
Ali Gurdilî
”Hest û hîsa aîdîyeta neteweyê Kurd û Kurdistanê, gelekî girîng e û dijminên me, xwestine ku wê hîs û hezkirinê, wê hestê tune bikin. Di rewşa niha de bi temamî ji holê ranebibe jî, mixabin gelekî kêm û lawaz bûye û ev yek jî, karê neyarên miletê me hêsantir dike.
Şer, pevçûn, dijberî û dijminatiya di nav hizb, rêxistin, eşîr û malbat û partiyên kurdan de, encamên tunebûna wê hest û hîsa aîdiyetê ne û ku mala me, warê me, dîwarê ramana kurdayetîyê xira kirine.
Loma jî pêdivî pê heye ku em, gelek tiştên heyî bidin ber lêpirsîne, pişta xwe bi tu nîrx û zanînên amadeyî neynin û bi destên xwe, bi xerc û herîya axa xwe, dîwarê xwe lê bikin. Ev yek jî, encax bi saya aqlê felsefî, bi saya fikirîna felsefeyî dikare pêk were, bi saya xwenasîna kurdan, dikare pêk were. Lew ku bi saya awira felsefeyî, em bêtir dikarin xweşbîn bin, têbigihêjine wateya hebûnatiya xwe û li hest û hîsa xwe a aîdîyeta miletê xwe vegerin.
Kurdê ku xwe nas neke, kurdê ku bi nasnameya xwe ya milî re ne aşt be, kurdê ku tênegihêje sebebê zilm û zordestiya ku lê kirinê, ew nikare bibe perçeyeke çanda cîhanê a giştî, nikare bibe perçeyeke makrokozmosê û dibe koleyê serdestên xwe. Pêşî, divê bibe xwe, yan li xwe vegere. Divê pêşî li xwe vegere, xwe nas bike û piştre jî, divê hewl bide xwe ku bikaribe bibe perçeyeke çanda cîhanê a giştî.”
Çavkanî: Hevpeyvîn bi Alî Gurdilî re – Cemal Batun
Riataza