Komcivîna HAK-PARê ya 9-a çêbû

Komcivîna HAK-PARê ya 9-a çêbû

Partiya Maf û Azadiyan – HAK-PARê Komcivîna xwe ya 9a ya giştî li Anqerê çêkir.

Civînê bi rawestina rêzgirtina ji bo şehîdan destpêkir. Serokê dewra çûyî Latif Epözdemîr axaftinek pêşkêş kir.

Nûnerên partiyê ku ji gelek bajar û deverên cuda di salona Mîmar û Muhendizan a Anqerê civîyan, mecliseke nû û serokekî nû hilbijartin.

Di civînê da serokê HAK-PARê yê berê birêz Kemal Burkay û gelek mêvanên ji partî û saziyên cuda jî beşdar bûn.

Düzgün Kaplan wek serokê nû hat hilbijartin. Meclisa partiyê di yek lîsteyeke hevbeş da bi piraniya dengan hat hilbijartin.

Salona komcivînê wek her car bi portreyên pêşengên kurdan wek Qazî Muhemed, Mele Mustefa Barzanî, Şêx Seîd, Seyîd Riza hatibûn xemilandin.

Komcivîna 9a bi serfirazî gihîşt encamê.

http://www.dengekurdistan.nu/details.aspx?an=28305

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev