”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 59

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 59

Malpera me bi rêzenivîseke taybet çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî berdewam dike, ku wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” ne, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî jî çap bûye.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ”Di pêşengîyê da”. Em îro beşa wê a duduyan çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

N. D. Plotnîkov, A. A. Marînîn

Di pêşengîyê da – 2

 

Eva êdî bîst sal in, ku desteya pêşmergeyên jin heye, ya ku di sala 1996an da bi fermana Celal Telebanî hate sazkirinê. Îro di nava wê da şeşsed leşkerên jin hene. Li beşa bakur a Îraqê û li ser sînorê bi Sûrîyê ra weke hezar pêşmergeyên jin yên din jî aramîyê diparêzin. Ji wana parleşkerî hatîye sazkirin û zabitên wir xwendina xwe li akademîya leşkerî temam kirine. Tenê di nava pêşmergeyên Yekîtî Niştimanî Kurdistanê da ji sala 2000î weke sî serhingên jin û ji pêncîyî zêdetir kutakirîyên Akademîya leşkerî peyda bûn. Gelek jin, herwiha jinên serleşker, leşkerîya xwe li ser karê parastina sînoran û ewlekarîyê dikin.

 

 

Êzdîyan (1) jî desteyeke pêşmergeyên jin damezirandin bona şerê dijî îslamîstan bikin – navê ”Hêzên Jinên Royê” lê kirin. Pêşmergeyên wê, ku tevaya zulma dagirkirina gund û bajarên xwe ji alîyê terorîstên DAÎŞê (2) da ber çavên xwe dîtin, rind zanin, ku bo çi şer dikin. Cîhadîstan hinekan ji wana wek dîlê seksî bi kar dianîn. Wana mecbûr dikirin îslamê qebûl bikin, ango bibin musulman, ew li sûkan difirotin, gelekan merivên xwe û hezkirîyên xwe winda kirin. Niha dema heyfhildanê hatîye, û jin bi dil û can berê xwe didin şêr. Femdarî ye, ku ew gişk jî fêrî telîmên şervanîyê dibin. ”Hêzên Jinên Royê” bi mêran ra tevayî li her derên pêşenîyê yên zehmet da şer dikin. Terorîst ditirsin wek dîl bikevin destê wan jinên mêrxas, ewê xêrê ji wan nebînin.

 

Li Kurdistana Îraqê gelekî qedirê pêşmergeyên jin digirin. Dibêjin, ku ewana carina ji mêran jî çêtir şer dikin, û zanin jî, ku mirineke bêwa li benda wan e, eger ew dîl bikevine destê cîhadîstan.

 

Serleşkera desteyeke şervanên jin yên YNK serhing Naîda Ahmed Reşîd carekê li xwe mukur hat, ku leşkerên wê fîşeka dawî û bombeyek bo xwe dihêlin, ku nekevine destê dijmin. Em bêjin, ku hema bêje hemû pêşmergeyên jin wisa dikin.

 

Cîhadîst jinên kurdan dihesibînin dijminên herî xedar li meydana şêr. Bona cîhadîstan armanca sereke ew e, ku di şer da bêne kuştin û ruhê wan here esmana bo ew bibin şehîd. Lê her cîhadîst zane, ku eger derba gulleya jinê ya kuştinê lê keve, dewsa buhuştê ewê here dojehê. Hinek caran wisa bûye, ku ew qesabên rîdirêj, ku dîl ketine destê jinên kurd, ji şerma mezin ber xwe nedane, girîyane.

 

Heyştê adarê sala 2016an jinên Hewlêrê berev bûn û biryar kirin xwîna xwe bidine pêşmergeyên birîndar. Gorî gotina niştecîyên sivîl, kesên ku dihatin nexweşxaneyan bona xwîna xwe bidin, digotin ku ew nikarin bi mêran ra tevayî şer bikin, lê dikarin bi xwîna xwe alî wan bikin.

 

Zehmetîya here giran di karê alîkarîkirina wan pêşmergeyan ku dijî cîhadîstên ji DAÎŞê (3) şerê man û nemanê dikin, li ser milê jinan e. Jinên di piştê da xwe wek wan şervanan dibînin, ku mêrên wan li pêşenîyê şer dikin. Ji ber ku serketin ne tenê bi saya şerê bi çekan pêk tê, lê herwiha bi saya serê wan kesan jî, ku di hindava şervanan da xemxur in, wana bi nan û av dikin, çek û cebirxane digihînine wan. Lê eger mêr li meydana şêr bê kuştinê, jin gerekê dewsa wî bigire. Lema jî jinên Kurdistanê bi nav dikin wek şêrên bê tirs. Dibêjin ku jineke kurdan a çekdar dikare himberî çar mêrên çekdar yên ji miletekî din şer bike.

 

– – – –

Desteyên pêşmergeyan opêrasyonên aktîv dijî komên terorîstîyê sala 2007an destpê kirin. Di encamê da li ser axa Kurdistana Îraqê, himberî herêmên din yên Îraqê, rewşeke aramtir hate sazkirin.

 

– – – –

Femdarî ye, ku ew yek bi erênî tesîr li ser aborîya herêmê kir: ji welatên biyanî învestîyonên mezin hatin, di karê çêkirinê, bazirganîyê, çiqilên malhebûna gelêrî yên din da pêşketinên mezin xuya bûn. Ji herêmên welêt yên din di bin parastina pêşmergeyan da mihacir hatin: erebên sunî û erebên xaçparêz, êzdî, aşûrî, ermenî…

 

Aramî û halxweşîya Kurdistana Îraqê heta sala 2014an bêhempa bû. Wê demê zelal bû, ku cihan ne zêde rehet e: ji başûr, ji navbenda Îraqê, destpê kirin terorîstên wa gotî ji ”Dewleta Îslamî” (4) hatine ser axa kurdan. 13ê hezîranê sala 2014an serokkomarê Kurdistana Îraqê Mesud Barzanî bangî şervanên pêşmerge û karmendên ”Asaîş”ê kir milet ji çeteyan biparêzin, herwiha berê xwe da milet ku bêne hewara şervanan. Bi hezaran kes bi rezadilî berê xwe dane bangawazîya rêberê xwe ya bi navê ”Kurdistan an neman!”.

 

Di meha tebaxê da terorîstên DAÎŞê (5) dest bi êrîşê kirin. Derkete holê, ku kurd li Îraqê hêza organîzekirî û çekdar ya tekane ye, ku amade ye dijmin ji welatê xwe raqetîne.

 

Şerekî giran û bi xwîn li dora bajarên Kerkukê û Hawîcê qewimîn. Şervanên pêşmerge bi mêrxasî şer dikirin, ew jî wê demê, ku jimara cîhadîstan êpêceyî pirtir bû. Di ser da jî çek û cebirxaneyên heft dîvîzyonên Îraqê ku zora wan biribûn, ketibûn destê wan. Gişkan derc dikirin, ku şer her diçû giran dibû. Kozeyên sereke ji destekî derbazî destê din dibû, li hinek waran rewş digihîşte malwêranîyê.

 

Jimara pêşmergeyan di nava demeke kurt da çend caran zêde bû – him mêrên rîsipî, him jî genc berê xwe didane meydana şêr. Û ne tenê kurd, lê herwiha aşûrî, ermenî, turkmen, erebên sunî û erebên şiî yên herêmê diman jî çûne şêr. Ango, nûnerên her miletekî û dîn-hebandinên cuda, rîspîyên navsere ku mirin dabûne ber çavê xwe, herwiha şervanên gelek genc, ku hela çek negirtibûn destê xwe û şivînîya gulleyan ne bihîstibûn, berê xwe dane dijminên xwe û bi mêrxasî şer kirin.

 

Ne tenê niştecîyên Kurdistanê ew bangawazî bi dil û can qebûl kirin. Ji welatên biyanî jî rezadil dihatin bona tevî şêr bibin. Hinek ji wana rewşa wan li welatê lê diman – li Brîtanîya Mezin, Almanîyayê, Bêlçîkayê û welatên Awropayê yên din – xweş bû, wana aşxane-xwerinxaneyên xwe, dikan, karxaneyên xwe difirotin û diçûn axa kal û bavan ji dijminê devbixwîn biparêzin. Di wê rewşa dijwar da Mesud Barzanî serleşkerî hilgirte ser milên xwe. Hogirê wî di hêla serleşkerîyê da cîgirê sêkrêtarê sereke yê YNK Kosret Resûl bû.

 

Li himberî şervanên pêşmergeyan dijminê bêbext û mixenet bû. Terorîstên ji DAÎŞê (6), ku xwe li pişt îslamê veşartibûn, her der kiribûn gola xwînê. Darvekirin û serjêkirinên eşkere, ku wana digirtine vîdêoyê û dû ra li ser Înternetê belav dikirin bo milet çavtirsandî bikin, dîlgirtina binecîyan bona dû ra heqîyetê bistînin, bazirganîya jinan û keçên bikir, sazkirina sûkên reş bo firotina organên merivan, tucarîya qûlan û dîlan gunehkarîyên nebînayî bûn di hindava merivahîyê.

 

Û mêrxasî û efatîya şervanên kurd piranî ji kîn û eynata di hindava dijminê neheq tê. Pirsa derheqa heyetîya miletê kurd hate meydanê. Pêşmerge bi aqilmendî û bêtirsîya xwe ya li hember neyaran li cihanê qedirekî mezin qazanc kirin.

 

Koalîsyona welatên dijî Daîşê alîkarîya têknîkî dane pêşemrgeyan. Pêşmerge bûne xwedî aletên nûjen yên rêçgerîyê û êrîşkarîyê, di nav wan da yên bo şerê di tarîyê da, topavêj û gullereşên dema nû, çekên bo şerê dijî tankan. Herwiha di bin destê pêşmergeyan da tankên zirîhkirî yên bona karê lêgerîna bombeyan, dûrebînên mezin bo lênihêrandina ji hewayê jî hene.

 

Înstrûktorên profesyonal ji welatên biyanî hatine Kurdistana Îraqê bona pêşmergeyan fêrî bikaranîna wan çek û sîlehên nûjen bikin. Û pêşmerge êdî fêr bûne bi cûrê nûjen şer bikin, têknîka nû bi kar bînin û niha ew hêzeke xurt in himberî neyar û dijminan û dikarin xof û sawê bikine dilê zordest û neheqan. Cîhadîstên dîlgirtî di dema pirsyarkirinan li xwe mukur dihatin, ku ji sawa pêşmergeyan tirseke mezin ketibû dilê wan. Ew yek di bernameyên radyoyê da jî têne bihîstinê.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev