Ji nimûneyên zargotina me – 273

Ji nimûneyên zargotina me – 273

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema îro me ji pirtûka “KLAMÊD CMAETA KURDAYE LÎRÎKÎYÊ”, ku sala 1972an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend kilamên xweş raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

  1. DE YAR, YAR ŞÎRIN DOSTÊ

 

De yar, yar, şîrin dostê!

Gelîyê gundê me rihane,

Va rihana cew û kanîngê jorin kulîlk dane.

De yar, yar, yar şîrin dostê.

 

De yar, yar, şîrin dostê!

Baranekê barî ji xudêda,

Wê şêlû kirîye cew û kanîngê dor malêda.

 

De yar, yar, şîrin dostê!

 

Kanîya gundê me wê kevire,

Kawa mine kubar yeke

Çevreşe, bejinblinde, dêmî gire,

Duh hatîye av jê bire.

 

De yar, yar, şîrin dostê!

Divê du sêvin, du hurmêne,

Îşev êvarda ser sîngê xelqê têlî delal diçin-têne.

 

De lê, lê, lê şîrin dostê!

Çiya bilinde, te navînim,

Gul, sosin sor dikin, naçirpînim,

Ezê tu dila ser dilê xwe û tera nahebînim.

 

De lê, lê, lê şîrin dostê!

Divê, hîva gundê me derketîye ser delava,

Hîv xeyîdîye, naçe ava,

Herge kula xelqê avîtîye binê penîya,

Kula min evdalê xudê avîtîye dil-hinava.

 

 

  1. EMAN, EMAN BA TÊ

 

Eman, eman, eman,

Ba tê, baran dilûrîne,

Kewa gozel himama meydana ecema dimeşe, devî bi kene,

Serê porê gulîya şile.

 

Wey tenikê, çûme Qereqela şewitî devê avê,

Kewa gozel kofî xar kir der kitanê,

Wey keçikê, de tu ramûsanekê bide min evdala xadê,

Dewsa ramûsanê par û pêrar wê bê kifşê.

 

-Wey êtîmo, êtîmê ber dîwara,

Wê te dixe berf û baran,

Hergê min xay-xudanê xwe şerm nekira,

Minê tu xwey bikirayî mînanî berxeke ber kozberê.

 

 

* * *

 

Herê delal, herê delal,

Tase sipîye, ave zelal,

Ezê vexum, tu bê helal.

 

Ezê fêza çemê Mûradê ketim,

Çemê Mûradê li min çikîya,

Herê koçê emel û bergela rê li min neda,

Ezê derbaz bûm.

 

Du zerî fêza malada palda bûn,

Go: “Malixirabo, tu li van nava çi digerî?”.

Minê go: “Kalîyê ez kal kirim,

Cahilîyê mala xwe ji min bar kir,

Kêr û kembera tenişta min kul kir”,

Narîn lawo, girêdana kolozê te romanî.

 

 

  1. XEZAL

 

Xezal, herçê berfê vî bêlanî,

Ezê helyam, nehelyam,

Minê tasek avê sivê sar jê nanî.

Ezê gustîlkeke zîvîn bûma

Bi tilînga te mêvanî,

Xezal nave, delal nave,

Dilkê min ketîyê, çare nave.

 

Minê xezalekê rakir baxê Delme ji Rewanê,

Nêçîrvana tejî-tûlengê xwe berdanê,

Minê pirsa xezala xwe kirîye,

Divê: -Xezala te çûye rasta Axbaranê,

Xezal nave, delal nave,

Dilkê min ketîyê, çare nave.

 

Xezal canê!

Li ber derê meda darkarçîne,

Kesekî xudan xêr tunîne,

Rave sêrî daweşîne.

Herçê orta du dila, çar çevada xeberde,

Bira xêrê ji ewledê xwe nevîne,

Xezal nave, delal nave,

Dilkê min ketîyê, çare nave.

 

Xezal, me dîharê Noredînê,

Kewê gundê me xeyîdîye, nayê ser hêlînê,

Yanga îsal hatîye serê min û te,

Nehatîye serê Leyl û Mecrûm,

Xecê, Sîabend, Memê, Zînê,

Xezal nave, delal nave,

Dilkê min ketîyê, çare nave.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev