”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 58

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 58

Malpera me bi rêzenivîseke taybet çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî berdewam dike, ku wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” ne, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî jî çap bûye.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ”Di pêşengîyê da”. Em îro beşa wê a pêşin çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

N. D. Plotnîkov, A. A. Marînîn

Di pêşengîyê da – 1

 

Kurd bi dehan salan bo mafê xwe şer dikin. Ew şer bûye perçeyekî jîyana çend nifşên kurdan. Pêşî wana dijî Împêratorîya Osmanîyê şer dikirin, paşê – dijî Brîtanîya Mezin, dû ra himberî Seddam Huseyn û partîya wî ”Bees”ê. Niha dijminên wan yên sereke komên êkstrêmîstîyê yên tundraw in, ku emelên xwe yên qirêj di piş perdeya îslamê da vedişêrin, ku dînekî qencîyê û aşîtîyê ye.

 

– – – –

 

Belgeyên pêşin derheqa wê yekê da, ku desteyên kurdan yên şervanîyê hene, yên sala 1890î ne. Di nîveka sedsala XX navê ”pêşmerge” li wana hate kirin, ku wergera ji kurdî tê maneya ”kesên ku berê xwe didine mirinê”, ”mirin dane ber çavên xwe”. Tê gotinê, ku cara pêşin helbestvan, nivîskar û karmendê sîyasî yê kurd Îbrahîm Ahmed (1914-2000) ew nav li wana kirîye.

 

Di dema Serhildana Îlonê – tevgera bo azadîyê, ku kurdên Îraqê di navbera salên 1961ê heta sala 1975an da tevrakiribûn, – desteyên pêşmergeyan destpê kirin xwe wek leşkerên rasteqîn organîze bikin û bibin artêşeke tam. Forma leşkerî ya wekehev hate hilbijartin, şervan destpê kirin heqdest bistînin. Desteyên tevlihev û tewakelî ketine nava taxbûran, bêlûkan, alayan û brîgadan.

 

Dema sala 2003an li Îraqê dest bi şer bû, hêzên pêşmergeyan di şêr da xwe dane alîyê artêşa DAY, piştgirîya wan kirin. Piştî wê yekê, ku sala 2005an Konstîtûsîya (Destûra) Îraqê a nû hate qebûlkirin, brîgadên pêşmergeyan bi nav hesab dibin wek beşeke artêşa Îraqê, lê di rastîyê da ew di bin serokatîya hukumeta Herêma Kurdistana Îraqê û serokatîya partîyayên xwe yên sîyasî da nin: Partîya Demokratîyê ya Kurdistanê (PDK) û Yekîtî Niştimanî Kurdistanê (YNK). Gerekê bê destnîşankirinê, ku li artêşa hukumeta Îraqê qedexe kirine bikeve ser axa Kurdistanê – ev dawekarî di Konstîtûsîya welêt a nû da hatîye qeydkirin.

 

Lê pêşmerge tenê beşeke sîstemê ye, ku parastina Kurdistana Îraqê pêk tîne. Beşên wê yên din – Wezîreta karên hundur bi strûktûra û dayîreyên xwe yên taybet va nin, wek hêzên ewlekarîyê ya bi navê ”Asayîş” û ya rêçgerîyê bi navê ”Parastin”.

 

– – – –

Taybetmendîyên Kurdistana Îraqê ber çav hatine girtin, lema jî desteyên hêzên çekdarî yên herdu partîyên sîyasî wekehev in, û gorî wê jî hêzên aramîya otonomîya kurdan hatine damezirandin.

 

– – – –

Di bin hukumê Mesud Barzanî da Encûmana Ewlekarîyê ya bi serokatîya kurê wî Mesrur Barzanî karê xwe dimeşîne. Encûmana Ewlekarîyê bi strûktûra xwe va pareveyî ser sê beşan dibe: rêçgerî (îstîxbarat), hêzên ewlekarîyê û desteyên bo şerê dijî terorîzmê. Dayîreyên taybet yên cuda-cuda pir hene, lê bi hinek sebeban her yek ji wana tenê emirê polîtbyûroya partîya xwe pêk tîne.

 

Di nava Wezîreta Karên Der (WKD) da ev dayîre hene: Rêvebirîya polîsê ya herêmî, Ofîsa operasyonên taybet, Nivîsgeha hêzên ewlekariyê (”Zêrevanî”), Wezîreta polîsê ya trafîkê, Rêvebirîya bo parastina dayîreyên dewletê, Rêvebirîya polîsên li hebisxaneyan.

 

Rêvebirîya polîsê ya herêmî bi karê aramîya gelemperî va radibe. Di wê da polîsên şaredarîyê, polîsên bo çareserkirina pirsên cinsî, dayîreya rizgarkirinê, dayîreya bo parastina avahîyên ênêrgêtîk (kan û medenên binerd, borîyên neftê, bingehên êlêktrîkîyê û h.w.d.). Xênji wê, li Rêvebirîya polîsê ya herêmî beşa xizmetguzerîyê û ya serhejmarîya niştecîyan heye.

 

Jimara pêşmergeyên ku leşkerîya xwe dikin, ne bêlî ye. Gorî hesabkirinên cuda-cuda, jimara wan ji 70 hezarî heta 140 hezar kes e. Bi formalî ewana leşkerîya xwe bi serokatîya Wezîreta pêşmergeyan ya desthilata Kurdistana Îraqê dikin.

 

Wezîreta pêşmergeyan bi xwe ji çend beşan e: Rêvebirîya di hêla têkilî û hevkarîyê da, Rêvebirîya di hêla pirsên operatîv û amadekarîya şervanîyê da, Rêvebirîya serwêrtîyê û transportê, Rêvebirîya ewlekarîyê, Navbenda operatîvîyê ya yekgirtî û Rêvebirîya di hêla pevgirêdanên civakî da.

 

 

– – – –

Gorî bawerîyên pisporên biyanî, li Kurdistana Îraqê weke 36 brîgadên pêşmergeyan hene. Di her yekê ji wan da ji sê heta pênc hezar pêşmerge hene. Ew brîgad di hindava xwe da gorî qanûnên artêşê pareveyî li ser bêlûkan, taxbûran, alayan û desteyan dibin.

 

– – – –

Wezîreta pêşmergeyan serokatî li çardeh brîgadên leşkerî yên herêmî dike. Li van parleşkeran da desteyên wisa hene, ku di bin hukumê Partîya Demokratîyê ya Kurdistanê da ne, û desteyên wisa jî hene, ku di bin hukumê Yekîtî Niştimanî Kurdistanê da ne, û jimara wan jî weke hev e, bi selefan 50 û 50 ye. Eger nûnerê PDKê serokatîya pêşmergeyan dike, wê demê cîgirê wî nûnerê YNKê ye û herwiha eksî wê jî. Lê ew desteyên pêşmergeyan di bin qumandarîya Wezîreta pêşmergeyan da nin, ku ji bo herdu partîyên sîyasî jî derbaz dibe.

 

Partîyayê sîyasî yên din, ku desteyên wan yên çekdar li Kurdistana Îraqê hebin, tunene.

 

 

– – – –

Di dema destpêka tevgera kurdan ya bo azadîyê jin û gencên heta 18 salî hilnedidane nava desteyên pêşmergeyan. Niha rewş guhêrîye.

 

– – – –

Lê di desteyên Partîya Demokrat a Kurdistanê da jin dikarin leşkerîya xwe li piştê û di strûktûrayên alîkarîkirina leşkeran da kar bikin, lê nahêlin ew tevî şer bibin. Lê di desteyên Yekîtî Niştimanî Kurdistanê da ew leşkerîya xwe wek mêran dikin û bi wan ra tevayî mil bi mil şerê dijî cîhadîstan dikin. Û ew ne tenê leşker in, lê herwiha rêvebirîya leşkeran jî dikin: zabitên jin di akademîyayên leşkerî da fêrî taybetmendîyên şêr dibin.

 

Bona jinên kurd çek di dêst da parastina welêt deynekî ewqas bi şeref e, çiqas ku bo mêran, û ev yek ji demeke dîrokî a dirêj da wisan e. Bi dirêjaya gelek deh salan pir jin di nava refên pêşmergeyan da şer kirine. Wana wek mêran di şerê partîzanîyê da ber xwe dan: diçûne rêçgerîyê, bi sebir di kozikan an jî di dorpêçkirinan da diman, carina jî jîyana xwe dikirin bin xeterê rê bo şervanên xwe vedikirin bo êrîşê.

 

Di dîroka gelê kurd da gelek nimûne hene, ku jinan weke mêran mêrxasî û egîtî nîşan dane. Yek ji pêşmergeya jin – kulfeteke efsaneyî Hêro Îbrahîm Ahmed e, jina serokkomarê pêşin yê Îraqa nû û hevala wî a jîyanê Celal Telebanî. Wek hemû pêşmergeyan, di desteya şervanîyê da naznavê Hêro xanimê jî hebû, naznavê wê Dayana bû (bi kurdî ”dayê” tê maneya dê).

 

Di dawîya salên 1970î Hêro du zarên xwe yên biçûk cem merivên xwe hîşt, bo miqatîyê li wan bikin, bi xwe çû gihîşte desteya pêşmergeyên ku li çiyayên Kurdistana Îraqê bûn, ku li rex mêrê xwe be. Desteyên Yekîtî Niştimanî Kurdistanê – partîya ku Celal Telebanî serokatî lê dikir, – wê demê dijî desthilata Seddam Huseyn şerê partîzanîyê dikir. Û Hêro Îbrahîm Ahmed, ku bi xwendina xwe va psîkolog e, çekekî taybet hilbijart: wê destpê kir fîlmên dokûmental kişand derheqa jîyan û şerê pêşmergeyan da. Fîlmên wê li gelek cîyan dihatine nîşandan, wek nimûne li Brîtanîya Mezin.

 

Hêro herdem hewil daye alî wan jin û zarên kurdan bike, ku di şertên zehmet, di kampan da dijîn. Kurd bo hurmetgirtinê Hêro bi nav dikin wek ”xwîşka sere” – ew herdem alîkarîya malbetên xwedî zaro, kesên bi nexweşîyên cuda-cuda dike, qenckirina wan li welatên dereke organîze dike û heqiyata qenckirina wan dide. Xênji wê, ew piştgirîya fînansî dide wênekêşan, sazbendan, nivîskaran û helbestvanan û li Îraqê wek xizmetguzereke binavûdeng tê naskirin.

 

Yên wek Hêro Îbrahîm Ahmed di nava jinên kurd da pir in. Bona em hemûyan bidine rêzê, ev pirtûk têrê nake.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *