Berhemên kurdzanên me – 274

Berhemên kurdzanên me – 274

Me di 273  rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka A. Bûkşpan ”Kurdên Azirbêcanê”, beşa duduyan a bi sernavê “Problêma kurda li Azirbêcanê” raberî we bikin.

Ev berhema zanyarî sala 1932an li paytextê Azirbêcanê – Bekûyê bi rûsî ronahî dîtîye û van dawîyan bi wergera Têmûrê Xelîl li Amedê ji alîyê weşanxaneya LÎSê da çap bû. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl 

Problêma kurda li Azirbêcanê -2 

Sîyaseta me ya rast di pirsa miletîyê da, ku bi serokatîya Partîya Komûnîstîyê ya Yekîtîya Sovêtîyê tê meşandinê, bi dilê hemû gelên bindest yên Yekîtîya Sovêtîyê û xebatkarên cihanê ye.

Evê yekê dijminên me yên çînî jî yên ji Întêrnasyonala IIa nikarin texmîn nekin. Bi vê yekê ra girêdayî xeberdana A.Cemalyan – dêlêgatê ji partîya “Daşnaksûtyûn” – derheqa pirsa kurda da ya li civîna serwêrtîya Întêrnasyonala IIa da, ku 20-25ê tebaxê sala 1930î li Zyûrîxê derbaz bû, gelek balkêş e. Xût ew Cemalyan eva çendik çend sal e di civînên Întêrnasyonala IIa da bi sipartin û wekîltîya partîya şêx û derebegên kurda – “Xoybûn”ê, ku di payîza sala 1927a hatîye damezirandinê, rola navçîgar û “parastvanê” kurda dileyîze(3).

Em bala xwe bidnê çika nûnerê sosîyal-împêrîyalîzma Îngilîs Brokwey li civîneke wê da çi gotîye: “Pirsa kurda, ku îro em li ser disekinin, careke mayîn dide xuyanîkirin, ku Întêrnasyonala me nikare guh nede ser tevgerên gelên rohilatê. Gava min ra firsend çê bûye, min çend cara derheqa vê yekê da gotîye. Min usa jî daye xuyakirin, ku di wî alî da Întêrnasyonala IIIa pêşîya me ketîye. Ez jî wek gelekên ji we, ser wê bawerîyê me, ku Întêrnasyonala IIIa bi pirsên qedera miletên biçûk ra mijûl dibe, lê ne hertim daxazên wan dide ber çevan. Lê di nav wan gelan da hurmeta wê gelek e, ji ber ku ew guh dide daxazên wan û hewl dide wana pêk bîne”.

Lê ew pirsa, ku Întêrnasyonala IIIa xudêgiravî ew hemû tişt ji bo berjewendîyên xwe dike, ez ne pê ra me. Tecrûbeya çareserkirina pirsa miletîyê li Yekîtîya Sovêtîyê û mêlkêşîya (sîmpatîya) gelên bindest û nîvbindest hindava welatê ku sosîyalîzmê çê dike, ku wetenê prolêtarîata navnetewî û gelên cihanê yên bindeste tek-tenê ye, roj ser rojê diha zef xebatkar û gundîyan li dor xwe dicivîne û dike bin ala şoreşê, bin ala Komîntêrnê – ev hemû didine xuyakirin, ku berjewendîyên rasteqîn kîjan in û qîmetê gotinên usa çi hêja ne.

Dijminê çînî heta wî çaxî jî nikare derewa neke, gava ew rastîyê dibêje.

Lê ji vê zêdetir jî xwemukurhatina eşkere û pesinandina Întêrnasyonala IIIa û sîyaseta PK Yekîtîya Sovêtîyê ji alîyê casûsekî bûrjûazîya împêrîyalîstîyê ya navnetewî di nav çîna karkir da, nabe.

Hemû xeberdanên tevgelên ewê civînê û ji alîyê civînê da qebûlkirina rêzolyûsyona derheqa pirsa kurda da vik û vala bûn.

Dema di civînê da pirs hate ser bûyerên Kurdistana Tirkîyê, civînê bi zarê (zimanê) nûnerê sosîyal-faşîzma navnetewî Rênodêyl (Fransîya) mecbûr bû bêtaqetîya (bêçaretî) xwe nîşan bide. Em binhêrin çika Rênodêyl derheqa wê pirsê da çi got:

“…Ez nikarim hindava gotineke dê-Bryûkêr (serekê ewê civînê.- A.B.) da bêdeng bimînin, ku derheqa Koma (Yekîtîya) Mileta da ne. Bi gotinên wî em nikarin bangî Koma Mileta bikin, ku ew tevî pirsa kurda bibe, ji ber ku berî her tiştî ew bê dewlet e, ku me bikaribûya Koma Mileta mecbûr bikira li ser pirsa kurda bisekinîya; lê eger Kurdistan dewlet bûya jî, Koma Mileta nikaribû Tirkîyê mecbûr bikira biryarên wê pêk bîne, ji ber ku Tirkîya ne di nav Koma Mileta da ne.

Çi dertê? Usa dertê, ku rêxistina ji weke 50 dewleta, ku xwedî gelek gotar û biryarên derheqa parastina gelên bindest da ne, nikare dewletekê mecbûr bike (dewleta ku nakeve di nav Koma Mileta da) qira (gelkujî) miletekî kêmjimar, ku di bin hukumê wê da ne, bide sekinandinê”.

Dê-Bryûkêr ji cîyê xwe wek rêplîk dibêje: “Mixabin, rastî ev e”. Dû ra Rênodêyl gotina xwe berdewam dike: “Ez wê rastîyê zanim û zanim ku usan e, lê nikarim pê ra qayîl bibim. Ji ber wê jî pêşnîyar dikim, ku komîsyona me, ku hatîye sazkirinê bona guhartina bike nava bernama Koma Mileta, bira ev rewşa kurda ya xirab bide ber çeva, eger usa nebe, Koma Mileta wê di çevê hemû merivên bi dilê qenc da reş bibe”(4).

Întêrnasyonala IIa tiştek qebûl ne kir, ji ber ku ew di zû da perçekî Koma Mileta ye, perçekî împêrîyalîzma navnetewî ye, ji ber ku sosîyal-dêmokratîya dijî şoreşê ya navnetewî di zû da “propogandîsteke Koma Mileta ya împêrîyalîstîyê ye, ku kapîtalên (perên) cihanê hûfî xwe dike û hazir dibe bi hêza xwe êrîşê bibe li ser dîktatûra prolêtarîatê li Yekîtîya Sovêtîyê (Kaûtskîy, Gîlfêrdîng)”(5).

Hema di wan dema da împêrîyalîzma Îngilîs bi hajpêhebûn û dilxwezîya Întêrnasyonala IIa tivdîrê dibîne êrîşê bibe ser welatê Sovêta û bingeheke ewê êrîşê jî gerekê “Kurdistana serbixwe” ya bin bandûra Îngilîs da be, û ew kar di zû da tê amadekirinê û van axirîya jî ji alîyê barêgeha Îngilîs ya sereke da bi awakî eşkere pêşda hate kişandinê.

Em guhdarîya we datînine li ser gotina di zû da, ji ber ku hinek lêkolîner (yek ji wan V.Gûrko-Kryajîn e) ji dilsaxîya xwe ser wê bawerîyê ne, ku îdêya “Kurdistana serbixwe” tenê di rûyê şerê hemcihanê da pêşda hatîye. Lê ya rast ew e, ku di peymana Sêvrê da ya 10ê tebaxê sala 1920î xalên taybetî hebûn (xalên 62, 63 û xwesma jî ya 64a) derheqa sazkirina Kurdistana otonom da, û ew yek jî rast e, ku bi saya serê şerê serketî yê Tirkîyê yê miletîyê-azadarîyê ew peymana xelet ji holê rabû û dû ra jî peymana aşîtîyê ya Lozanê hate qebûlkirinê (16ê tîrmehê sala 1923a) û li wir derheqa kurda da tu gotinek jî tune. Lê hela berî şerê hemcihanê ew îdêya hebû û di hêlekê da împêrîyalîstên rûs û îngilîs ew derdixistine holê, û her yek ji wana hewl dida bi karanîna mesela kurda di nerazîbûnên di navbera xwe da bi ser keve, di hêleke mayîn da jî ew bi kar dianîn himberî Almanîyayê, ji ber ku ewê destpê kiribû riya Bexdadê ya xeta hesin çê dikir û hewl dida bi awakî lez û bez xwe berde nav Rohilata Nêzîk.

Derheqa van yeka da bi awakî zelal di nivîsên Soane, Mînorskî û çawîşê barêgeha sereke Bêngzêr(6) û yên mayîn da têne ber çeva.

Em bala we bikişînine ser Soane, ku me berê derheqa nivîsên wî da ji we ra gotîye, yê ku ne tenê pûblîsîst û kurdzan bû, lê herweha di pirsa kurda da êmîsarekî (qasidekî) împêrîyalîzma Îngilîs yê herî aktîv bû li Rohilata Nêzîk. Xudanê nivîsa derheqa jînenîgarîya Soanê rehmetlêbûyî – A.Wîlson, ku derheqa karê wî yê di wî alî da dinivîse, wê xebata wî ya pir tîne ber çeva û wê yekê karê wî yê sereke dihesibîne, ku ewî ji sala 1908a destpêkirî di seredanên xwe yên li Kurdistanê da kirîye.

Wîlson dinivîse: “Piranî bi saya serê xebata wî bû, ku di nav gelek mehên sala 1920î da li Kurdistana Başûr tu tevlihevî çê nebûn, lê di eynî wextê da di navçeyên ereba da serhildanên cuda-cuda dibûn”. Çend xet jorî van gotinan, hema ew Wîlson, ku wekîlê hukumeta Îngilîs bû li Mêsopotamîyayê, dinivîse, ku “sîyaseta Soane pir kardar bû û ew sîyaset ew daxazên Îngilîs pêk dianîn, ku ewê soz dabû Koma Mileta bi serxîne û derheqa wê yekê da di xala 22a ya peymana di navbera wan da hatibû destnîşankirinê”(7).

Em bikine bîra we, ku bi wan “sozdayîna” împêrîyalîzma Îngilîs gerekê Mêsopotamîya zevt bikira. Di wî alî da ewê gava pêşin kiribû – qiralîyeta Îraqê kiribû bin bandûra xwe. Îngilîs bi razîbûna bê deng ya Întêrnasyonala IIa hewl dida paşdemê da perçekî Îraqê, ku kurd lê diman, jê biqetîne û bike bingehê Kurdistana “serbixwe”, ku wana berê da plan kiribû saz bikin.

Împêrîyalîzma Îngilîs-Fransîyayê piştgirîya Întêrnasyonala IIa tam bi kar tîne, bi deha alayên xwe dişîne bona hincirandina serhildanên gelên bindest, di nav wan da yên kurda jî, ji ber ku ew serhildan ji bo împêrîyalîzmê xeter in.

Îngilîs û Fransîya hêrs û nerazîbûna kurda hindava Tirkîyê, Farizistanê, Îraqê, ku wana dizêrînin, tam bi kar tînin, gelek cara helana didine kurda bona ew êrîşî li ser wan welata bikin, bona paşê bikaribe şertên xwe li situyê wan welata bialîne seba ewana paşê di hêla aborî û sîyasî da ber wê da berdaxwerina bikin.

Xweserîtî û zordestîyên dewletên Tirkîyê û Farizistanê hindava kurda da, berîhevdana eşîrên kurda, rakirina koçerên kurd himberî gundîyên riat, zêrandina ji alîyê milkedar û dewlemendên kurda da – ev hemû dibûne sebeb, ku kurd serî hildin, bona rizgarbûnê şer bikin.

Ji salên 40î destpêkirî û xwesma jî ji salên 50î yên sedsala XIXa, dema kurda bi serokatîya Bedirxana (di salên 1943-1946a da) cara pêşin bi ciddî serî hildan, û dû ra jî, di dema şerê Qrîmê di sala 1855a ya bi serokatîya Yezdanşîr, di salên 1877-1878a di dema şerê Rûsîyayê-Tirkîyê serhildana bi serokatîya lawên Bedirxana, di sala 1880î serhildana Şêx Ubeydulle û yên mayîn û heta rojên îro (serhildanên sala 1925, 1929a, 1930î) Kurdistana Tirkîyê û Farizistanê bi serhildanên kurdên bindest û zêrandî va kimkimî bû.

Ev serhildan, xwesma yên van salên dawî li Tirkîyê (di salên 1925, 1930î) carna rengê kevneperstîyê werdigirtin, ji ber ku serokatîya wan di destê derebegan da bûn, yên ku bi piranîya xwe va casûsên împêrîyalîzmê bûn.

Lê gelê kurd di şerkarîya xwe ya ji bo azadîyê da zû an dereng wê berê xwe ji navçîgarên (orteçî) ji Întêrnasyonala IIa, berî gişka jî ji nûnerên partîya ermenîya ya bûrjûazîyê “Daşnaksûtyûn” biguhêre, ya ku zû da bûye berdevka împêrîyalîzma Îngilîs-Fransîyayê û rola qehba sîyasî dilîze. Gelê kurd dikare bi şerkarîya dijî împêrîyalîzma navnetewî û berxwedana himberî zordestên “xwe” û yên “der” problêma xwe hel bike, lê ne ku bi alîkarîya Întêrnasyonala IIa û casûsên dijî şoreşê yên ji partîya “Daşnaksûtyûn”, ku xwe wek parastvanên kurda nîşan didin, lê eslê xwe da ewana her tişt ji bo berjewendîyên xwe dikin.

Zordestî û zêrandinên qiralîyetya Rûsîyayê ya eskerî-derebegî, hukumê mûsafatîsta û daşnaka ya demkurt li ser Pişkavkazê, ku xulamokên împêrîyalîstên Îngilîs bûn, rind di bîra kurdên Azirbêcanê û Pişkavkazê da maye.

Îro qarîn-barîna tu dêmagog û şerletanên ku xwe wek parastvanên gelê kurd nîşan didin, nikarin ew rojên reş û bi xwîn ji bîra kurda derxin, ku di salên 1919-1920î bi destî cerdvanên daşnaka û mûsafata anîne serê kurdên Azirbêcanê, herêma Naxçiwanê û Ermenîstana Sovêtîyê.

Pêşketina sosîyalîzmê li Yekîtîya Sovêtîyê û ew yek, ku Fêdêrasyona Pişkavkazê dibe komara sosîyalîstîyê ya berbiçev  di Rohilatê da, nîşanî hemû cihanê dike, ku xebatkarên Pişkavkazê çawa di heyra hevdu da nin û wek bira bi hev ra dijîn. Û “ev yek nikaribû di dema bûrjûazîyê da hebûya” (Lênîn). Li welatê Sovêtîyê dereca kûltûrayên miletîyê pir bilind bûye, gelên ku berê bindest bûn, îro ketine li ser riya bextewarîyê û xweşbextîyê, di nav wan da kurdên Pişkavkazê jî. Û hema ev yek gerekê ji kurdên dervayî xeta sor (dervayî Sovêtîyê) ra bibe delîl, ku eger împêrîyalîzma cihanê êrîş bibe li ser welatê me, ku bi serketin sosîyalîzmê çê dike, pişta xwe bi kê va girêdin.

 

  1. Î.Stalîn. Hesabdayîna sîyasî ya Komîtêya Navbendî ya PK Yekîtîya Sovêtîyê, rûpel 76.
  2. V.Vahanyan. O nasyonalnoy kûltûrê (Derheqa kûltûra miletîyê da), GÎZ, 1927, rûpel 187.
  3. Derheqa wê pirsê da di kovara Bolşêvîk Zakavkazya, hejmar 2, ya sala 1931ê (rûpel 37-42) gotara Akopov bi zimanê rûsî çap bûye ya bi sernivîsara Kûrdskîy vopros î daşnakî (Pirsa kurda û daşnak).
  4. Xeberdanên Rênodêyl û Brokwêy ji kovara daşnaka ya bi navê Droşak (çirîya paşin û çileya pêşin sala 1930î) hatine hildanê.
  5. Ji bernama Întêrnasyonala Komûnîstîyê, GÎZ, sal 1928, rûpel 23.
  6. Sbornîk gêografîçêskîx, topografîçêskîx î statîstîçêskîx matêrîyalov po Azîî. (Berevoka nivîsên gêografîyê, topografîyê û statîstîkîyê derheqa Asîyayê da), hejmar 84, sal 1911, nivîsa Zapîskî o Kurdîstanê (Bîrannên derheqa Kurdistanê da).
  7. E.B.Soane, To Mesopotamia and Kurdistan in disguise, p. XV. 

Wêne: Nura Şane 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev