Ji Hîtopadeşa ya Narayanayê Hindî çend gotinên felsefîk

Ji Hîtopadeşa ya Narayanayê Hindî çend gotinên felsefîk

Werger: Memê Miksî

1.

Heta sed kurê mirov yên keregêj hebin, yek kurê biqîmet hebe çêtir e; di esmanan stêr zehf in lê belê, ya şevê bi serê xwe ronî dike heyîv e.

2.

Bavê ji zaroka xwe ra deynan bihêle, dêya namûsa xwe neparêze, jina çavlider û kurekî bêhiş ji dijminan bê ferq in.

3.

Tiştên di navbera mirov û heywanan da bi şirîkatî tên kirin xwarin, razan, tirs û zewqa cinsî ye. Ferqiyeta mirov ya ji heywên, (berpirsyarî) ye. Kesî ji evê bêpar ji heywanan bê ferq e.

4.

Şans, di nav mirovan da yê wek şêran li ber xwe dide ra, lê dide. Yê dibêje” Hekî di qederê da hebe” aqlê wî kêm e. Mirov divê qederiyatê dane li alekî û li ber xwe bide; hekî bi ser nekeve jî divê sebeba wê li cihek din bigere.

5.

Bi lavayên vala tu xwezî nayêne li cih, her tişt bi xebatê bi dest dikeve. Şêr hingî ku raza ye tu xezal di geriyê da naçin.

6.

Zarok ancax bi perwerda dê û bavan biaqil dibin. Ji malzaroka diya xwe tu zarok biaqil dernakevin.

7.

Yê jina kesekî wek diya xwe bibîne, yê dewlemendiya kesekî wek herrîyê bibîne û temamê zindiyan jî wekî xwe bibîne, ew kes rast û zana ye.

8.

Kesek divê nebe pêşîkêşê piraniyê. Hekî ew kar bi serketinê dawî bibe, wê fêkiyê di gel hemiyan parve dike; lê belê bi ser nekeve serok tê kuştin.

9.

Bi çi sebebê, bi çi rê ve, bi çi awayê, bi çi wextî, bi çi tiştê, bi çiqasê, li kû be bila be qenc û xirab kî çi bike fêkiya wê jî ewnê wisa radike.

Nexweşî, dert, keder, bêhizûrî, bela; ev yek fêkiyên dara ji qusûrên mirovan in.

10.

Dijmin jî be bête mala te, divê mêvanperweriya xwe bikî. Dar jî siha xwe ji wî kesî ku wê dibire naparêze.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev