
“Em di piştevanîkirina Pêşmerge de berdewam dibin û jinavbirina DAIŞê li Iraqê karê me yê herî pêş e”
Hewlêr (K24) – Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ku Amerîka serkirdetiya wê dike, çarşemê 11ê Gulana 2022yan li Merakeşa bajarê Mexrîbê (Fas) bi amadebûna 83 wezîrên derve yên welatên endamên hevpeymaniyê, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya Hevpeymaniya Navdewletî de hatiye diyarkirin: “Em di piştevanîkirina Pêşmerge de berdewam dibin û jinavbirina DAIŞê li Iraqê karê me yê herî pêş e”
Herwiha hatiye eşkerekirin, ji bo rêlibergirtina li serîhildana DAIŞê, alîkariyên wan ji bo hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê berdewam dibin, li Sûriyê jî alîkariya hêzên xwecihî dikin.
Civîn bi serperiştiya Wezîrê Derve yê Mexrîbê û Nûnerê Wezîrê Derve yê Amerîkayê birêve çû, nûnerên welatên endamên hevpeymaniyê jî di civînê de beşdar bûn.
Ev cara ewil e ku civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li welatekî Afrîqayê birêve diçe.
Riataza