike. Bi gelemperî têkiliyên me ji hêla du an bêtir kesên din ve têne sazkirin. Li gorî têkiliyên ku mirov bi hevdû re çêdike, bi awayên cuda dimeşin. Bi awayekî, têkiliyên mirovan di navbera tenêtî û bihevrebûnê de diherike, diguhire û berdewam dike. Jiyana hevbeş û tenêtî, ku ji şert û mercên bingehîn ên ku em di têkiliyên mirovan de rû bi rû ne, têgînên pir watedar in. Ev têgîn û diyarde di felsefe, zanistên civakî û hunerê de jî bûne mijarên sereke. Hevdîtina mirovan, tenêtî û lêgerîna ahengê bûye mijara gelek roman, çîrok, helbest, stran û fîlman.

 

Di têkilîyan de gelek qaîdeyên nenivîsandî hene. Ew qanûnên nenivîskî bi çand û dîroka mirovan re bestraye û bûne qanûnên nenivîsandî. Li gorî wan qanûnan têkilî pêş dikeve an têk diçe. Xalek din jî ku di têkilîya mirovan de bandora xwe heye. Ew jî perwerdehîya mirovan e. Perwerde bi awayên cuda yên têkilbûnê pêk tîne. Her malbat hem li gor nirxê civakê û hem jî li gor têgihîştina xwe zarokên xwe perwerde dike. Îcar wa lê tê ku her kes li gorî têgihiştin û perwerdehiya xwe bi kesên din re têkiliyan ava dike.

 

Ez dixwazim li ser xwe jî biaxivim ka prensîbên min çi ne û ez çawa têkiliyên xwe bi yên din re dimeşînim. Ger ji min were pirsîn, ez ê bi dilrihetî bibêjim ku ez di têkiliyên xwe de tu carî tolhildêr û serhişk nebûme. Ez zû tiştan ji bîr dikim û dixwazim her carê têkiliyên xwe bi yên din re baştir bikim.

 

Ez her gav xweşbîniyê hildibijêrim û li xweşbîniyê digerim. Carinan çavê xwe ji xweşbîniyê re digirim, her çend ne li gorî min be jî.

 

Gava ez xemgîn dibim û dema ku yên din min aciz dikin, ez pir caran bêdengiyê hildibijêrim û helwestek tund nîşanî wan nadim. Hin caran wa lê tê ku ez reşbîniya kesên din jî, di hindurê xwe de vedişêrim, da ku xweşbînî winda nebe.

 

Di têkiliyan de, ez carinan pê hest dikim ku yên din min pir nefsbiçûk dibînin û bi min re reşbînî tevdigerin. Piştre têdigîhim ku tiştê mirov bi wan re bike geşbînî ava nake û pê re bextewarî tune. Dûre divê ez têkiliyên xwe ji nû ve binirxînim û dixwazim têkiliya xwe bi wan re biqedînim da ku reşbînî dubare nebe.

 

Cîhana me bi wê yekê re rast hatîye ku îro mirov li gorî berjewendî û egoyên xwe têkiliyên xwe pêş dixin. Mixabin metnên di pirtûkan de hatine nivîsandin, dersên di olî de hatine dubarekirin û pêşniyarên di siyasetê de hatine ravekirin û zanîna perwerdehiya pedagojîkê jî têra geşbinîya mirovan nekirîye ku têkilîyên baş bi hevre biafirînin.

 

Gelek kes hene ku fêm nakin ka têkiliyên mirovan çawa digihîje asta reşbîniyê. Fêm nakin ku têkiliyên ku mirov bi kesên din re diafirîne ew e ku mirov bi xwe dixwaze çi bike. Li gorî min divê mirov di têkiliyan de geşbîn be û di têkiliyan de zirarê nede yên din. Em carekê dijîn û têkilîyên me jî bi jiyana me re diçe gorê û piştê çûyînê mixabin careke din li me venagere.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *